Fetwaxwazî di bareyê derzîlêdana ji bo çûyîna Hecê

| |times read : 648
Fetwaxwazî di bareyê derzîlêdana ji bo çûyîna Hecê
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Fetwaxwazî di bareyê derzîlêdana ji bo çûyîna Hecê

Bi navê Xwedê yê Dilovan û Dilovîn

Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Şêx Muhemmed Yeqûbî (x.g)

Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser we be!

Li gorî biryarên ku hatine girtin, her kesê ku dixwaze biçe Kabe û rêûresmên Hecê pêk bîne, divê derziya Koronayê li xwe bide û belgeya wê jî nîşan bide.

Pirsa min ev e: Gelo ma ji bo kesê ku xwe ji Hecê re amade dike (ango yekem car e û navê wî ketiye lotikê û ji hêla darayî ve dewlemend e) derzîlêdana wî ferz û wacib e?  An ruxseta wî di destê wî bi xwe de ye, ku derzî li xwe bide û biçe Hecê, an na, derzî li xwe nede û neçe Hecê (nemaze ji ber nebûna bawerî û tirsa ji derziya Koronayê)?

Xwedê te biparêze û siya te berdewam be.


Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn


Silav û rehmet û bereketa Xwedê li ser we be!

Derzîlêdana li dijî nexweşîyên berbelav her wekî stendina pasaportê û tomarkirina ji bo Hecê û hemahengiya digel gerînendeyê karwanê ji bo pêkanîna ferzê pêdivî ye, ji ber vê yekê ew jî wacib e. Heke tirsa vaksîne/derziyek taybet heye, bila vaksînek din bikar bîne. Lêbelê, heke ew bixwe xwediyê hin nexweşiyan be an di rewşek fîzîkî ya taybetî de be bi rengek wusa ku derzî zirarek mezin dide wî an jî, Xwedê neke, nexweşiyek belavbûyî û dijwar di dema Hecê li wêderê hebe û tirs hebe ku ew jî tûşî nexweşiyê bibe, hingê ji bo wî destûr heye ku sala xwe biguheze û neçe seferê, û heke ew di rewşek de be ku ew nekare biçe Hecê û bixwe nekarw ferzên xwe pêk bîne, ew dikare wekîlek bigire ku ew şûna wî ji aliyê wî ferza Hecê pêk bîne, û heke salek din ew bi xwe bikare biçe Hecê, wê hingê ew bi xwe wê ferza Hecê pêk bîne, bi îzna Xwedê.

 Muhemmed Yeqûbî

25 ê meha Şe'ban a sala 1442 k.h