Haydan û Emrên Wîlayî – Gotar û Fetwa
21/12/2019 02:26:00 |
23/Meha Rebî’us Sanî/1441|times read : 447
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê
Haydan û Emrên Wîlayî – Gotar û Fetwa
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Tê dîtin ku hinek caran hûn li gotar û xutbeyên xwe da ehlê îmanê hay didin ji tiştekî ra û emrê bi wê dikin, lêbelê ew ne di qalibê fetwayê da ne, gelo gotarên we yên ji vê pêkê jî emrê wîlayî tên hesabê? Gelo pêkanîna wan ferz e? Gelo ferqa di navbeyna fetwa û gotarên we çi ne?
Bersîv:
Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Derheq ferzbûna pêkanîna hukmên fiqhî û şer’î da ti ferq tine, çi di qalibê fetwayê da be çi jî di gotar û xutbeyan da be.
Muhemmed Ye’qûbî