Kişandina Wêne û Çêkirina Peyker
Kişandina Wêne û Çêkirina Peyker
Cenabê seyda yê mezin Ayatullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo kişandina wêne ya xudan rih û can, heram e? Eger hûnê bêjin heram e, xêra xwe sedem û delîla herambûna wê diyar bikin? Gelo hukma herambûnê, tenê derheq nexş û sêwiranê ye, an wênegirî û fîlmkişandinê jî ber xwe digire?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Kişandina wêneyê helal e; lêbelê çêkirina peykera giyandar û rihdaran û tecsîma wan heram e, lê tecsîm û çêkirina heykela bêcan / bêrihan caîz e, wek gul û dîmenên xwezayî. Her weha dibe ku resm û wêneya sê-dimîn (3D) jî bê kişandin, lewra ew ne tecsîm û peyker e. Vêca pirsyara we ya derheq sedema herambûnê, divê em bêjin ku Quran a Pîroz dema wesfa Xuda dibêje, kerem dike ku: “La yuselu emma yefel we hum yuselûn” – “Derheq wê ya Ew dike pirsyar jê naye kirin belku ji wan (mirovan) tê pirsyarkirin”. Madem ku meseleyekî li gorî hukmeka diyarkirî tê îsbatkirin, hingê ji sedem û sebebê nayê pirsyarkirin. Xêncî ku ness û gotinek şerîf ji aliyê Xuda û Resûlê Xuda wek sedem û sebeb hatibe destnîşankirin. Wek çawa mirovên vê serdemê jî îro fermanberiyê dikin ji qanûn û zagona welatên xwe, bêyî ku sebeb û sedema wan qanûnan bizanin, an ji berjewendiya wê agah bin; ev e ku em wekî bawerdarê Musilman, şerîeta Îslamê wek qanûn û zagonek qebûl dikin û me ji xwe re kiriye destûr.
Muhemmed Ye’qûbî