LI ÎSLAMÊ DE RIJANDINA XWÎNA MIROVAN HERAMEK PIR DIJWAR E
LI ÎSLAMÊ DE RIJANDINA XWÎNA MIROVAN HERAMEK PIR DIJWAR E
Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Hemd û sipasî hemû ji Xwedê, xwediyê her du aleman re ye; û selat û selamê Xwedê li ser baştirînê aferîdeyan Hz. Muhemmed û Ehlê Beyta wî ya pak û paqij bin.
Mirov, li gorî şerîeta Îslamê bihagirantirînê aferîdeyan e, çawa ku ew cîgir û xelîfeyê Xuda ye li ser rûyê erdê:
«وَإِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلاَئِكَةِ إِنِّي جَاعِلٌ فِي الأَرْضِ خَلِيفَةً» (البقرة / 30)
“Dema (Xuda) ji firîşteyan re got: Ezê li ser rûyê erdê cîgir/xelîfeyekî cîgir bikim” (Beqere / 30) ku evê şanaziyê jî Xweda yê Pak kir para wî:
«وَلَقَدْ كَرَّمْنَا بَنِي آدَمَ» (الإسراء / 70)
“Û bi rastî Me zarokên Adem bilindmertebe kirin” (Îsra / 70) û pîrozî û hurmetek da nefsa mirov ku bi ser hurmet û pîroziya Kabeyê ye. Li riwayetek pîroz de hatiye ku Îmam Muhemmed Baqir (selamên Xuda lê bibarin) bi aliyê Kabeyê ve çû û kerem kir: “Hemd û sipasî ji Wî Xudayî re be ku tu bilindmertebe kirî û şerafet da te û tu berz kirî û tu kirî cihê êmnahî û ziyaretgeha xelkê; lêbelê sond bi Xuda, hurmet û rêza mirovê bawerdar ji ya te mezintir û berztir e”[1]her weha li kitêba Sehîh a Ebî Hemze de ji Îmam Muhemmed Baqir (s.x) an Îmam Cafer-ê Sadiq (s.x) digêre ku kerem kir: “Bi rastî Pêxemberê Xuda (selamên Xuda li ser wî û alê wî yê pak û paqij bibarin) derheq kujrana kuştiyek ku kujerê wî nediyar e (çawa ku îro rojê jî pir kes hene ku tên kuştin û kujerê wan nediyar û mechûl e) kerem kir: “Kuştiyek li nav Musilmanan de û kujerê wî nediyar! Sond dixwim bi Wî yê min wek pêxember hinartiye, eger ehlê asîman û zemîn li rijandina xwîna mirovê Musilman de şirîkatî bikin, an bi wê razî bibin, wê Xuda ewan li ser poz û difna wan (an li ser sûret û rûyê wan) ewan biavêjê nav agir de.”[2] Eger mirovek mirovekî dî bikujê, birayek birayê xwe bikujê, ev kuştin dibê sedema derketina ji meydana bendetiya Xuda yê Pak û ev hema serîhildana li beraberê mezinahiya Xuda ye; lewra Xuda yê Pak aferîder û xaliq û xudanê mirov e û tenê Ew e ku mafê desthelatdariyê heye li wî yê ku yê Wî ye.
Pêxemberê Xuda (s.x.a) dema li hecca xwe ya dawîn (Heccet-ul Wîda) menasikê hecca xwe bicî anî, li Menayê ji hezaran kes ji Musilmanan re ku li wêderê amade bûn xwest û ku rîsalet û peyama xwe ya îlahî bigehînê wan, li xutbeya xwe de xwest ku rêbaza cahiliyetê û xwînrijî û sivikzanîna xwînrijiyê li demê cahiliyetê ji dilê wan pak bikê, weha got: “Gelo kîjan roj, bi hurmettir û pîroztirîn e?” Musilman gotin: “Îro bi hurmettirînê rojan e.” Wî (s.x.a) kerem kir: “Gelo kîjan meh, meha herî pîroz û bi hurmet e?” Musilmanan got: “Ev meh.” Wî (s.x.a) kerem kir: “Vêca bi rastî mal û can û xwîna we bi hurmet in (û talankirin û kuştin heram e) wek çawa ev roja we û ev meha we û ev cihê we bi hurmet in, heta roja ku hûn hemû raberê Xuda dibin û ji we derheq kiryarên we de ji we bêt pirskirin. Gelo min peyama xwe gehand û rîsaleta xwe pêk anî? Musilmanan got: “Belê ey Pêxemberê Xuda.” Pêxember kerem kir: “Ey Xuda, Tu şahid be! Vêca bizanin, heçî kesê emanetek di destê wî de ye bila emanetê li xwediyê wê vegerîne; lewra rijandina xwîna ti yek ji Musilmanan ne helal e û her weha malê ti yek ji Musilmanan ne helal e, xêncî ku ew bixwe vê yekê bixwazê. Zulmê li xwe nekin û piştî min venegerin ser kufra berê.”[3]
Di bare ya giranî û dijwarî û tehlûkeya vê mesele de hema ev bes e ku Xuda yê Pak, kuştina mirovekî tenê wek kuştina hemû mirovan dihesibîne:
«مَن قَتَلَ نَفْساً بِغَيْرِ نَفْسٍ أَوْ فَسَادٍ فِي الأَرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعاً» (المائدة / 32)
“Kesê ne ji ber kesekî ve [qisasê] û ne ji ber xirabkariyekî di ‘erdê de kesekî bikujê, heçweku hemî mirovan pêkve kuştine” (Maîde / 32)
Ji ber vê yekê şerîeta Îslamê cezayek pir dijwar didê wî kesê ku ji qestî yekî bikujê; vêca eger kesek bi qestî mirovekî bikujê, serperestê wî kesê ku xwîna wî hatiye rijandin ango mirovên wî yê hatî kuştin, dikarin tola xwe ji kujerê hildin û mafê qisasê hene; lewra cezayek weha dibê sebeb ku yê dijminiyê dike û dixwazê xwîn birêjê xwe ji vî karî paşda bidê û her weha dibê sebeb ku mirov hemû pêkve jiyana xwe li bin sîbera aşîtî û ewlehiyê de biborînin;
«وَلَكُمْ فِي الْقِصَاصِ حَيَاةٌ يَاْ أُولِيْ الأَلْبَابِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ» (البقرة / 179)
“Û ji we re di qisasê de (xwînsitandinê) jiyan heye ey gelî hişmendan, ta belkî hûn xwe biparêzin.” (Beqere / 179)
Her weha Xuda yê Pak ferz kiriye ku eger kesek ne ji qestî ve belkî ji xeletî ve kesekî bikujê, divê mal û dirafên pir û zêde bidê xudan û serperstê wî yê hatî kuştin, ku ev mal li ser navê “diye – xwînbiha” tê naskirin; heta ew xwîna ku li gorî şerîetê pîroz û bi hurmet e li arê neçê (heder nebê) herçend kuştina wî ne ji qestî ve be û ji ber sehwê hatibê kuştin.
Her weha ta ku xelk xwe paşde bidin ji wê ya dibê sedem ku mirovan bikişîne bi aliyê kuştinê an berew ziyangehandina ji yên dî re, her çiqas ji sehw û xetayê be jî. Û li diye û xwînbihayê de aramkirina dilê xudanê yê hatî kuştin heye û her weha dibê sebebê dadana deriyê tolhildan û întîqam û xwînxwazî û hevûdu kuştinê; ji ber vê yekê diye û xwînbiha hatiye binavkirin bi “eql – bend”, lewra bend dike ango pêşî li rijandina xwînê digirê û civakê diparêze ji rijandina xwînê, pêşiya ku kuştin biqewime bi pêşîgirtina li sedemên wê û piştî qewimîna kuştinê jî pêşî li geşbûna qada hevûdukuştinê digirê.
Tevî van hemûyan, dîsa jî em îro rojê dibînin ku bihaya xwînê nemaye û kuştin û kujran û qirkirin zêde û zêdetir dibin, hema tenê ji ber nakokiya li helwestan û nêrîn û ramanan de yan jî tenê ji ber îxtîlafa derheq pirsgirêkek siyasî an eşîrî an qewmî û tiştên ji vê pêkê tu dibînî kuştin diqewime ku ji dijwartirînê gunehan û ji wan gunehan e ku dibê sebebê xezebgirtîbûna Xuda yê Pak û sedema ezaba Wî ya dijwar.
Naxwe pêdivê ye ehlê hîkmet û zanîn û hişmendiyê pir têbikoşin û bixebitin ji îslah û çareserkirina vê pirsgirikê û hewil bidin ta civakê ji wan karên pîs û wêranker biparêzin.
Serfirazî û serketin ji Xuda ye.
Muhemmed el-Yeqûbî
Necef a Pîroz
18-ê Muherrem a sala 1442-ê k.h.
07/09/2020
[1]- Kitêba Mustedrek-ul Wesaîl a Huseyn en-Nûrî et-Tebersî, r. 946, b. 105.
[2]- Kitêba el-Kafî ya Kuleynî, 7272, b. 172, h. 8; çapa weşanxaneya Dar-ul Kutub el-Îslamiyye
[3]- Kitêba Wesaîl-uş Şîe, 2910, b. el-Qisas fî en-Nefs, b. 1, h. 3.