Derheq bîranîna nemir rehmetiyê Şêx Muhemmed Cewad el-Mehdewî de
Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Derheq bîranîna nemir rehmetiyê Şêx Muhemmed Cewad el-Mehdewî de
Medreseyên dînî yên Necefê îro yek ji sitûnên xwe û seydayek mezin ku bi cidiyet, têkoşîn, lêhûrbûn û domdariya ji bo berjewendiya xwendekarên xwe tê nas kirin, winda kir.
Bi qasî 30 sal in ku min ew nas kir, dema em li zanîngeha dînî ya Necefê bûn a ku rehmetiyê Seyyid Kelanter (Xwedê mertebeya wî bilind bike) rêvebirê wê bû. Li hemû astên dersî feqiyên wî hebûni heta dersa bilind a fiqhê jî.
Heçî kesê têkelî bi wî re hebûye, dilnizmî û rêzdariya wî ya ji yên dî re dîtiye, heta ji zarokên biçûk re. Û her hewil dida hewcedariyên mirovan bicih bîne, nemaze niyazmendiyên xwendekarên zanistên olî, dilovan û xweşheval bû, û ew li bal seydayên mezin bi qedir bû û dihat hezkirin.
Çûyîna wî ya ji nişka ve, bû sedema êş û xemgînî di nav dilê heval û hogir û xwendekar û kesên ku wî nas dikin, hêvî dikin ji ber vê yekê Xwedayê Teala wî bi rehma Xwe rehmetê lê bike û bi kêfxweşî pêşwaziya wî bêt kirin û wî digel ewliyayên Xwe Muhemmed û Ehlê Beyta wî ya pak û paqij (selamên Xuda li wan hemûyan bibare) heşir bike.
Muhemmed Yeqûbî
17 Receb 1442
2/3/2021