Kurtegotinên Aşûrayî

| |times read : 43
Kurtegotinên Aşûrayî
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Kurtegotinên Aşûrayî

 

1-      TEMENÊ PIR BI XÊR Ê ÎMAM HUSEYN (S.X)

Bi tenê di rojekê ji jiyana şerîf a Îmam Huseyn (s.x) ku hema roja Aşûra ye, encamên pir girîng û destvehatên pir hêjayî derketin holê, ku dinya bi çavê xwe vê yekê dît …  Vêca ka eger em bi awayên cûrbicûr û ji aliyên cuda cuda li jiyana wî Îmamî de lêbikolin, gelo dibe ku Îmam di dirêjahiya temenê xwe yê “57” salî de çi kirîbe?! Bêguman jiyana wî tejî ders û pend e.

 

2. TÊKOŞÎNA ÎMAM HUSEYN (s.x) JIBO ÎSLAHA UMMETÊ

Ola Îslamê, wekî ola dawîn û ya herî bêkêmasî (û ji hemûyan kamiltir), ne tenê ji avakirina pergalek olî û reform û îslaha olî re ye û bi wê ne sînorkirî ye, belku bi qanûn û ehkamên xwe ve, hemî aliyên jiyanê û hemû karûbarên mirovê ber xwe digire. Îmam Huseyn (s.x) jî wekî mîratberê rîsaleta enbiya û pêxemberan û wekî wî kesê ku erk û wezîfeya wan daye milê xwe, vê yekê aniye ziman û bi gotinên xwe yên bihagiran jê xeber daye û bal kişandiye ser vê mesele û destnîşan kiriye. Îmam Huseyn (s.x) derheq îslah û çêkirinê de kerem kir: Ez ne ji ber serxweçûn û serkêşî, ne ji ber qurretî û fesadî û zordestiyê rabûme, belku ez jibo daxwaza çêkirin û îslaha ummeta kalkê xwe Resûlullah derketime qadê. Ez dixwazim emrê bi qenciyê bikim û nehya ji kirêtî û xirabiyê bikim, û li gorî sîreta ceddê xwe Resûlullah (s.x.a) û bavê xwe Elî kurê Ebûtalib (s.x) têbikoşim û hereket bikim!

Û derheq pêkanîna qanûnê de kerem kir: “Ez gazî we dikim bal pêkanîna destûrên kitêba Xweda û sunneta Resûlê Xweda! Bi rastî ku niha sunnet vemiriye û bîdet hatiye saxvekirin, vêca eger hûn gotina min guhlê bibin û pê bigirin û bi gotina min bikin, ezê we rênimûnî rêya rastiyê bikim!” Ango ev serkêşên jirêderketî pêkanîna qanûn û dustûrên îlahî betal kirine, vêca Îmam jî gazî wan dike ku li qanûnê vegerin û qanûn pêk bînin [ku hema Quran e] û qanûnên ronahîker [ku hema sunneta şerîf e] û li bare ya îslaha siyasî û derheq şert û mercên îmamet û serokatî û rêberî û rêvebirî ya karûbarên ummetê de kerem kir: “Ez bi canê xwe kim! Ne îmam e xêncî yê ku li gorî kitêba Xuda emel bike û dadger be û edaletê pêk bîne û heqî û rastî ji civakê re bike destûr (û li pey heqiyê be) û xwe bihelîne di rê ya rîzayeta Xuda de”.

Û destnîşan kir ku sedema xirabî û fesadî ya aborî û civakî û exlaqî û olî, her wiha sedema têkçûna heq û maf û windabûna dadgeriyê, hema serokatî ya serokên rêşaş û ne ehl e li ser xelkê; vêca piştî ku xelk berpirsyariya guherandina wê rewşê dan Îmam, wiha kerem kir: “Gelî xelkîno! Kesê ku sîtema sultanê sîtemkar ê ku heramê Xuda helal dike û peymana xwe ya digel Xuda dişkîne û li dijî sunneta Resûlê Xuda de radiweste û li nav xelkê de bi guneh û rêşaşî ve dijminiyê dike, bibîne û li dijî wî çi bi gotin û çi bi têkoşîn nesekine, Xuda li ser Xwe ferz kiriye ku (di roja qiyametê de) wî bavêje di cîhê yê dî de (cîhê her duyan bike yek û wan her duyan wî yê zalim û yê li beraberê zulma wî de nesekinîyî bavêje cehennemê).

Vêca di şîrovekirina gotina xwe de, kerem kir: “Hûn pê hesiyane kanê gelo çawan wan zaliman xwe avêtin bextê şeytan û ketin bin fermana wî de û ji fermana Xuda rûye xwe zivirandin û feadî eşkere kirin û hedd û hududên îlahî derbaz kirin û beyt-ul mal talan kirin û heramê Xuda helal kirin û helalê Wî heram kirin. Bi rastî ez ji her kesê dî pirtir layiqê vê me ku li beraberê vê rewşê de û jibo guherandina wê  serî hildim lewra ez pir nêzîkê Resûlê Xuda me (s.x.a)” Û di riwayetekî dî de hatiye ku kerem kir: “Ez layiqtir im jibo serîhildan û alîkarîkirina dînê xuda û qahîmkirina dînê Wî û cîhada di rêka Wî. Ta ku kelîme ya îlahî bibe kelîme ya herî jor”

Çavkanî: Qebesat-un Mîn en-Nûr – el-Qebes, r. 58.

 

3. BANGA ALÎKARÎ XWESTIN A ÎMAM HUSEYN (s.x) BERDEWAM E

Dema ku Îmam Huseyn (s.x) di Roja Aşûrayê de bang kir û got: "Ma gelo kes heye ku alîkarî ya min bike?!" Hingê, bê guman Îmam Huseyn (s.x) ji dijmin ên serkêş û xwînmij ne berhêvî bû ku bikevin rêya hîdayet û îslahbûnê, yên ku Xwedê li ser dilê wan muhur dabû; lê Îmam dixwest ku ev dengê banga wî di nav sedsalan û di hemû serdeman da deng vede û bimîne û bigîje hemû nifş û neslan, ta ku jibo pêkanîna amanc û hedefa wî alîkarî ya wî bikin û her wiha ta ku ev bang bimîne, madem ku neheqî û zordestî û zulm hebe. Zulma ku Îmam Huseyn (s.x) li ber wê serî hilda û dixwest wê biguherîne û biguhuzîne bal rastî û durustiyê ve. Vêca bila herkes li gorî xwe û li gorî cîgehê xwe û bi qasî ku jê tê alîkarî ya Îmam bike.

Carna ji hinekan tê qebûlkirin ku awayek ji awayên saxvekirina dirûşmên Huseynî pêk bînin, di halekî de ku ji yên dî naye qebûlkirin; çimko berhêvîtî ya wê çendê ji wan tine. Ango herkes divê bi awayek cuda, çawa ku pêwîst e, dirûşmên Huseynî saxve bike.

 

4. ALÎKARÎ YA RASTÎN BO ÎMAM HUSEYN (s.x)

Bi berçavgirtina sedemên serîhildana Îmam Huseyn (s.x) û jibo dest ve anîna encamên wê, em dibînin ku banga Îmam Huseyn ku kerem kir: “Gelo ma kes heye alîkarî ya min bike?!” hêca jî li çaraliyê cîhanê de deng vedide; Îmam li pey alîkarên bi şûr û şimşîr û çekvanan nagere, çimko îrade ya Xwedê û teqdîr ev bû ku ew tevî ehlê beyta xwe û hogirên xwe şehîd bibe. Ya ku Îmam li pey digere, ew alîkaran e ku alîkarî ya wî bikin li ser pêkanîna xwesta wî û temamkirina wezîfe ya wî ye ku hema îslah û çêkirina ummetê ye, her wiha emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtiyê û serîhildana li beraberê serpêş û serokên rêşaşker û sultanên zulm û zordestiyê û azadkirina xelkê ji bin destê serkêş û taxût û şeytanên cinnî û însî ye.

 

5. EMÊ ÇAWA JIDIL BIBIN JI WAN ÊN DIBÊJIN “XWEZÎ EM DIGEL WE BÛNA”

Em hemî, bi zimanê xwe û bi wîcdana xwe ve bang dikin ji Îmam Huseyn (s.x) û hogirên wî yên giranqedr re ku: “Ya leytena kunna maekum fenefûzu fewzen ezîma – Xwezî em jî digel we bûna û em bigehana serketin û rizgarî ya mezin” û xemgîn dibin ji ber ku em nebûn ji wan neslên ku hevdem û hevçax bûne digel Îmamên Ehlê Beytê (s.x) û bi dîtina wan şerefmend bûne û bi alîkarîkirina ji wan re gehîştine serketina mezin û şehîd ketine. Bawerî ya me ev e ku Xuda yê Teala adil û dadger e, furset û derfet dide hemû bendeyên Xwe ku bi awayekî xwe nêzîkî Wî bikin, vêca ma gelo çêdibe ku Xuda derfet û fursetê bide wan nifş û neslên berê û me mehrûm û bêpar bihêle?! Bi rastî vê yekê li dijî edalet û dadgerî ya Xuda ye, naxwe divê fursetekê dabe me, vêca gelo ew furset û derfeta ku wekî ya wan e, çi ye? Belê, ew pêkanîna ferzek e bi navê emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtî û xirabiyê. Hatiye riwayetkirin ji Îmam Elî (s.x) ku kerem kir: “...  ‘Emel û kiryarên qenc, digel cîhada di rêka Xwedê da, hemî pêk ve, di beraberê emrê bi me’rûf û nehya ji munker (fermana qenciyê û nehya ji kirêtî/xirabiyê) da wek pifkirina li behra pir bi pêl e. Bi rastî emrê bi me’rûf û nehya ji munker, ne ecel (mirinê) nêzîk dike ne jî piçekî kêmasiyê têxê rizqê de. Seratirê ji wê hemiyê jî, gotina kelîmeyek ‘adilane ye li bal serokê zalim ...”