Sedem û Faktorên Cîhadê Li Îslamê Da

| |times read : 467
Sedem û Faktorên Cîhadê Li Îslamê Da
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Sedem û Faktorên Cîhadê Li Îslamê Da

Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Seydayê Pir Mezin Cenabê Ayetullah Şêx Yeqûbî (x.g)

Bi rêz û hurmeta pir zêde

Selama Xuda û rehmet û bereket û nîmetên Xuda li we be!

Pirs:

Beriya her tiştî, ez dixwazim xwe pêşnuma bikim û xwe bidim nasandin: Ez zanayê dînî yê Xiristiyan im, Iraqî û ji Mûsilê me, û niha ez li Parîsê, li Fransa dijîm. Salek din dê sala dawîn be ezê destûrnameya xwe ya masterê wergirim. Ez “Zanistên Olan” dixwînim û pisporiya min dê “Diyaloga Nav Olan” be. Ez ê sala bê, şehdeyî ya xwe ya serîlîsanê bistînim. Teza min a serîlîsansê dê derheq “cîhad li Îslam û Xiristiyaniyê” de be. Ev mesele jî wek çawa cenabê we yê pir birûmet dizane, meseleyek e ku pir çiq û bergê wê hene. Pir caran ev mesele ji bingeha xwe ya rastîn derdikeve û şaş tê fêhmkirin û tê nasandin. Mamoste û berpirsyarê lêkolîna min gelek min hay dide ku bila mijar ne tenê ji hêla hukmên fiqhî yên ehlê sunnetê, belku di heman demê de ji hêla hukmên fiqhî yên Şîe jî, ev mesele bêt nirixandin. Piraniya çavkaniyên min ji pirtûkên Sunnî û ji çavkaniyên hêja yên Şîe, yên wek Bihar-ul Enwar, Mizan-ul Hikme, Men La Yehduruh-ul Feqîh, el-Kafî, et-Tehzîb, pêk tê. Ez dipirsim gelo çavkaniyên din ên din jî hene ku dê di lêkolîna min de bisûd bin û bikarim behre jê wergirim? Her weha gelo pêşniyarên we çi ne ji min re ku lêkolîna min kêrhatî û berfirehtir bibe? Ez dixwazim ji bo vê yekê jî spasiya we bikim. Ez her wiha daxwaz dikim ku hûn ji min re diyar bikin gelo di navbera edebiyata Sunnî û Şîe de de di derbarê têgeha cîhadê de qet ti cudahî û ferq hene an ne? Eger ferq heye, xêra xwe dixwazim bizanim di nêrîna we da ew cudahî û ferq çi ne?

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Selam û rehmet û bereketa Xuda li we be.

Ez îro, roja jidayîkbûna serwerê me,dirûşm û sembola hezkirin û dilnizmî û dûrketina ji serxweçûnê û têkçûn û ezîtî û berzivirandiyê ji şehwet û keyf û lezzetan Hz. Îsa Mesîh (s.x) li we pîroz dikim.

Rêz û hurmet ji te re, bira yê min ê delal û şirîkê me li derd û êşa me ehlê Îraqê bi tevahî ya derheq Mûsil û hemû bajarên Îraqê yên mezlûm, ku hêzên serkêş û zalîm û hov û kedxwar bi neyarî êrîş anîn ser. Xuda yê Mezin, me û we û hemû ehlê Îraqê biparêze û alîkar be û xem û keder û êş ji hemûyan birevîne.

Van pirtûkên berdestê te, wê di vê lêkolînê de zêde alîkariya we nekin. Ji ber ku van pirtûkan di ronahiya daneya pêşkeftinên nû yên li cîhanê û guhertinên nûjen ên diqewimin de hewceyê xwendina nû ne û pêwîst e bên nûvekirin. Bi taybetî piştî ku komên terorîst vê sernavê pîroz (cîhad) xirab kirin! Bi rastî, Îslam ji kiryarên wan hovên zalim berî û azad û dûr e.

Eger hûn berê xwe bidin ensîklopedî ya fiqhî ya min ku feqîh û ehlê îctîhadê ji diyarkirina fetwayên xwe ji peyrewên xwe re dinivîsin û bi navê Rîsale yê Emeliyye (Fetwayên Fiqhî) tête zanîn (min ya xwe wek “Subul-us Selam” – “Rêkên Selametiyê” binav kiriye), hûn ê bibînin ku beşek yê wê yê derheq Cîhadê tine. Ji ber ku, ez hewceyê demek dirêjtir im ku bikarim vê meseleyê bi nêrînek li gorî şert û mercên îro û bi awayek pijiyayî û hekîmane binirxînim û bêxim di çarçovekî de.

Lêbelê ez dikarim kurteya ku ez ji Qurana Pîroz û hadîsên hêja yên Pêxember û Ehlê Beytê (s.x) fêm dikim ji we re bibêjim:

Ne rewa û ne caîz e ku digel kesekî bêt şerkirin an bêt kuştin, xêncî li dijê wî kesê ku fesadiyê li erdê da dike û jiyana mirovan û rêkûpêkî û nîzama civakî ya gitşî têxe bin xeterê, an ew kesê ku nahêle xelk li gorî bîr û bawera xwe tevbigerin û azadiya wan ji wan bigire û wan bitepisîne û bi zordarî wan neçar bike ku dînê xwe biterikînin.

Xuda yê Mezin kerem dike:

«وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّى لاَ تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ كُلُّهُ لِلّه»

“Bi wan re şer bikin, heya ku fîtne nemîne (zulm û zorbêjî nemîne), û heta dîn hemû ji Xudê ra be.”[1]

Li ayetekî dî da Xuda weha kerem dike:

« إنما جزاء الذين يحاربون الله ورسوله ويسعون في الأرض فسادا أن يقتلوا أو يصلبوا أو تقطع أيديهم وأرجلهم من خلاف أو ينفوا من الأرض »

“Hema ceza ya wan kesên ku li dijî Xuda û Pêxemberê Wî şer dikin û dixwazin li ser erdê fesadiyê bikin, ev e ku bên kuştin, an bên aliqandin, an dest û piyê wan bi awayê çeprastî bêt jêkirin an jî ji wêderê bên qewirandin / derêxistin.”[2]

Şer û derketina bo şerê ji aliyê leşkerê Îslamê bi vî rengî bû, ne ji bo vê bû ku biçin şer ta desthilatdariya xwe berfireh bikin, an ji xwe ra bandorek çêkin, an xenîmetan ji xwe re kom bikin, an jî xelkê neçar bikin ku bibin Musilman, na, belku şerê wan ji ber vê bû ku fîtneya taxûtî û serkêş û zorbêjan bitepisînin, ew kesên ku gelê xwe qir dikirin û pêşî li azadiya wan digirtan ku heqî û rastiyê bêjin, vêca eger van kirêtiyan rabin (ku îro rabûne) ceng û şer helal nîne, çimko لا اکراه فی الدین“Li dînê da neçarkirin tine”[3] û li dewleta Îslamê ya demê Resûlê Xuda (s.x.a) da peyrewên dîn û olên cûrbicûr hebûn û ti kes, wan neçar nedikirin ku ola xwe biguherînin.

Eger li amojeyên dînî de hatiye haydan ji şerê li dijî muşrikan û yên xêncî wan da, ne ji ber zatê wan bûye, ango ji ber bîr û baweriya wan, belku ji ber kar û kiryaryên wan bûye, dema li dijî ehlê Îslamê radibûn û dijatiya wan dikirin û wan neçar dikirin ku ola xwe biterikînin û hwd. Gotin dirêj bû, min li gelek ji nivîsarên xwe de behsa van meseleyan kiriye. Ez serfiraziya we ji Xuda yê xwe daxwaz dikim.

Muhemmed ê Ye’qûbî

25/12/2014



[1]- (Enfal / 39).

[2]- (Maîde / 33).

[3]- (Beqere / 256).