Ji dêûbaban re caîz nîne ku li cîhazên zarokên xwe tecessusê bikin

| |times read : 351
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Ji dêûbaban re caîz nîne ku li cîhazên zarokên xwe tecessusê bikin

Xem û tecessusa dê û bavan li nav cîhazên kesane ya zarokan

Seyda yê mezin Hz. Ayetullah Ye’qûbî (x.g) kerem kir: “Tecessus û zîranî ya dê û bavan û berpirsyarên dî li nav alav û cîhazên kesane yên zarokên wan de, wek têlefonên destî yan komploger an tablet û hwd, bi boneya zanîn û peyketina rewşa wan û pêşîgirtina li ketina nav gunehê, caîz nîne.”

Cenabê seyda kerem kir: “Sedema vê yekê ev e ku lêgerîna bi tecessus û zîranî, ji hêla Xwedê ve hatiye qedexekirin û Xwedê yê Bilindîn û Jorîn wiha kerem dike: “We La tecessesû / Û tecessusê nekin” (Sûretê Hucurat, ayeta 12). Dibe ku mebest û armanc a me rast be, lê tiştê ku em dikin jî divê rewa be, armanc ti carî nikare rêka nedurust û şêweya nerewa, rewa bike. Dibe ku dêûbav bikarin piştî tecessusa di nav zarokên xwe de xeletiyekî ji wan bibînin û çareser bikin, lê bi vî awayî baweriya zarokên xwe ya ji wan re jidest didin û zelalbûn û eşkerebûna di gotar û kiryarê navbeyna xwe winda bikin, û ev gavek pir xeternak e di pêwendiya dê û bav û zarokên wan de.

Ya rast ev e ku zarok bi baldarî û bi zîrekî, bêyî ku pêşî li azadiyên wan were girtin, hay ji wan bimînin.

Seyda her wiha destnîşan kir ku divê zarok ji xeletiyên ku dêûbav ditirsîne an dibe sebebê dudilî û mereqa wan, pêk neyînin; wek girtina derî an karên veşartî û hwd., ku ev yek dibe sedema mereqa dêûbavan û wan dikişîne bal pêkanîna hinek karan jibo pêşgîriyê.

Hema vî hukmî derheq mêr û jin jî rêk dikeve, ne rewa ye ku li ser îhtîmal û guman û şikê, li nav cîhazên hevûdu da bigerin, ji ber ku ev, wekî me gotî, dibe sedema windakirina bawerî û zelaliyê di navbera wan de.”