Nimêj A Rêwî

| |times read : 360
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Nimêj A Rêwî

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

1- Gelo ferz e kesê rêwî nimêja xwe qesir bike ango nimêja xwe şikestî bike?

2- Gelo kesê ku jibo seredana heval an mirovên xwe ji bajarek diçe bajarekê dî, divê nimêja xwe qesir / şikestî bike?

3- Gelo dema kesekî jibo dîtina kesekî diçe bajarek dî û çend rojan li wêderê dimîne, divê nimêja xwe qesir / şikestî bike?

4- Eger kesekî ku îmam e û nimêja xwe bi awayê qesir / şikestî nake, divê ez li pey wî nimêja xwe qesir bikim an digel wî nimêja xwe destpê bikim û bi dawî bînim?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

1- Nimêj li demê rêwîtiyê de, tê qesir kirin û bi awayê şikestî tê kirin, û hukma vê mesele ne li gorî îxtiyar û viyan a mirov e, ku bixwaze qesir an kamil bike.

2- Me şert û merc û çawaniya qesir / şikestî bûna nimêjê li rîsale ya xwe ya emeliyye ya bi navê Subul-us Selamê da diyar kiriye. Yek ji wan derbazkirina 22 kîlometr a çûn û 22 kîlometr a hatinê û … ye. Û ti ferq nake kanê sedema rêwîtiyê seredan û dîtina dost û hevalan be, an tiştekî dî.

3- Qesirkirina nimêjê ferz e, xêncî ku rêwîtiya wî berew welatê wî bixwe an bi aliyê ciyê xebata wî be, an jî viyana wî li ser vê be ku qet nebe bi qasî 10 rojan li wêderê bimîne.

4- Divê hûn teklîfa xwe ya ku qesirkirina nimêjê ye pêk bînin û li dawiya reketa duyemê divê hûn teşehhud û selam bidin. Îmam jî eger teklîfa wî kamilkirina nimêjê be, ew ê dewamê bide nimêja xwe.