Fetwaxwazî derbareyê bendebûn û xwemijûlkirina li ser înternet û torên civakî

Fetwaxwazî derbareyê bendebûn û xwemijûlkirina li ser înternet û torên civakî
Bi navê Xwedê yê Dilovan û Dilovîn
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Şêx Muhemmed Yeqûbî (x.g)
Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser we be!
Di bareyê dilgirêdan û bendebûna bo înternetê û wekî bengiyan li ser torên civakî de xwemijûlkirin de, tê dîtin ku pir kesan gelek wext û demê xwe li ser înternetê diborînin û derbaz dikin bêy ku hay jê hebin, heta ku êdî wekî bengê pê edet dikin û dibin bendeyê wê.
Gelo li gorî nêrîna we, hukma wê ya dînî û şer'î çi ye?
Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser we be!
Borandin û derbazkirina dem û wextek zêde li ser înternet û torên civakî de, bêy hewcedariyek aqilane û bêy niyaza rastî, ser navê pûçî û karê bêyhûde tê naskirin û beredayî tê hesabê.
Hal ev e ku em ne ji pûçîkirin û xwe bi tiştên beredayî mijûlkirin re hatine afirandin, Xuda yê mezin em hay dane ku xwe ji wê çendê dûr bigirin. Ev e ku Xuda kerem dike li sûretê Zuxruf ayeta 83 û her weha li sûretê Me'aric ayeta 42 de:
-فَذَرْهُمْ يَخُوضُوا وَيَلْعَبُوا حَتَّىٰ يُلَاقُوا يَوْمَهُمُ الَّذِي يُوعَدُونَ-
"Wan berde bi halê xwe ve, ta noqî bibin di karûbarên xwe yên pûç de û sergerm bin bi leyistokên xwe, heta bigehin wê roja ku soza wê ji wan ra hatiye dayîn"
Naxwe pêwîst e bi qasî niyaz û hewceyî û bi qasî ku feyde têde heye xwe mijûlê înternetê bikin, an jî bi qasê ku bikare bîhna xwe vedin û toza westayîbûnê ji ser xwe bitikînin û pey re bikarin kar û xebata xwe bidomînin.
Muhemmed Yeqûbî
22 ê meha Şe'ban a sala 1442 k.h