Destpêk | | Fetwayên Fiqhî
Fetwayên Fiqhî

Pirsa parve bikin

 

Xeyalkirina Derheq Jineka Biyanî

Cenabê seyda yê mezin Ayatullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Hukma vê ku kesekî derheq jineka biyanî, xeyalê bike, çi ye?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Xudayê Mezin, hesaba xeyalkirinê digel kesî nabîne û lê nagire; lewra hatinçûna navbeyna xeyal û wêneyên zihnî, ne di destê mirov da ye. Lêbelê pêdivê ye mirov pêşî li wan xeyal û fikran bigire, ew xeyalên ku dibe mirov bikişîne bal pêkanîna kiryarên heram û xirab. Vêca pêwîst e xwe ji wan xeyal û fikran bide paş û evê yekê di destê mirov da ye.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê (5)

Îhtiyat a Wacîb

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Eger li meseleyekî şerî de, hatibe gotin “îhtiyat a wacîb” gelo mirov dikare li wê meseleyê de xwe bi fetwaya merce’ek dî ve bigire?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Fetwadan a li ser esasê “îhtiyat a wacîb” di meseleyekî da, du sedem hene:

Sedema yekem: Ev e ku feqîhê fetwadêr dema delîl û burhana xwe şêlû bibîne, huccetan kêm bizane an jî delîlan li hev neyin, hingê fetwaya xwe li ser esasê “îhtiyat a wacîb” dide.

Sedema duyê: Ev e ku derheq hinek meseleyan jixwe qanûn û qaîdeya “îsalet-ul îhtiyat – xîm û esl bûna îhtiyatê” rêk dikeve.

Vêca eger serçavka fetwadana li ser “îhtiyat a wacîb” sedema yekê be, em caîz dizanin ku xelk xwe bi fetwaya feqîhekî dî ve bigirin, lêbelê eger sedema duyê be, hingê caîz nîne.

Yê mukellef eger nikare serçavka fetwadayîna li ser “îhtiyat a wacîb” bizane, pêwîst e li gorî îhtiyatê emel bike, an jî ji feqîhê xwe bipirse kanê gelo dikare di wê mesele de ji feqîhekî dî fetwa bixwaze an ne.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

Lîstika Domîno û Tawla Li Qehwexaneyan

Pirsyar:

Cenabê seyda yê mezin Ayatullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Di demên dawî de, lîstika Dominoes (bi kurtî Domîno) li taxên me pir populer û zêde bûye, hinek ji qehwexaneyan jibo behre û kar a zêdetir, vê lîstikê teblîx dikin û ciwanên me jibo kêfxweşî û derbaskirina wextê xwe, diçin qehwe û vê lîstikê dileyizin; vêca gelo:

1-      Hukma leyistin a Domîno bi awayê xelatkirin û cezadan û bêyî wan çi ye?

2-      Hukma pere û diraf wergirtina xwediyê qehweyê ji muşteriyan jibo lîstikê çi ye?

3-      Hukma têketin û rûniştina li qehwexaneyên ku teblîxa vê lîstikê dikin çi ye?

4-      Ger lîstikên wiha bêne heramkirin, hingê divê îmandar û bawerdar çi bikin?

5-      Di dawiyê em daxwaza hinek şîret û nesîhetan ji we dikin.

Komek ji xortên herêma Cîsan

Bersîv:

1-      Lîstikên ku xelat û ceza têda hebin ji nezer olî ve hemû qumar tên hesabê, herçend ku yê li lîstikê da xelat an pereyek neyê dayîn jî li gorî riwayeta ku ji Îmam Kazim (s.x) hatiye gêran: “en-Nerd we eş-şetrenc we el-erbetu eşer bi menzîletîn wahîdetin, we kullu ma qumere bihî fehuwe meysirun” – “Tawla û şetrenc û lîstika çardehê, hemû wek hev in û yek tên hesabê û heçiyê ku têda xelat û ceza (jêbirin û jêketin) hebe, meysir (ango qumar) e.”[1] Û ayetên pîroz û gelek ji hedîsan hukma herambûna meysirê beyan kirine. Xuda li Quranê kerem dike: “Ya Eyyuhellezîne amenû înnema el-xemr û we-l meysir û we-l ensab rîcsun min emel-îş şeytan fectenîbuhu le’ellekum tuflîhun * înnema yurîd-uş şeytan en yûqîe beynekum el-îdawete we-l bexzae fî-l xemr we-l meysir we yesuddukum en zîkrîllah we en es-selatî fehel entum muntehûn” – “Ey gelî kesên we bawerî aniye, şerab û qumar û senem û ezlam (cûreyek ji falê) pîs in ji kiryarên şeytanê ye. Ji wan xwe dûr bikin ta ku rizgar bibin. Şeytan dixwaze bi rêka şerab û qumar li nav we da dijminî û kîne bicîh bike û we paşda bide ji bîrveanîna Xuda û ji bicî anîna nimêjê. Gelo (tevî wan ziyan û fesadî û tevî evqas nehyê) hûne xwe bidin paş?” (Sûretê Maîde / 90-91).

2-      Pere, diraf û ucret wergirtin jibo lîstikên heram, heram e û dirafên ku tên girtin agirek dijwar e li zikê da.

3-      Rûniştina li civatên bêhûde û lehwê, heram e -çi bileyzin, çi neleyzin-. Xêncî ku jibo neyha ji kirêtiyê û pêşîlêgirtina wan lîstikên heram be; li gelek ji riwayetan ji rûniştina li wê cûre civatan nehya rûniştina li wan civatan hatiye kirin, û her wiha tê gotin ku eger ezabekî li ser wê civatê bê, hemû li ber wê ezabê dikevin. Di riwayetekî ji Îmam Sadiq (s.x) hatiye ku kerem kir: “Men celese ela el-le’b feqed tebewwe’e meq’eduhu mîn en-nar we kane eyşuhu zalîke hesretun eleyhî yewmel qiyame we îyyake we mucalîset el-lahî el-mexrûr bileîbîha fînnehu mîn el-mecalîs elletî qed bae ehluha bisexetîn minellah yeteweqqeûnehu kullu saetîn feyeummuke meehum.” – “Kesê li civatekî da rûnê ku dileyizin, rûniştingeha wî tejî dibe ji agirê û ew jiyana wî ya li wêderê li roja qiyametê jêra dibe sebebê hesretê. Qet ti carî digel bêhûdekarê lîstika wî bûye sebebê serxweçûna wî nerûne, çimko birastî civatên ku dibe xebeza îlahî di her an û demekê da bi ser wan da bêt, wê te jî li ber xwe bigire.”

4-      Wezîfe û erka bawerdaran ev e ku emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtiyê bikin, kirêtiyan nas bikin û ji qenciyan veqetînin û paşê hewil bidin ku kirêtiyan jinav bibin. Divê ti car digel kirêtiyan hevrê nebin û çavê xwe li ber wan negirin. Herçend pêwîst e mirov bi nermî û dilnizmî û exalqê qenc û şîret û bi bîrveanîna Xuda li ber wan bisekinin û kirêtiyan jinav bibin. Divê xwe ji dijûn û piçûkkirin û lomekirinê paşda bigirin; çimko dibe ku bandora wê bervajî be û bibe sebebê dijminî û kîneyê.

5-      Ez xudanê qehwexaneyan gazî dikim bal teqwatiyê û divê bizanin ku qezenc û kar, wan berew pêkanîna karê heram ve nekişîne. Çimko Xuda rizq û qûtê bendeyên Xwe rêdike û şûna zerer û ziyana wan tejî dike. Xuda kerem dike: “Men yetteqîllah yecel lehu mexrecen we yerzuquhu min heysu la yehtesib” – “Kesê teqwatiya Xuda bike, Xuda rêya xilasiyê jêre çêdike û ji cîhê ku qet gumana wê jî nake qût û rizqê didiyê.” Divê zemîneyên gunehê ji qehwexaneyan bên rakirin û tiştên helal ku dibe sebebê meyla muşteriyan bicî bikin, wek televizyonê û nîşandana şebekeyên kêrhatî û her wiha danîna kitêb û kovar û nivîsên bikêr.

6-      Li ciwanên ku demên xwe yên hêja bi lîstokên wiha re derbaz dikin ez şîretê dikim ku bi pêkanîna karên heram xwe neêxin ber agirê dojehê û nebin ji ehlê agirê û şûna lîstikên wiha, xwe mijûlê karên bikêr û hêja bikin, wekî çalakiyên civakî û xizmeta bo xelkê. Seredana dost û xizmê bikin, niyaza xelkê rakin û têkil civatên hêja û bikêr bibin, an jî derheq pirsgirêkn civakî nîqaşê bikin û bi vî awayî qehwexaneyan bikin cîhê ku pirsgirêkên civakî têda tên axaftin û bîr û hizir tên zanîn. Bila ti xebat û çalakî, ewan ji nimêja bi wext û nimêjên cemaetê li mizgeftan mehrûm neke, ku lezzet û behreyekî jê bibin, birastî lîstokên pûç û bêhûde ti car lezzet û behreyek wiha nagehîne mirov.

 

Muhemmed Ye’qûbî

12-ê Cemadî-us Sanî ya sala 1435-ê k.h.

Beraberê 12/04/2014

 



[1]- Binêre: Kitêba Wesa-îl eş-Şîe, beşa Tîcaret, babetê “ya ku kar pêve tê”, babê 140, hedîsa 1.

Pirsa parve bikin

Nifir û heqaretkirin li dirûşmên dînî yên biraderên me ji Ehlê Sunnetê

Heqaretkirina li muqeddesatên dînî yên Ehlê Sunnetê

Pirsyar:

Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Silav û rêz

Li roja salvegera şehadeta Îmam Muhemmed Cewad (s.x) hinek ji xortan li ser caddeyê bi rê ketin û tevî matemdariyê, nifir û heqaret li mezinên ehlê sunnet dikirin! Gelo nêrîna we derheq vî karî da çi ye û pêşniyarî û şîreta we ji ummeta Îslamî re çi ye?

Bersîv:

Bi navê Xuda

Ev karekî ehmeqane ye û karê cahîl û nezanan e û ti carî û bi ti awayî rêk nakeve digel sunnet û mekteba Ehlê Beytê (s.x). Herçend ez dûr nabînim ku hinek xwefirotî di vê bareyê da dixebitin ta navbeyna du komên mezinê Musilmanan xirab bikin. Lewma divê hemû Musilmanan hay ji vê fîtneyê hebin û jê agah bin. Min pêşiya niha da li xutbeyeka xwe da li bin navê “pîlanên şeytanî ji herêmê re” bal kişand ser vê mesele û min xelkê hay da ji neketina nav telika vê fîtneyê da.

Muhemmed Ye’qûbî

 

Pirsa parve bikin

Ji dêûbaban re caîz nîne ku li cîhazên zarokên xwe tecessusê bikin

Xem û tecessusa dê û bavan li nav cîhazên kesane ya zarokan

Seyda yê mezin Hz. Ayetullah Ye’qûbî (x.g) kerem kir: “Tecessus û zîranî ya dê û bavan û berpirsyarên dî li nav alav û cîhazên kesane yên zarokên wan de, wek têlefonên destî yan komploger an tablet û hwd, bi boneya zanîn û peyketina rewşa wan û pêşîgirtina li ketina nav gunehê, caîz nîne.”

Cenabê seyda kerem kir: “Sedema vê yekê ev e ku lêgerîna bi tecessus û zîranî, ji hêla Xwedê ve hatiye qedexekirin û Xwedê yê Bilindîn û Jorîn wiha kerem dike: “We La tecessesû / Û tecessusê nekin” (Sûretê Hucurat, ayeta 12). Dibe ku mebest û armanc a me rast be, lê tiştê ku em dikin jî divê rewa be, armanc ti carî nikare rêka nedurust û şêweya nerewa, rewa bike. Dibe ku dêûbav bikarin piştî tecessusa di nav zarokên xwe de xeletiyekî ji wan bibînin û çareser bikin, lê bi vî awayî baweriya zarokên xwe ya ji wan re jidest didin û zelalbûn û eşkerebûna di gotar û kiryarê navbeyna xwe winda bikin, û ev gavek pir xeternak e di pêwendiya dê û bav û zarokên wan de.

Ya rast ev e ku zarok bi baldarî û bi zîrekî, bêyî ku pêşî li azadiyên wan were girtin, hay ji wan bimînin.

Seyda her wiha destnîşan kir ku divê zarok ji xeletiyên ku dêûbav ditirsîne an dibe sebebê dudilî û mereqa wan, pêk neyînin; wek girtina derî an karên veşartî û hwd., ku ev yek dibe sedema mereqa dêûbavan û wan dikişîne bal pêkanîna hinek karan jibo pêşgîriyê.

Hema vî hukmî derheq mêr û jin jî rêk dikeve, ne rewa ye ku li ser îhtîmal û guman û şikê, li nav cîhazên hevûdu da bigerin, ji ber ku ev, wekî me gotî, dibe sedema windakirina bawerî û zelaliyê di navbera wan de.”

 

 

 

 

 

1 2 3 4
total: 35 | displaying: 31 - 35

Defter û Nivîsgeha Seyda yê Mezin

Şêx Muhemmed Ye’qûbî (x.b) – Pirsa xwe rêke

Necef a Pîroz