Îctîhad û Zanatir Bûn
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê (5)
Îctîhad û Zanatir Bûn
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo mirov bi çi awayekî şer’î dikare îctîhad û zanatirbûna merce’ekî nas bike?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Îctîhad û zanatirbûna merce’ê li bal wî bixwe bi rêka wîjdanê û li bal yên dî bi rêka şehdeyîdana ehlê zanîn û pisporiyê tê naskirin. Ehlê zanînê ku xwenda ne û seydayên bilindmertebe ne li medreseyên dînî da, çi bixwe muctehîd bin û çi nebin. Lêbelê yên ku ne ehlê zanînê ne, herçend hejmara wan pir zêde be jî, gotina wan a derheq îctîhad û zanatirbûna merce’ekî da ne huccet e û ji gotina wan ra îtîbarek tine. Herçend ewên ku ne ehlê zanînê ne, dikarin gotina ehlê zanînê ji malbata xwe û dost û hevalên xwe re bêjin, ku vê şêweya danezanînê li bal hemû aqilmendan qebûl e û di hemû cûreyên îlm û huner û herwiha hukmên şerî’etê da durust e. Wek çawa hemû endamên malbatê bi gotina serokê malê dikin, ne ji ber vê ku serokê malê ehlê zanîn û tecrube ye, belku baweriya wan bi wî tê û ev yekê bi vî qasî ji wan ra huccet e, ne zêdetir. Her wiha gotina zanayê bajarekî ji ehlê bajar ra huccet e, û hwd.
Û şert û merca ku ji cîhê bawerîbûna ehlê zanînê ra heye, cuda ji zanabûn û xwendabûna wan, ev e ku bi durustî û bi hayjêmanê şehdeyî bidin û ehlê teqwayê bin û ji hewaya nefsê dûr bin û berjewendiyên xwe yên şexsî an qewmî pêş nexin.
Muhemmed Ye’qûbî