GAVÊN GIRÎNG LI ÇILLE YA FEREC Û XELASIYÊ

| |times read : 394
GAVÊN GIRÎNG LI ÇILLE YA FEREC Û XELASIYÊ
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

GAVÊN GIRÎNG LI ÇILLE YA FEREC Û XELASIYÊ

 

Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Gavên Girîng Li Çille ya Ferec û Xelasiyê

Merce û seydayê mezin cenabê seyda Şêx Muhemmed YEQÛBÎ (sîbera wî berdewam be) tekîd kir li ser pêwîstiya pêkanîna heçî tişta firehî û xweşî dixê dilê Îmam Mehdî (selat û selamên Xuda lê bibarin) û heçî tişta rizayeta wî bi xwe ve tînê heçî tişta bi destûra Xwedê ji lezketina hatina wî re zemîn çêdikê, ku hema ev dua û daxwaza bi mîlyonan bawerdar e ku ji Xwedê dixwazin hatina welî yê Wî yê bilindpaye û hucceta Wî ya li ser xelkê (rûh û canê me û du alemê gorî wî be) bi lez bixê. Bêguman hevî ev e ku bilindbûna bi mîlyonan deng li ser daxwazek hevpar û li rojên girîngên îlahî de bêbersîv û bê îcabet nemînê. Li vê derheqê de cenabê seyda hinek xalên girîng û pêwîst destnîşan kirin:

1-      Hestkirina hebûna Xuda; “Hûn li kûderê bin, Ew digel we ye” (Hedîd / 4). Divê bi hemû awa û şêweyên wê, çi ji bandor û tesîrên wê û çi ji bereket û destvehatên wê ve, mirov hay ji hebûna Xwedê bimînê; serê wê jî hema teqwa û xwe paşdegirtina ji heramên Xwedê ye û hestkirina alîkarî û rehmet û dilsozî û hevrêtiya Xuda yê Pak e û her weha ew tiştên dî ku me li tefsîra wê ayeta pîroz de desnîşan kiriye.[1]

2-      Hayjêmana nimêjê; divê mirov hay ji nimêj û bi qasî karîna xwe hay ji demên nimêjê yên diyarkirî bimînê û qasê ku ji mirov tê baştir e ku li mizgeftan û bi cemaet pêk bînê.

3-      Rakirin û dûravêtina nakokî û pevçûnê; pêdivê ye mirov xwe ji sixêf û dijûnkirin û gotinên nebaş paşde bidê û hewil bidê ku pirsgirêkan bi awayek hekîmane çareser bikê, bi awayek ku Xuda yê Mezin jê razî bibê.

4-      Qencî bikê li dayîk û baban û sîleya rehmê û cîranetiya baş û bi rewişt û exlaqek hêja digel hemûyan reftar bikê û tevbigerê

5-      Destpak û zimanpak û zikpak û çavpak bê û zenga guneh û şehwet û xwestên nebaş ji xwe bibê.

6-      Di dîn de zana bibê û têkilî û pêwendê çêkê digel zanayên bi teqwa yên hişmend ku li medreseyên dînî de ne, çi bi rûbirûyî çi jî li ser înternetê.

7-      Hewil bidê ku niyazên xelkê pêk bîne û alîkariya wan bikê û dilê wan geş û xweş bikê û xwe ji rencandin û eziyetkirina wan paşde bidê.

8-      Alîkariya niyazmendan bikê, bi taybet wan niyazmendên ku xwazokiyê nakin û niyazên xwe eşkere nakin, û her weha li sêwî û yetîman xwedî derkevê, çi ji nezer aborî û jiyanê ve, çi ji nezer perwerdehî û edebdana wan û dersa wan û her weha bi rêka dayîna mal û pereyên şerî yan jî hediye û xelatan alîkariya xortên pakdaw bikê ji bo zewicîna wan.

9-      Mirova hişyar bikê û han bidê û wan rênimûn bikê ber bi wê ya ku dîn û dinyaya wan îslah dikê û dudiliyê ji wan dibê û hewil bidê bersîva şubheyan bidê wan.

10-  Di kar û xebat û kiryaryên xwe de xwerî bê û xudanê îxlasê bê û berpirsyariyên xwe bi durustî pêk bînê û têde qusûrê nekê.

11-  Xwe dûr bigirê ji hemû awayên lehw û pûçî û sergermiyên tewşo û dema bêhn lê çik bû û niyazmendê bêhnfirehiyê bû jî ne xem e eger bi qasê pêwîst xwe mijûl bikê.

12-  Dirûşmên dînî pêk bînê û saxve bikê û têkiliya bizavên dînî bikê.

13-  Bi qasê ku jê tê Quranê bixwînê, herçend di rojê de yekçarê cizokek bê jî.

14-  Hewil bidê heta dikarê sunnet û mustehebban pêk bînê, bi taybet nimêja nîvêşevê, herçend bi reketekê tenê be jî û her weha bêy ku zextiyê li xwe bikê an berpirsyariyên xwe paşde bidê, hewil bidê ku bi destnimêj bimînê.

15-  Her roj ji bo Îmam Mehdî (selat û selamên Xuda lê bibarin) dua ya “Ellahumme kun li weliyyik ...” û her weha dua ya “Ya men tuhellu bihî uqed-ul mekarih ...” bixwînê û her weha “Ziyareta Aşûra”yê bixwînê û ji ber ve yê Îmam Mehdî (s.x) sedeqe bidê û heçî karê ku dikê, çi tenêkî û tevî cemaetan an bingeh û saziyan bila li ser navê Îmam Mehdî (s.x) bikê ta ku nav û yada Îmam (s.x) li nav xelkê de bicih bikê û bibê sedem ku pêwendiya xelkê digel Îmam (s.x) zexm bibê.

Şayanê gotinê ye ku cenabê seyda Şêx Muhemmed YEQÛBÎ (Xwedê sîbera wî berdewam bike) beriya niha jî danezanînek belav kir li sala borî de li ser navê “Çilleya Ferec û Xelasiyê ... Ji Aşûra heta Çille”[2] li tarîxa 8-ê Muherrem-ul Heram a sal a 1441-ê k.h., ku têde daxwaz kir di dirêjahiya rojên ku ji Aşûrayê dest pê dikê heta digehê roja çille ya şehîdên Kerbelayê didome bila hemû xwe bibin deyzan û dergahê Xuda bi nalîn û kalîn û dua û daxwaz ta ku Xuda yê Pak bi başiya Xwe rewşa civaka me ya xirab bizivirîne ser başiyê. Ev Çille/Erbaîn (Çil roja navbeyna roja şehadeta şehîdên Kerbelayê heta roja çilemê wan) munsabetek e ji vê daxwaz û nalîn û kalînê re, çimko serîhildana Îmam Huseyn (s.x) girêdayî ye bi dewleta dadperwera îlahî û her weha jiyana Îmam Huseyn (s.x) îlham û sirûş e ji hemû xêr û başiyan li ser destê hîdayetker û îslahkerên ummetê; çawa ku Îmam Sadiq (s.x) kerem dikê: “Dema ezaba li ser Benî Îsraîl dirêj kir û zêde ma, wan xwe avêt dergahê Xuda û bi qasî çil rojan ketin kalîn û nalîn û hewarxwaziyê; vêca Xuda yê Pak wehî rêkir ji Mûsa û Harûn re ku wan ji bin zulm û zordestiya Fîrewnê xelas bikin û bi vî awayî sed û heftê sal ji zulm û zordestiya Fîrewniyan ji ser wan rabû; vêca hûn jî wesa bikin, eger hûn wesa bikin wê Xuda we jî xelas bikê û we rizgar bikê; eger hûn wesa nekin, wê ev tenasî bidome û bigehe rewşa xwe ya herî xirab û nebaş.”

Em ji Xuda daxwaz dikin ku me û we ser bixe û serfiraz bikê ku em bikarin dilê îmamê xwe Îmam Mehdî (Xwedê hatina wî bilez bixê) xweş û şad bikin û xwe dûr bigirin ji wan tiştên ku dilê wî yê pîroz û hêja kul dikê û diêşînê. Bi rastî Xuda bihîzerê dua û xwestên bendeyên Xwe ye.

 

Deftera seyda yê mezin cenabê

Şêx Muhemmed el- YEQÛBÎ

14-ê Muherrem a sala 1442-ê k.h.

03/09/2020 z.



[1]- https://yaqoobi.comarabicindex.php517418.html

[2]- https://yaqoobi.comarabicindex.phpnews6978.html