Li Hevdîtina Digel Kerwana Nîda-ul Eqsayê: Li ti qad û zemînan de çareyek ji bilî çarerêka Îslamî li dijî dijminan te tin

| |times read : 449
Li Hevdîtina Digel Kerwana Nîda-ul Eqsayê:  Li ti qad û zemînan de çareyek ji bilî çarerêka Îslamî li dijî dijminan te tin
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Li Hevdîtina Digel Kerwana Nîda-ul Eqsayê:

Li ti qad û zemînan de çareyek ji bilî çarerêka Îslamî li dijî dijminan te tine

 

Bi navê Xwedê yê Dilovan û Dilovîn

Li hevdîtina digel Kerwana Nîda-ul Eqsayê de, Seydayê Mezin Cenabê Şêx Muhemmed ê Yeqûbî: Li ti qad û zemînan de çareyek ji bilî çarerêka Îslamî li dijî dijminan te tine.

Seyda yê mezin cenabê Ayetullah Şêx Muhemmed Yeqûbî (x.g) li hevdîtina digel Kerwana Nîda-ul Eqsayê li cîhê xwe yê li Necefê de[1] ku komek ji zanyarên cîhadker ên Sunnî û Şîe bûn, ji Filestîn û Sûriye û Lubnanê, bi mebesta avakirina mewkîbek li ser rêya ziyaretkerên Îmam Huseyn (s.x) û her weha ji bo bîranîn û yadkirina navê Qudsa Şerîf û hilêxistina rûhê cîhadê di nav dilê Musilmanan ji bo vegirtina serzemînên ku hatine dagîrkirin de, xwe gehandine Îraqê. Piştî ku wan mebest û amanca ya xwe ya ji hatina Îraqê û beşdarbûna li meşa berew ziyareta Îmam Huseyn (s.x) anîn ziman, ji pirsgirêkên xelkê Filestînê û berxwedana wan axaftin. Seyda yê mezin cenabê Şêx Muhemmed Yeqûbî li destpêka axaftina xwe de bi xêr hatina mêhvanên xwe kir û ji bereket û nîmet û taybetmendiyên cîhê ku lê ne û ji bereketa hevcîwarî ya digel Mîrê Bawerdaran Îmam Elî (s.x) axaft, yê ku agirê desîse û fêlbaziya Cihûyan li şerên destpêka Îslamê tefand. Her weha cenabê wî derheq taybetmendiyên vê dem ê ku tê de ne û derheq yadkirin û bîranîn a serhildana Îmam Huseyn (s.x) ku sembola cîhad û berxwedan û têkoşîn a li dij zulm û zorê ye û mînaka eşkere ya serhilderan û azadîxwazên cîhanê ye peyivî. Piştî wan gotinan, weha dewam da gotinên xwe:

Mizgefta Eqsayê û Qudsa Şerîf, yekem qîble û sêyem herem e ku ji destpêka Îslamê xwediyê cîhek taybet di dilê Musilmanan de ye, zana û seydayên li Necefa Eşrefê de[2] ji bo pirsgirêka Filestîn û Qudsa Şerîf û dagîrbûna serzemînên wan, ji mêj ve di xema wan de bûne û xwe pê mijûl dikirin; seyda û avakerê mezin cenabê rehmetiyê Şêx Muhemmed Huseyn ê Kaşîf-ul Xîta (x.r) hema ji destpêka koçkirina Cihûyan bi aliyê serzemîna Filestînê piştî peyman û daxuyaniya Balfûr a di sala 1917-ê z. de, bi xwe li civata Îslamî ya li Qudsê de ku li sala 1931-ê z. û 1350 k.r de hatibû lidarxistin, beşdarî kir.

Cenabê seyda yê mezin Şêx Muhemmed Yeqûbî, destnîşan kir ku bi alîkarî û piştevanî û pêşniyariya zanyarên li bajarê Necefa Şerîf de têkoşînên cîhadî li dij rejîma dagîrkera Sîhyonîstê li sala 1969-ê z. de dema ku îtîraz çêbû ji ber agirberdana Mizgefta Eqsayê de, bi rê ket û cenabê seyda yê mezin Muhsin ê Hekîm (x.r) vê yekê pîroz kir û ruxset da ku diraf û malên ku ji bo karên dînî re ji aliyê peyrewên wî dihatin, ji bo wê meseleyê xerc bikin. Zanyarên Necefa Eşref her û her ji berxwedana Îslamî li hember zordestiya dijminên ku her û her ji ber korbaweriya xwe agirê şer geş dikin bi aliyê rêka berxwedana Îslamî û bi qahîmkirina baweriyê gazî dikirin, lêbelê sazûman û rêkxistinên dewletî û hêzên hukûmetî û çalakvanên wan şîar û dirûşma qewmê Ereb rakiribûn, ku vê yekê heta nebe hevrêya Îslam û îmanê, bi kêr nayê. Hema vê yekê bû sedem ku Musilmanên ne Ereb, ji qadê dûr bikevin; çimko hukûmet vê pirsgirêkê tenê wek pirsgirêka Ereban bi tenê dabû nasandin.

Seyda yê mezin cenabê Şêx Yeqûbî di beşek dî ji axaftina xwe de behsa guherîna rewşê kir, ku di sala 1987-ê z. dema cîhada Îslamî destpê bû û ji nû ve sax ve bû û hêzên nû lê zêde bûn. Ev hema ew tişt e ku Xwedê yê Mezin li Qurana Pîroz de kerem dike û bal dikişîne ser nezanî û tênegihiştina dijminan:

»إنْ يَكُنْ مِنْكُمْ عِشْرُونَ صَابِرُونَ يَغْلِبُوا مِائَتَيْنِ وَإِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ مِائَةٌ يَغْلِبُوا أَلْفًا مِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَا يَفْقَهُونَ«

“Ey Pêxember! Bawerdaran ji cengê re hilêxe, ku eger tenê bîst kes sebirdar hebin wê bikarin bi dused kesan, û eger ji we sed kes (sebirdar) hebin, wê bikarin bi hezar kafiran; çimko ew komek in [ku rastiya tewhîd û hêza Xwedê] nizanin û tênagehin.” (Sûretê Enfal / Ayeta 65)

Her weha cenabê seyda bal kişand ser cudahiya navbeyna hêzên eskerî û leşkerî digel alîkarî ji aliyê Xwedê de, ku li demên borî de cîhadkeran sîngê xwe dikirin mertal û tenê bi kevir û koçan li beraberê gulleyên dijmin de ber xwe didan; lêbelê êrîşa paşî bi navê Şûrê Qudsê (Seyf-ul Quds) hezaran mûşek ji aliyê cîhadkeran li ser serê dijminan hat barandin û gehîşt serzemînên dagîrbûyî û wêraniyek mezin anî serê dijminan.

Di dawiya vê dîdarê de, mêvanan ji ber alîgirî û hevrêbûna zanyarên li Necefê ji destpêkê heta îro sipasiya xwe anîn ziman û zanyarên Necefê wek piştevanên herî mezin zanîn.

 



[1]- Tarîxa vê dîdarê: Roja Duşem, 12-ê meha Sefer a sala 1443-ê k.h., beraberê 20/09/2021-ê ye.

[2]- Ji aliyê seydayê mezin cenabê Şêx Muhemmed Yeqûbî ve derbareyê pirsgirêka Filestînê de çend kar û xebat û daxuyanî hene. Yek- Nivîsîna pertûka “Nezret-un Fî Felsefet-îl Ehdas” ku tê de nivîsok û nameyên gelek zêde hene ku navbeyna wî û seydayê wî yê şehîd seyda Muhemmed ê Sedr (x.r) li nîveka salên heştê yê zayînî de pêk hatiye. Du- Peyam û daxuyanî derheq wefata Şêx Ehmed Yasîn. Sê- Peyam û daxuyanî ji bo roja cîhanî ya Qudsê. Şayanê gotinê ye ku van hemûyan li pertûkek bi navê “Filestîn we el-Quds Fî Demîr-în Necef-îl Eşref” de hatine civandin.