Daxuyaniya dawîn a roja Erbe’îna Huseynî ya sala 1443-ê ya koçî ya heyvî

| |times read : 616
Daxuyaniya dawîn a roja Erbe’îna Huseynî ya sala 1443-ê ya koçî ya heyvî
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Daxuyaniya dawîn a roja Erbe’îna Huseynî ya sala 1443-ê ya koçî ya heyvî

Ji aliyê

Seydayê Mezin Cenabê Şêx Muhemmed ê Yeqûbî (x.g)

 

Bi navê Xwedê yê Dilovan û Dilovîn

 

“Hemû pesn û hemd, her ji Xwedê re bin ku em bi vê yekê serwext û hîdayet kirin. Heke Xwedê em pê serwext û hîdayet nekiriba, em qet tê nedigehîştin. Sond be, hinartiyên perwerdegarê me ser rastiyê hatine.” (Sûretê E’raf / Ayeta 43)

“Selat û selamê Xwedê li ser Huseyn û Elî yê kurê Huseyn û li ser Ebulfezl ê Ebbas, û li ser ewladên Huseyn û li ser heval û hogirên Huseyn bin”

Îsal û wek her salê dî, bi mîlyonan Musilmanên ku ji rêka Îmam Huseyn (s.x) hez dikin û evîndarê riya Huseynî ne, di vê meşa mîlyonî ya ku bi sedan kîlometran e beşdar bûn, li ser vê rê de bingeha hemî hêjanên herî bilind ên mirovayetî û însanî hatiye damezrandin, ev rê peyama dadgerî, rizgarî, aşîtî, hezkirin û biratiya hemû mirovan pêşkêş dike û neheqî, koletî, quretî, xurtî, zulm û sîtemê red dike.

Li Îraqê, dema ku em van hemî xîzmetên belaş di nav çend rojan de ji zêdetirî deh mîlyon ziyaretkaran re pêşkêş dikin, em minnetê li ti kesî nakin û em ji kesekî ti xelat û spasiyê hêvî nakin, belku em vê yekê wekî erkek dihesibînin. Belku divê em ji bo vê bereket û nîmeta hêja, ji Xwedayê Mezin re şikirdar bin, ji ber ku Wî axa me ya paqij wekî tirbeya pîroz ji welî û dostên Xwe yên mezin re hilbijart û em jî wekî rûniştevanên vê axê hilbijartin, ji ber vê yekê li ser me ferz e ku em rêzê ji ziyaretkerên wan re bigirin, ta xwedê jî me layiq û şayisteyê vê nîmetê bike. Her weha Xwedê yê Mezin ev der kiriye cîhê damezrandina hukûmeta xwe ya dadmend ku Îmam Mehdî (s.x) dê li ser vê axa bi bereket de ava bike, û ew ê wê wekî paytexta xwe hilbijêre û ji vêderê wê dest pê bike ta ku cîhanê tejî bike ji edaletê û ewlehî, aşitî û bextewariyê bîne.

Yên dijber û yên ku muxalifê vê riya pîroz in, lome li medikin, rexne dikin û me tawanbar dikin û dudilî tê de çêdikin; ev helwesta wan, ji ber nebûna têgihîştinê ye di wan de û ew nikarin mezinahiya vê rêûresmê û bereketa wê ya ku li ser hemî mirovan de tê, hem di paşerojê de û hem jî îro rojê û hem jî pêşerojê de bibînin. Ji bo têgihîştina pîroziya vê rêkê, hema ev bes e ku ev rê nimûneyek e ji bo beyankirina evîn û hezkirina ji Ehlê Beytê (s.x), ku Xwedê Teala kerem kiriye:

“[Ey Resûlê Min! Ji wan re] Bêje: Ez ji bilî hezkirina ji eqrebayê xwe [Ehlê Beytê] ti kirhekê li beraberê vê [teblîx û ragehandina xwe] ji we naxwazim …” (Sûretê Şûra / Ayeta 23). Û her weha, ev rê, sebeb û sedem e ji rêrastbûna gelek kesan re berew rêka hîdayet û heqîqetê û her weha bey’etek e ji bo meşa li ser wê rêya ku şehîd û siddîq û salîhan ser de meşiyane.

Ew ji me dixwazin ku em mucîzeyan nîşan bidin ji bo ku em rewabûn û heqîqeta vê rêûresm û van dirûşman îspat bikin, û çiqas zêde ne nîşanên mucîzeyan ji bo mirovên ramanwer û ehlê têgehiştinê. Yek ji wan mucîzeyan, hema exlaqê bilind e ku meşvanan bi hemû heyîna xwe berpêş dikin, exlaqê ku di dinyaya me ya maddî ya îro de bêhempa û bêmînak e.

Ezê tenê yek ji wan destnîşan bikim; lê binêrin û bibînin ku li ser vê riya ku qet nebe deh mîlyon kes kom dibin û bi qasî çend rojan û li cîhên qelebalix de û nêzîkê hev dicivin, û navendên tenduristiyê heta niha jî yekî ku bi nexweşiya Koronayê duçar bibe, nedîtine û tiştek weha nehatiye qeydkirin.

Bûyera rojane ya nexweşiya Koronayê li hemî parêzgehên Îraqê de beriya van rojan gihîştibû deh hezar kesan ku bi wê vîrûsê ketin, lêbelê di van rojan de hejmara yên bi wê vîrûsê ketîn nêzî 2000 kesan e; di halekî de ku kombûna çend deh hezar kesan li stadyuma Londonê li Tîrmeh a borî de bû sedema pêketina 50,000 kesan, ev jî di halekî de bû ku zêdetirî nîvê xelkê Îngilîzê waksîn/deqanok lêda bûn, û ya balkêş ev e ku ev mesele di wê rojê de çêbû ku biryara serbestberdana xelkê û rakirina qerenîne û beskirina pêşîlêgirtinê hatibû dayîn û wê rojê wekî Roja Azadiyê hatibû binav kirin.

Mebesta min ne ew e ku bêjim tedbîrên pêşîlêgirtinê bi kêr nayên û nabêjim ku ne pêwsît e, lê ez dixwazim rastî û heqîqetekê danim ber çavan û destnîşan bikim.

Rêûresmên îlahî di damezrandina ol û domandina bawerî û îmanê di dilê mirovan de rolek girîng dileyzin, û em nizanin ku xelk bêyî wan dê çawa bin, ji bilî vê ku, bêy wan, xelk li nezaniya xwe vedigerin, mîna mîlletên berê, gava ku ew ji rê û destûrên pêxemberan xwe paşde dan.

Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bereketên Xwe li ser me bidom bibarîne û welatê me yê delal Îraqê û hemî welatên Îslamî ji komplo û fîtne û xerabî û xapandina dijminan biparêze û piyên me di rêya dadgeriyê de qahîm bike, ji ber ku Ew Parêzgerê bereketan e, Parêzgerê bereketan û her Ew e xwediyê nîmetan.

Muhemmed Yaqûbî – Necefa Eşref

20 / Meha Sefer / 1443 k.h.

28/9/2021