Rêberiya Ummetê

Rêberiya Ummetê
Ev sernav, gelek berpirsiyariyan di xwe de dihewîne:
1. Berçavgirtina rewşa mirovan - civakî û kesane – tevgerîna li gorî berjewendî yên wan, çareserkirina pirsgirêkên wan û bicîh anîna hewcedariyên wan.
2. Hayjêman û parastin a mafên mirovan di hemû warên olî, aborî, siyasî, rewşenbîrî, exlaqî û civakî de.
3. Hewldana jibo parastina yekîtî, tifaq, rûmet û hurmet a gel.
4. Rêberkirina mirovan ber bi kemalê, rêwerzkirina wan berew tiştên ku dibe sedema serfirazî ya wan û pêşvexistin a wan di vî warî de û xweşkirina rewşa wan a li vê cîhanê û cîhana dî / axîretê.
5. Sekinîna li pêş neheqî, gendelî û heramiyê, emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtî û xirabiyê.
6. Pêkanîna tiştê ku sedema çêbûn a rêzika civakî ya giştî ye.
7- Hilgirtina berpirsyariya karûbarên civakî yên ku nabe bixweber û li gorî keyfê pêk bên, yên wek birêxistina cemaetê ji nimêja roj a Înî re û organîzekirina çalakiya çekdarî û diyarkirina darayî ya giştî û sûdmendiyên wê û berçavgirtina dadmendiyê di belavkirin û parvekirina çavkaniyên xwezayî û axa giştî û hwd.
8. Li xwe girtin û destnîşankirina mijarên ku cîhê guman û dudilî têde heye û ne li xeleka berpirsyariyên muftî de ye, belku divê rêber û serok wê derheqê de hizra xwe diyar bikin, mijarên wek diyarkirina roja ewil a heyvên heyvî ya koçî, û fetwadan jibo berevanîkirina ji muqeddesatan bi awayê çekdarî û hwd.
Sernavên giştî yên ku li jor hatine behskirin gelek berpirsiyariyên hûrgilî û taybetmendiyên cûrbicûr hene ku behskirina ji wan mecalekî cuda dixwaze.[1]
Hasilê kelam, feqîh û zanayê ku xudanê hemû şert û mercên bingehîn e, dibe ku cîgirê îmam ê giştî be, ne yê taybet; çimko cîgirê taybet divê bi navûnîşan ji aliyê Îmam ve bêt destnîşankirin. Vêca hemû erk û raye û desthilatdariya ku Xuda yê Mezin daye îmam, digehe wî, yên derheq rewşa ummetê di qada dîn û dinya û hemû ew tiştên ku îmamê pak ê mesûm ê veşartî divê pêk bîne. Veşartîbûna îmam jî meslehetek e ji aliyê Xuda ku ewî li ber çavê xelkê bêt veşartin, vêca ew weliyê ku şûna îmam de ye, ferqa wî û îmam ev e ku ji îmam ra hinek wezîfe û erkên taybet hene, wek teblîxkirina ji aliyê Xuda ve û hinek sifetên taybet hene, wek îsmet û pakdawiya îlahî.
Delîl û sedema pêdivêtiya hebûna vê wîlayet a ji cîgirê îmam ra (di demê veşartîbûna îmam da) hema ew delîl û sedem e ku derheq pêdivêtiya hebûna îmam bixwe tê gotin. Ev hema hukma aqilê ye ku divê rêber û îmam û penahderek hebe ku welat biparêze û karûbarê dîn û dinyayê xelkê rêkûpêk bike. Mîrê Bawerdaran (s.x) ev hewceyî û pêdivêtî weha destnîşan dike: “Ji gel re, rêberek pêwîst e; çi baş be û çi jî xirab; yê bawerdar li wê ewlehiyê de xebata xwe dike û yê kafir li bin fermana wî rêberî keyfxweşiyê dike, û xelk heta dawiya temenê xwe dijîn heta ku Xuda mirina wan digehîne, beyt-ul mal tên komkirin, bi alîkariya wî li dijî dijminan tê şerkirin, cadde û rê ewle dibin, mafê yên bindest ji zordestan tê girtin, mirovên qenc li refah û başiyê da ne û ji destê kedxwaran di ewlehiyê da ne.”[2] Bi hatinzanîna vê pêdivêtî û pêwîstiyê, jixwe dike lazimê xwe ku ew ji aliyê Xuda ve bêt ferzkirin, lewra pêdivê ye ku feqîh ê zana qanûnên îlahî baş nas bike û serçavkên şerîetê baş vebiqetîne û bikare heqîqetê wan têbigehe û cuda ji wê jî divê ewqas pak û paqij be ku nekeve pey hewa ya nefsê û dilê xwe bi dinyayê ve girê nede û di Xuda yê xwe de bihele, bi awayek ku êdî wijdana wî û exlaqê wî, ango ji serî heta pî bibe mirovekî Xudayî.[3]
Ev hukmek a zanistî û aqilî ye, ku vê rîwayeta ku ji Îbnê Şazan ji devê Îmam Riza (s.x) hatiye neqilkirin, li ser wê tekîd dike û wê hukma aqilî rast dertîne: Îmam Riza kerem kir: “Eger kesekî bêje: “Çima naskirin û îtîraf û îqrara bi (pêwîstiya) fermanberî ya ji wan li ser xelkê ferz e?” Li bersîvê da bêje: “Çimko li wucûda xelkê û hêzên wan da tiştek tine ku bi wê meslehetên xwe kamil bikin û aferîndêr jî balatir û berztir e ji wê çendê ku bêt dîtin, sistî û nekarîna wan a ji dîtina wî, eşkere ye. Naxwe çareyek namîne xêncî ku navbeyna xelkê û Xuda, pêxemberek bêkêmasî hebe ku emr û nehy û ferman û edeb û amûje û destûrên Wî bigehîne wan û ya ku sûd û ziyan digehîne wan ji wan ra bêje. Vêca eger naskirina wan û fermanberiya ji wan li ser wan ferz nebûya, wê di hinartin û hatina pêxemberan da qet ti feyde û berjewendî nebûna û ti pirgirêk çareser nedibûna, û hingê îsbatkirina wê pûç û bêhûde bûya, madem ku feyde û sûd û başî têda nîne; û ev ne karekî hekîmane ye.
Vêca eger hat gotin ku: “Çima Xuda serwer û desthilatdar û welî yê emr destnîşan kir û fermanberiya ji wan ferz kir?”, hingê bêje: “Sedemên vê yekê pir zêde ne, wek tu bêjî: Çimko Xuda, xelkê li ser sînorek taybet û nîşankirî daniye û ferman daye ku ji wê hedd û sînorê derbaz nebin, çimko zêdegavî û derbazkirina ji hedd û sînoran dibe sebebê fesadiyê, ev (hed û hûdûd û parêz) namîne û nasekine xêncî ku Xuda ji wan ra emîn û berpirsekî bibijêre ta ku nehêle xelk ji wê derbaz bibin û bikevin nav xirabî û karên heram re. Lewra eger kesekî emîn û cîhê baweriyê nebijarta, kes li feyde û berjewendiya yên dî (ango civaka Îslamî) xwe ji lezzet û keyfxweşî û berjewendiyan paşda nedida, ev e ku pêwîst e desthilatdarekî hebe ku pêşî li fesadiya wan bigire û hukmên şerîetê pêk bîne û hed û sînorên wê biparêze. Nayê dîtin ku komek an qewmek ji qewmên dinyayê bikarin bi ewlehî bijîn, xêncî ku ji wan ra serok û rêberekî hebe; lewra (hebûna serok û rêber) pêdivê ye ku hebe. Ev e ku ji Xuda ra caîz nîne ku xelkê ji wê ya ku niyazmendê wê ne bêpar bike û ehemmiyet nediyê. Çimko xelk, bi teybîra serok û rêberê xwe li dijî dijminên xwe ceng dikin û dahatên giştî parve dikin û li hev dicivin, cume û cemaetê pêk tînin û berevaniya yên bindest dikin li dij yên zordest. Eger îmamê ku karîna wî hebe û cîhê baweriyê be û parêzvan û emanetdar be, fermanberiya ji wî neyê ferzkirin, ol û dîn (hêdî hêdî) kevin dibe û ji nav diçe û sunnet û ehkaman diguherin û bîdetçêkeran hukmên şerîetê zêde dikin û yên mulhîd dînê Xuda kêm dikin û heqîqeta wê şêlû dikin. Çimko rastî ev e ku xelk, tevî hewa ya nefsê û daxwazên xwe yên bêdawî û selîqeyên cûrbicûr ên xwe, nekamil û niyazmend û naqis in … Vêca eger Xuda yê Teala ji xelkê ra serokekî parêzer nebijartîba, Resûlê Xuda Muhemmedê Mustefa (s.x.a) nedihat û hingê wek çawa me şîrove kir wê xelk biketan fesadiyê û dîn û sunnet û ehkam û îman bihatan guhertin, ku ev dibû sebebê fesadiya hemû dinyayê bi tevahî.”[4]
Mesele: Nabe ku jin berpirsyarî û serokatî ya ummetê bike.
Mesele: Çawa ku feqîhê zana yê şert û mercên kamil heyîn, cîgirê Îmamê ye li imtiyazat û desthilatdariyê de, di heman demê de jî cîgirê wî ye li ragirtina berpirsyarî da û li hewildan û xebatê ku divê Îmam pêk bîne. Me li kitêba xwe ya bi navê “Dewr-ul Eîmme Fî el- Heyat el- Îslamiyye” – “Rola Îmamên Ehlê Beytê Li Jiyan a Îslamî” de bi awayek berfireh vê mesele şîrove kiriye.
Mesele: Dema nîzamek a siyasî ne li ser bingeha Îslamê hatibe avakirin û destê feqîhê zana nagihe her derî, dikare destûr û ruxsetê bide hukûmetê di wan tiştên ku rewşa civakî ya giştî pê tê parastin û ne li dijî şerîeta Îslamê ye, û ew hukûmet jî dikeve şûna nûnerê wî li pêkanîna wan tiştan, di halekî da ku ew xudanê wê yê rastîn e, lewra şert û merc ev e ku ji wî ruxset bêt xwestin, li ser vê esasê heçî tiştê li ser destê dewlet û hukûmetê tê kirin, çi li avakirina cîh û waran be û çi jî damezrandina bingehan be û çi razandina sermaye û hwd. da be, di rastî de xudanê wan ê heqîqî hema Îmam e û pêkanîna wan tiştan çênabe xêncî ku ji cîgirê Îmam ruxset bêt xwestin, lewra ew mercî ye û desthilatdar.
Mesele: Nabe ku feqîh, desthilatdarî û welayeta xwe li ser ummetê bi zorî ferz bike, belku pêwîst e xelk vê yekê bixwazin û desthilatdariya wî bipejirin, belê, dema em dibêjin ummet, mexseda me ne hemû kesên ummetê ye, çimko welî yê feqîh bi rêka hilbijartinên giştî û ji aliyê xelkê ve nayê bijartin, belku mebesta me ji ummetê ehlê îlm û zanînê ye, yên pispor ji seyda û mamosteyên medreseyên îlmiyye, yên ku bi teqwatî û pakdawî û xwendayî û civaknas û şerîetnas tên zanîn.
Mesele: Li ser welî yê feqîh ferz e ku bi gotar û kiryar ve bi qasê ku Xuda hêz û karîn dayiyê, xelkê bal Îslam û nîzama Îslamî ve bikişîne û wan derheq berpirsyariya xwe ya li qada rêveberiya xelkê berew bextewerî û serfiraziyê ve qanî bike.
[1]- Ew derheq mîratberekî da ye ku mîratberê wî bixwe tine û desthilatdariya wî heye li ser mal û heyîyên ku winda bûne û jina xwe li pey çar salan ber dide û yê îhtîkarker mecbûr dike ku tiştên xwe bifroşe û qîmet û bihayên wan diyar dike, eger neheqî li mirovan bike û navbeynkariyê bide di gumana gumanbarên objektîv ên ku ketine nav pergala jiyana mirovan de û pêdivî ye ku berhevkirina destûra wî di kiryarê xwedan nediyar de hebe û navnîşan bike. Karê di nav de zirarê dide milet wek dirêjkirina rê û xirakirina avahiyên ku têk diçin û mafê themamê digire (Xwedê bi lez Faraj iferîf) û ew di çavkaniyên xwe de derbas bike, ku ev nirxên piçûk û bêaqil û dîn e û Metwally ji bo destkeftiyên giştî û her tiştê ku tê de parastina pergala civakî ya giştî mîna sazkirina pira û çêkirina dibistanan. Wyatt, madenê û milkan axa heye û daxwaza avakirina sînor û bang li jina eger mêrê wê red kir ku ne mafên xwe û gelek kesên din.
[2]- Nehc-ul Belaxe, Axaftin a 40, Derheq Xariciyan da ye, dema bihîst ku dibêjin: “La hukme îlla lîllah” – “Hukm tenê ya Xuda ye”.
[3]- Binêre pirtûka me ya bi navê “el- Uswet-ul Hesene Lî el- Qadet we-l Muslîhîn” – “Mînak a Baş Ji Serok û Îslahkaran ra”.
[4]- Îlel-uş Şerayî, ya Şêx Sedûq.