Destpêk | | Fetwayên Fiqhî
Fetwayên Fiqhî

Pirsa parve bikin

 

Xwendina Sûretên Secdedar Li Ser Nimêjê

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Gelo li ser nimêjê, xwendina sûretên ku secde ya ferz têde hene, caîz e?

Bersîv: Xwendina her yek ji sûretên secdedar (Eleq, Fussîlet, Necim, Secde) li ser nimêjên ferz li gorî îhtiyat a wacîb, ne caîz e. Çimko secdeyekî ferz li nimêjê zêde dike. Li ser vê esasê, dema ayetên ku li wan sûretan da hene ku mirov bi bihîstin an xwendina wê secde jêre ferz dibe, vêca eger kesê nimêjê dike û wan ayetan bixwîne û biçe secde yê, hingê secdeyekî li nimêjê zêde dibe ku sedema betal bûn û şikestina nimêjê ye.  

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Eger ti asteng nebe ji peydakirina tiştekî re ku secdekirina li ser wê durust e, hewil bidin tiştek a ku secdekirina li ser wê durust e peyda bikin, ku ne tenê ax û muhr e, belku pelê darê, hesîr an kaxez û tiştên ku ji texte hatine çêkirin û hwd. secdekirina li ser wan durust e.

 

 

Pirsa parve bikin

Nimêja Digel Peyrewên Mezheb Ên Dî

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Bêjin qey em li mala yek ji biraderê xwe yê ji Ehlê Sunnetê ne û bang tê dayîn û demê nimêjê ye, emê çawa nimêja xwe bikin di halekî da ku ti ax û muhr li ber dest nîne? Gelo ku em li ser seccadeyê secde bikin, durust e?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Eger ti asteng nebe ji peydakirina tiştekî re ku secdekirina li ser wê durust e, hewil bidin tiştek a ku secdekirina li ser wê durust e peyda bikin, ku ne tenê ax û muhr e, belku pelê darê, hesîr an kaxez û tiştên ku ji texte hatine çêkirin û hwd. secdekirina li ser wan durust e.

Pirsa parve bikin

Qeliqandina Çav Li Ser Nimêjê

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Gelo nimêja wî nimêjkerê ku çavê xwe li ser nimêjê bi aliyê çep û rastê ve diqeliqîne, durust e? Ku mebesta wî çavdêrî ya li ser zarok û parastina wî be?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Ev yekê ti pirsgirêk çênake, madem ku berê wî li qibleyê be û ji qibleyê xwahr nebe.

Pirsa parve bikin

Xwendina Sûretê Tewhîd / Îxlas Di Nimêjê De

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Gelo xwendina sûretê Tewhîd / Îxlas li reketa ewil a nimêjê ferz e?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Nexêr, ne ferz e; belku pê gelek hatiye şîretkirin, pir bi xêr û sewab e ku sûretê Tewhîd / Îxlas li reket a ewil an jî duyê ya nimêjê da bêt xwendin.

 

Pirsa parve bikin

Nimêj A Rêwî

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

1- Gelo ferz e kesê rêwî nimêja xwe qesir bike ango nimêja xwe şikestî bike?

2- Gelo kesê ku jibo seredana heval an mirovên xwe ji bajarek diçe bajarekê dî, divê nimêja xwe qesir / şikestî bike?

3- Gelo dema kesekî jibo dîtina kesekî diçe bajarek dî û çend rojan li wêderê dimîne, divê nimêja xwe qesir / şikestî bike?

4- Eger kesekî ku îmam e û nimêja xwe bi awayê qesir / şikestî nake, divê ez li pey wî nimêja xwe qesir bikim an digel wî nimêja xwe destpê bikim û bi dawî bînim?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

1- Nimêj li demê rêwîtiyê de, tê qesir kirin û bi awayê şikestî tê kirin, û hukma vê mesele ne li gorî îxtiyar û viyan a mirov e, ku bixwaze qesir an kamil bike.

2- Me şert û merc û çawaniya qesir / şikestî bûna nimêjê li rîsale ya xwe ya emeliyye ya bi navê Subul-us Selamê da diyar kiriye. Yek ji wan derbazkirina 22 kîlometr a çûn û 22 kîlometr a hatinê û … ye. Û ti ferq nake kanê sedema rêwîtiyê seredan û dîtina dost û hevalan be, an tiştekî dî.

3- Qesirkirina nimêjê ferz e, xêncî ku rêwîtiya wî berew welatê wî bixwe an bi aliyê ciyê xebata wî be, an jî viyana wî li ser vê be ku qet nebe bi qasî 10 rojan li wêderê bimîne.

4- Divê hûn teklîfa xwe ya ku qesirkirina nimêjê ye pêk bînin û li dawiya reketa duyemê divê hûn teşehhud û selam bidin. Îmam jî eger teklîfa wî kamilkirina nimêjê be, ew ê dewamê bide nimêja xwe.

Pirsa parve bikin

Kar û Nimêja Roja Înî

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Ez yek ji peyrewên we me û ez wekî destyarê pijîşkê dixebitim û li mala xwe de nexweşan muayene dikim û xelkê vê herêmê bi şev û roj niyazmendê alîkariya min in û ev yekê dibe sedem ku ez nekarim têkil nimêja roja Înî bibim. Cuda ji vê jî navbera mala min û mizgeftê, zêdetir e ji navbera şerî ya ku sebebê ferzbûna têkilbûna nimêja cemaet a roja Înî dibe. Di vî halî de, gelo rewa û caîz e ku ez têkil nimêja roja Înî nebim? Xuda baştirîn xelata ku dide qenckaran, bide we.

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Li vê bareyê de, eger hûn di halê pêkanîna karek pir girîng, wek dermankirina nexweşê ku ber mirinê ye û nexweşiya wî giran e, hingê hûn dikarin ku têkil nimêja roja Înî nebin. Eger ne wiha be û tiştek xêncî wê be, qet ti tişt nabe asteng ji têkilnebûna we ya nimêja roja Înî, û têkiliya we ya nimêjê her ferz e.

 

Pirsa parve bikin

Nimêj û Rojiyên Qeza yên Bav Ji Kurê Mezin Re

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar: Gelo çima çêdibe ku qezabûyî yên bav ji aliyê kur ve bêt bicî anîn, lê ya dayik nabe? Çima bicî anîna nimêj û rojiyên qezabûyî yê bav, tenê li ser kurê mezin ferz e û ne li ser zarokên dî, hal ev e dibe ku zarokên dî ji kur û keçikan îmana wan bihêztir be ji îmana kurê mezin? Çima bicî anîna qezayên nimêj û rojiyên miriyan tenê li ser cinsê mêr ferz û wacîb e?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Bicî anîna nimêj û rojiyên qezabûyî yê bav, tenê li ser kurê mezin ferz e, lêbelê eger kesekî dî bixwaze ku qezayên miriyekî bicî bîne û xêra wê ji xwe re kom bike, jêre astengekî tine û dikare vê yekê bike. Di vî rewşî de, ferzbûna bicî anîna qezayên bav ji ser stuwê kurê mezin radibe. Lêbelê hîkmeta ferzbûna bicî anîna qezayên bav a li ser kurê mezin, ev e ku wî taybetiyên mîratbirina ji bavê heye. Derheq pirsyara te ya dawî jî divê bêt gotin, em jî wekî gelek ji feqîh û zanayan bicî anîna qezayên dayikê jî ferz dizanin. Sedema wan hemû hukmên ku me ji we re got, li gorî burhan û delîlên şerî û dînî ne ku em nikarin xwe ji wan bidin paş.





Pirsa parve bikin

 

 

Pêşêxistina Bicî Anîn A Nimêj û Rojiyên Qezabûyî yên Kesê Mirî

 

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

 

Selam û rehmeta Xweda li we be!

 

Pirsyar: Gelo caîz û rewa ye ku yek ji me, şûna kesekî mirî, nimêjên wî yên qezabûyî bicî bîne, di halekî da ku ew bixwe nimêjên wî yên qezabûyî hene?

 

Bersîv:

 

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

 

Belê, ev yekê çêdibe. Lêbelê ya baştir ev e ku yekem car qezabûyî yên xwe bixwe bicî bîne û paşê qezabûyî yê kesên dî; xêncî ku ew qezayê kesê mirî li ser wî ferz be, wek qezayên bavê mirî li ser kurê mezin.

 

 

 

 

 

Pirsa parve bikin

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Nimêjê

Bicî Anîna Nimêj û Rojiyên Qezabûyî yên Miriyan

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo rewa û caîz e ku nimêjên qezabûyî yên miriyekî ku di tevahiya jiyana xwe nimêj nekiriye, ji aliyê kesekî ve bêt bicî anîn? Eger bersîva we nerênî ye, gelo mirov dikare şûna wê sedeqe bide?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Belê, caîz û rewa ye, ne tenê ew, belku eger yê mirî wesiyet kiribe, hingê ferz û wacîb e. Hemû kar û xebatên qenc bi vî rengî ne, wek sedeqedayîn û xwendina Quranê, hemû van karan sûd û behre digehînin yê mirî û eger kesekî ji dêûbabê xwe yê mirî ra van karan bike, ev yekê ji qenciya digel dêûbabê tê hesabê.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Kişandina Wêne û Çêkirina Peyker

Cenabê seyda yê mezin Ayatullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo kişandina wêne ya xudan rih û can, heram e? Eger hûnê bêjin heram e, xêra xwe sedem û delîla herambûna wê diyar bikin? Gelo hukma herambûnê, tenê derheq nexş û sêwiranê ye, an wênegirî û fîlmkişandinê jî ber xwe digire?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Kişandina wêneyê helal e; lêbelê çêkirina peykera giyandar û rihdaran û tecsîma wan heram e, lê tecsîm û çêkirina heykela bêcan / bêrihan caîz e, wek gul û dîmenên xwezayî. Her weha dibe ku resm û wêneya sê-dimîn (3D) jî bê kişandin, lewra ew ne tecsîm û peyker e. Vêca pirsyara we ya derheq sedema herambûnê, divê em bêjin ku Quran a Pîroz dema wesfa Xuda dibêje, kerem dike ku: “La yuselu emma yefel we hum yuselûn” – “Derheq wê ya Ew dike pirsyar jê naye kirin belku ji wan (mirovan) tê pirsyarkirin”. Madem ku meseleyekî li gorî hukmeka diyarkirî tê îsbatkirin, hingê ji sedem û sebebê nayê pirsyarkirin. Xêncî ku ness û gotinek şerîf ji aliyê Xuda û Resûlê Xuda wek sedem û sebeb hatibe destnîşankirin. Wek çawa mirovên vê serdemê jî îro fermanberiyê dikin ji qanûn û zagona welatên xwe, bêyî ku sebeb û sedema wan qanûnan bizanin, an ji berjewendiya wê agah bin; ev e ku em wekî bawerdarê Musilman, şerîeta Îslamê wek qanûn û zagonek qebûl dikin û me ji xwe re kiriye destûr.

Muhemmed Ye’qûbî

1 2 3 4
total: 35 | displaying: 21 - 30

Defter û Nivîsgeha Seyda yê Mezin

Şêx Muhemmed Ye’qûbî (x.b) – Pirsa xwe rêke

Necef a Pîroz