Seyda yê mezin Şêx Yeqûbî: Sazkirina Merasimên Matemdarî ya Bo Îmam Huseyn Li Demê Belavbûna Vîrûsa Koronayê

Bi navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn
Seyda yê mezin Şêx Yeqûbî: Sazkirina Merasimên Matemdarî ya Bo Îmam Huseyn Li Demê Belavbûna Vîrûsa Koronayê
Qet şik tine ku merasîmên ragirtina dirûşmên Huseynî yek ji mezintirîn dirûşmên olî û dînî ne û bi bereket û bandora xwe ve di parastina olê rastîn de û bicîhkirina wê di dilê bawermendan de û di gazîkirina mirovahiyê bi aliyê Xwedê ve yek ji wan dirûşmên herî mezin e ku pêwîst e pêk be û were lidarxistin.
Ji ber vê yekê, pêkanîn û lidarxistina wê û peyketina jibo pêkhatina wê, yek ji nimûneyên herî eşkere ya vê gotina Xwedê yê Mezin e ku kerem dike:
«وَمَن يُعَظِّمْ شَعَائِرَ اللَّهِ فَإِنَّهَا مِن تَقْوَى الْقُلُوبِ» (الحج: 32)
“Û ew kesê ku dirûşmên îlahî pêk bîne, bi rastî ew ji teqwatiya dilan e” (Hec / 32).
Lêbelê, belavbûna vîrûsa hemûgir a Koronayê ku bi pêsîra hemû war û welatan ve girtiye û bi mîlyonan mirov bi wê nexweşiyê ketine, ewqas dijwar e ku êdî Sazî ya Tendurustî ya Cîhanî vê belayê wekî pandemî/hemûgirî ya kujer û wêranker dide nasandin. Vê yekê ji me re ferz dike, çi ji nezer şer’î û eqlî ve çi ji nezer pêwîstbûna dûrkirina zerer û ziyanê ji xwe û yên dî, ku em xwe û yên dî biparêzin ji wê nexweşiyê û pêşî li belavbûna wê bigirin.
Divê bawermend prosedurên veqetîn û xwe cudakirin û dûrmayînê, danîna maskeyan ber devê xwe û paqijkirina derûdor û dest û endaman û xwe dûrkirina ji kombûna li derekî de pêk bînin û bêy ku navbirek nedanin, xwe nezîkî ti kes nekin. Bi taybet li merasîmên ku jibo sax ve kirina dirûşmên Huseynî tê li dar xistin. Vêca eger cîhazên fehs û tehlîlê yên berdest zêde bibin û mirov bikare bizane wî kesî bi vîrûsê neketiye, an bi rêka îsbatkirina selametiya mirovan û bi şehdeyî ya yên dî, hingê ew dikare bikeve mekan û cîhên giştî yên ku têketina wê jêre ruxset lazim be.
Vêca eger yê bawerdar nekarî be ku fermanên tendurustiyê pêk bîne, naxwe bila li mala xwe de matemdarî ya Îmam Huseyn (s.x) bike hevrê digel mirovên mala xwe bi tenê, û bila guh bide gotinên xetîb û zanayan ku bi piranî li ser torên civakî de tên weşandin û belavkirin bi lutf û keram Xuda yê Mezin.
Vêca ya baş ev e bawerdaran her roj ziyaretname ya Aşûrayê bixwînin, lewra hatiye tecrubekirin ku ew duayek kartêker e jibo pêkhatina daxwazan û dûrkirina belayan û çaresekirina pirsgirêkan û destve anîna qencî û sewabê û her wiha dest ve anîna şefaeta Pêxember û Ehlê Beyta wî (s.x) li roja axîretê.
Divê em ji bîr ve anîna Îmam Huseyn (s.x) paş da nemînin û dirûşmên wî sax ve bikin, bi awayekî nû, wekî dayîna xwîna xwe bo niyazmendên xwînê û yên ji Koronayê xelas dibin bi dayîna pilazma ya xwîn a xwe û her wiha bi serdan û ziyaretkirina yên bi vê nexweşiyê ketîn di malên wan da û gehandina cîhaza nefeskêşanê ji wan û ji nexweşxaneyan re û pêşkêşkirina derman û îlacan, an jî dilxweşkirina sêwî û yetîman û hevderdîkirina digel xemgînan û rakirina niyaza niyazmendan bi awayê ku îzzet û kesayetiya wan biparêze, hemû wan karan li ser navê Îmam Huseyn (s.x) bêt kirin. Ji aliyek dî ve jî mirov dikare kovar û kitêban belav bike û tabelayên xemilandî bi gotinên ronahîder ên Îmam Huseyn (s.x) daleqîne, ta ku rêka hîdayet û durustiyê ber çavê ummetê ronî bike, an jî bi kişandina resm û wêneyên kartonî yên ku dîmenên civakî ya xerab derman bike û şûna wê resmên binecî û baş di bîr û hizran da çêke û ji kar û kiryarên qenc re bibe alîkar; ev yekê jibo pêkanîna mebesta Îmam Huseyn (s.x) e ji derketina wî ya li beraberê Yezîdiyan, ango hema pêkanîna emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtî û neqenciyê.
Ehlê Îraqê carek ceribandin ku dema guhdariya emrên şer’î kirin û pêwîstiyên tendurustiyê pêk anîn di demê destpêka derketina vê vîrûsê, li destpêka Meha Recebê, yên bi wê nexweşiyê ketin hejmara wan pir kêm bû û ev cîhê şanaziyê bû li beraberê cîhaniyan da, ewqas ji yên dî re ecêb bû ku sazûmanên navnetewî yên pispor ji xwe dipirsiyan ka gelo remz û raza belavnebûna vê vîrûsê li Îraqê çi ye, tevî ku çardora wê bi welatên tejî ji vîrûsê hatiye dorpêçkirn? Ev rewş bi qasî sê mehan dewam kir heta ku sistî çêbû û hemû tişt ji dest derket û xelk qedexeyên tendurustî binpê kirin li roja Cejna Remezanê, vêca hejmara yên bi wê nexweşiyê ketin pir zêde bû û gehîşt asteka pir xeter ku Îraq di halekî de ye ku nikare vê yekê ragire û bersîva vê cûreyê ji belayan bide, lewra Îraq pir birîndar e bi birînên lawazker.
Em ji Xweda yê Mezin daxwaz dikin ku zirar û ziyan û bela û pîsatiyan ji me dûr bike û di hemû karûbarên me de afiyet û selametiyê bi kerema xwe bike nesîbê me û di taet û îbadet û dest ve anîna rîzayeta xwe me muweffeq bike û bi ser bêxe; bêguman Ew e xwedî yê nîmetan.
Muhemmed Yeqûbî
19 / Zî-l Hîcce / 1441
09/08/2020