Îhtiyat a Wacîb
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê (5)
Îhtiyat a Wacîb
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Eger li meseleyekî şer’î de, hatibe gotin “îhtiyat a wacîb” gelo mirov dikare li wê meseleyê de xwe bi fetwaya merce’ek dî ve bigire?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Fetwadan a li ser esasê “îhtiyat a wacîb” di meseleyekî da, du sedem hene:
Sedema yekem: Ev e ku feqîhê fetwadêr dema delîl û burhana xwe şêlû bibîne, huccetan kêm bizane an jî delîlan li hev neyin, hingê fetwaya xwe li ser esasê “îhtiyat a wacîb” dide.
Sedema duyê: Ev e ku derheq hinek meseleyan jixwe qanûn û qaîdeya “îsalet-ul îhtiyat – xîm û esl bûna îhtiyatê” rêk dikeve.
Vêca eger serçavka fetwadana li ser “îhtiyat a wacîb” sedema yekê be, em caîz dizanin ku xelk xwe bi fetwaya feqîhekî dî ve bigirin, lêbelê eger sedema duyê be, hingê caîz nîne.
Yê mukellef eger nikare serçavka fetwadayîna li ser “îhtiyat a wacîb” bizane, pêwîst e li gorî îhtiyatê emel bike, an jî ji feqîhê xwe bipirse kanê gelo dikare di wê mesele de ji feqîhekî dî fetwa bixwaze an ne.
Muhemmed Ye’qûbî