Destpêk | | Fetwayên Fiqhî
Fetwayên Fiqhî

Pirsa parve bikin

 

Bİ NAVÊ XWEDA

FETWAYÊN NÛ

7- FENOMEN Û DİYARDEYÊN CİVAKÎ YÊN RÊŞAŞ

Hinek fenomen û diyarde yên dijberî perwerdeyên Şarîê Pîroz û exlaqên mirovahiyê yên binyadî, di nava civakê de xuya bûne, û hinek kiryar jî, negihîştine sînorê diyardeyek civakî ya giştî û hêj wek kiryarên takekes in, lêbelê dilxavî û xefleta ji wan, dibe sedema şikestina sînorê ku ji hêla Xwedayê bilindîn ve hatî rêgirtin da ku heraman dorpêçîn bibin, werin dermankirin û cezakirin. Ev diyardeyên rêşaş, dibin sedema  derketina tirsê ji dilê kesên ku dixwazin gunehan pêk bînin, û ev jî, dibe wesîle di kirina wan de, ji kesê ku di dilê wî de nexweşî heye re. Her wuha ev tiştên şaş û jirêderketî wusa belav dibin û berfireh dibin ku digihîjin wek rewşek gelemperî, û êdî dermankirina wan dijwar dibe.

Ji ber vê yekê, tişta ku ji mirovên civakê re hewce dike, bi taybet jî, kesên ku li pey rêberiya maqûl ya merceîyeta mîsyonel bin, ne ku tenê xwe ji van tiştan dûr bikin, belkî lê bixebitin ku civakê jî, bi hişmendi û şîreteka baş ji van kiryaran paqij bikin. Lewra wan çengê xwe avêtine vê ferîzeya bilindîn: destura bi qencîyê û qedexekirina ji neqencîyê, ya ku Îmam (s.x) ew wek ferîzeya herî bilindîn û hêja bernavk kiriye. Vêca em di bin ronahîya vî fermanê Xwedayê bilindîn de ku gotiye: وَتَعَاوَنُواْ عَلَى الْبرِّ وَالتَّقْوَى وَلاَ تَعَاوَنُواْ عَلَى الإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ Li ser qencî û teqwayê hevalîkarîyê bikin, lê li ser guneh û dijminîyê alîkarîya hev nekin. (Maîde/2). gazî dikin ku her kes mil bide milê hev û hev hêzdar bikin. Her weha em bang li wan dikin ku hevdu piştgirî bikin da ku van fenomenan sererast bikin, van fetwayan ragihînin, civakê perwerde û şîret bikin û ji wan re rêberîyê bikin. Vêca pesn ji wan kesan re ye ku van şîretan digirin û tişta xuyayî diguherînin: وَلْتَكُن مِّنكُمْ أُمَّةٌ يَدْعُونَ إِلَى الْخَيْرِ وَيَأْمُرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَوْنَ عَنِ الْمُنكَرِ Bila komek ji we hebe ku gazî bal xêrê ve dikin û qencîyê emir dikin û ji xerabîyê jî dûr digerînin. (Alê Îmran/104).

Hinek ji wan diyardeyan:

1- Hin salonên bedewiyê an hin firotgehan hene ku hinek wêneyan an sêwiran ên jinan yên ku li dijî Şerîetê ne dadleqînin. Divê ji wan were şîret werekirin ku wan ji holê rakin an jî, bi rengek wisa daleqînin ku zirarê nedin heya û eybûarîya gel ya giştî.

2- Hin merasîmên dawetê yên jin û mêran, bi kiryarên heram yên wek stran û danskirina li ber muzîkê, an jî lixwekirina jinan hinek cilên vekirî û şeffaf, bi hinceta ku civat taybetî jinan e, tên gerandin. Vêca ew dibe sedema belavbûna xapandin û fitneyan, an jî, jinên li civatê bi xapandina van jinên fettan, ji mêrên xwe têr dibin! Ku Masûman (s.x) ev yek qedexe kirine.

3- Hin firotgehên qehweşap hene ku tê de homoseksuelî û hinek karên heram û munker, wek danûstendina fîlim û kovarên pornografîk, an têkiliyên cinsî yên jirêderketî, an danûstendina maddeyên tevzok û hwd. tênkirin.

4- Hin dêûbav, dema xwestina keçên xwe mehrîyeya wê zêde dibêjin û şertên ku xwazgir nekarin pêk bînin, didin pêş, digel ku ew bi xwe jî, dibêjin ku kurik xortekî salih û paqij e û dikare jina xwe bextewar bike û rûmeta wê biparêze, lêbelê dîsa jî, ew li dû van kevneşopiyên bêwate û bêrêzî gav davêjin, ku ev yek, di damezrandin û gavavêtina di vê rêya pîroz a îlahî de, yek ji wan astengiyên mezin e, û bi awakî eşkere dijberî şîretên Masûman (s.x) e. Lewra ji wan (s.x) hatiye rîwayetkirin ku gotine: dema kesekî hûn ji eqlê wî û dînê wî razî bin hate xwestina keça we, wî bizevicînin, heke hûn vê yekê nekin, wê li ser rûyê erdê fitne û fesadîyek mezin derkeve!

5- Hin seyîdên Elewî (Xweda rûmeta wan zêde bike) hêj jî, şert dikin ku kesê were keça wî bixwaze pêwîst e ew jî, Elewî be. Birastî me daxuyaniyek berfireh weşand da ku bersivê bidin vê adeta neheq a ku jinên Elewî, ji xwedîkirina mafê xwe ji jiyana zewacek dadperwer digire, û ku di zewaca wan de, Elewîbûna mêr, ne hewce ye.

Muhemmed Yaqûbî

7 Remezan a 1437

 

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê (5)

Îctîhad û Zanatir Bûn

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo mirov bi çi awayekî şerî dikare îctîhad û zanatirbûna merce’ekî nas bike?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Îctîhad û zanatirbûna merce’ê li bal wî bixwe bi rêka wîjdanê û li bal yên dî bi rêka şehdeyîdana ehlê zanîn û pisporiyê tê naskirin. Ehlê zanînê ku xwenda ne û seydayên bilindmertebe ne li medreseyên dînî da, çi bixwe muctehîd bin û çi nebin. Lêbelê yên ku ne ehlê zanînê ne, herçend hejmara wan pir zêde be jî, gotina wan a derheq îctîhad û zanatirbûna merce’ekî da ne huccet e û ji gotina wan ra îtîbarek tine. Herçend ewên ku ne ehlê zanînê ne, dikarin gotina ehlê zanînê ji malbata xwe û dost û hevalên xwe re bêjin, ku vê şêweya danezanînê li bal hemû aqilmendan qebûl e û di hemû cûreyên îlm û huner û herwiha hukmên şerî’etê da durust e. Wek çawa hemû endamên malbatê bi gotina serokê malê dikin, ne ji ber vê ku serokê malê ehlê zanîn û tecrube ye, belku baweriya wan bi wî tê û ev yekê bi vî qasî ji wan ra huccet e, ne zêdetir. Her wiha gotina zanayê bajarekî ji ehlê bajar ra huccet e, û hwd.

Û şert û merca ku ji cîhê bawerîbûna ehlê zanînê ra heye, cuda ji zanabûn û xwendabûna wan, ev e ku bi durustî û bi hayjêmanê şehdeyî bidin û ehlê teqwayê bin û ji hewaya nefsê dûr bin û berjewendiyên xwe yên şexsî an qewmî pêş nexin.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê

Haydan û Emrên Wîlayî – Gotar û Fetwa

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Tê dîtin ku hinek caran hûn li gotar û xutbeyên xwe da ehlê îmanê hay didin ji tiştekî ra û emrê bi wê dikin, lêbelê ew ne di qalibê fetwayê da ne, gelo gotarên we yên ji vê pêkê jî emrê wîlayî tên hesabê? Gelo pêkanîna wan ferz e? Gelo ferqa di navbeyna fetwa û gotarên we çi ne?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Derheq ferzbûna pêkanîna hukmên fiqhî û şerî da ti ferq tine, çi di qalibê fetwayê da be çi jî di gotar û xutbeyan da be.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê

Haydan û Emrên Wîlayî – Gotar û Fetwa

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo peyrewîkirin û pêkanîna emrê welî yê feqîh ferz e? Mebesta min peyrewîkirin a siyasî ye.

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Peyrewî bikin ji haydan û emrên merceyê xwe, çi li meseleyên fiqhî û çi jî li helwestên siyasî an jî bûyerên civakî da. Çawa ku Îmam Mehdî (s.x) li gotina xwe de kerem dike: “Di bûyeran da (civakî û …) xwe bi riwayetkerên gotinên me bigirin, birastî ew huccetên me li ser we ne û ez jî huccetê Xuda me li ser wan.”

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê

Gelo Destnimêj Bi Destlêdana Necasetê Dişkê?

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo weku dema mirov poşîna zarokê xwe diguherîne, bi destlêketina mîz û necasetê zarok destnimêj dişikê?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Nexêr, di vî haletî da destnimêj naşikê.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê

Gelo Destnimêj Bi Destlêdana Organa Cinsî ya Xetne Nekirî Dişkê?

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo destnimêj bi destlêdana organa cinsî ya xetne nekirî ya zarok dişkê?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Nexêr, di vî haletî da destnimêj naşikê.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê

Gelo Deq Asteng e Ji Destnimêjê Re

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo deqa li ser endamên bedenê, asteng e ji destnimêj an xuslê re?  Ango destnimêj û xusil nedurust e?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Deq, asteng nîne ji destnimêj û xuslê re.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê

Daherikîna Ava Menî ya Mêr Piştî Xuslê

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Ez jinikekê bimêr im û pirsyar a min ev e: Piştî ku min xusil kir, eger ava menî ya mêr ji min biherike xwarê, gelo hingê xusla min betal dibe an durust e?  

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Piştî xusilkirinê, ku ava menî ya mêr ji jinik biherike xwarê, nabe sebebê betalbûna xuslê, lêbelê pêwîst e cîhê wê û cil û bergên ku menî lêketî bêt paqijkirin.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê

Çawaniya Destnîşankirina Muctehîdê Zanatir

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Pir caran tê gotin ku jibo teqlîdkirinê pêwîst e ji yê zanatir bêt teqlîdkirin. Lêbelê dema em derheq yê zanatir dipirsin, di bersîvan da kesayetiyên cûrbicûr destnîşan dikin, gelo di vê babetê da çare çi ye?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Ev erk û wezîfeya ehlê zanînê, ango seydayên mezin ên ku di medreseyan da ne û têkil dersên bilind ên merceên giranqedr dibin û dikarin yê zanatir nas bikin. Îxtîlaf a wan jî meseleyek normal e, wek çawa mirovan derheq naskirin an desnîşankirina doktorê zanatir an parêzerê zanatir da dikevin îxtîlafê. Mirov jî derheq naskirina merceên zanatir çareyekî dî tine xêncî ku ji ehlê zanînê bipirse, ewên ku baweriya wî bi teqwa û zanîna wan tê, hingê divê bi gotina wan bike û dil nede îxtîlafan.

Muhemmed Ye’qûbî

Pirsa parve bikin

 

Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê

Şert a Merce’iyyetê

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)

Selam û rehmeta Xweda li we be!

Pirsyar:

Gelo pêdivê ye çi şert û mercan di kesekî da hebe ku jêre bê gotin merceê teqlîdê?

Bersîv:

Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn

Me li berhevoka fiqhî ya xwe da (Subul-us Selam – Rêkên Selametiyê) da vê yekê şîrove kiriye; şert û merc ev in ku ehlê îctîhadê û dûrketî ji xirabiyan be û xudanê kesayetiya qenc be û her wiha bikeve nav çarçova wan kesên ku zanatir ji yên dî tên hesibandin.

Muhemmed Ye’qûbî

1 2 3 4
total: 35 | displaying: 1 - 10

Defter û Nivîsgeha Seyda yê Mezin

Şêx Muhemmed Ye’qûbî (x.b) – Pirsa xwe rêke

Necef a Pîroz