HER DU XUTBEYÊN NİMÊJA ÎDA QURBAN A MUBAREK A 1439 10 Zîlhîcet-ul Heram a 1439 Çarşem

| |times read : 375
HER DU XUTBEYÊN NİMÊJA ÎDA QURBAN A MUBAREK A 1439  10 Zîlhîcet-ul Heram a 1439 Çarşem
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Bİ NAVÊ XWEDA

HER DU XUTBEYÊN NİMÊJA ÎDA QURBAN A MUBAREK A 1439

10 Zîlhîcet-ul Heram a 1439 Çarşem

Li nav komek pir ji bawermendan de, cenabê merce yê dînî şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be) nimêja îda Qurbanê li ofîsa xwe ya Necef a Eşref pêk anî.

Cenabê wî di koma pirhijmara mominên nimêjker de her du xutbeyên nimêja îdê berpêş kir.

Di xutbeya yekem de behsa vê ayeta Xweda kir:  وَكَانَ الإِنسَانُ عَجُولاً Û bê guman însan, ecûl û lezker e. (Îsra/11). Û got ku di ecelekirinê de poşmanî heye, ji bilî karên xêr.

Di xutbeya duyem de jî, behsa hinek şîret û dersên ji rîwayetên Îmam Seccad kir.

Di xutbeya yekem de, cenabê Merce, hejmarek taybetmendî, meyl û daxwazên mirovî, yên wekî panîk û bêtebatîyê: إِنَّ الْإِنْسَانَ خُلِقَ هَلُوعًا Bêguman însan, bêtebat hatiye afirandin. (Mearîc/19). Û stemkarî û nezanî: وَحَمَلَهَا الْإِنْسَانُ إِنَّهُ كَانَ ظَلُومًا جَهُولًا Û însan ew li xwe bar kir, hema birastî însan, stemkar û nezan e. (Ehzab/72). Û ji bilî van, hinek taybetî yên din ku di Quranê behsa wan hatiye kirin, anî ziman.

Cenabê wî destnîşan kir ku tişta bi van taybetmendîyan ve tê armanckirin, ne ku mirov bi xwe û heqîqeta wî ye, û afirandina wî ya ku li ser hate afirandin û fitreta wî ya ku afirandina çêtirîn e, ku di Qurana Kerîm de wek في أحسن تقويم (Tîn/4) hatiye.

Dijane tiştê ku tê armanckirin, rastiya derveyî ya emelî û pratîka însan e. Ji ber ku wî fitreta xwe neparast û tiştê ku Xwedayê bilindîn jê re dixwest, bicîh neanî, belkî da pey hewa nefsa xwe, û dinyayê ew ji rê derxist û şeytan, kiryarên wî jê re xemiland.

Cenabê wî di xutbeya yekem de balê kişand li ser yek ji hes û meylên ku mirov pê hatine destnîşankirin ku ew jî, lezkirin û kêmbûna fikirînê di biryardan û helwestan de ye, û bi vî rengî xwe davêje xeterê û zirar dide xwe: خُلِقَ الْإِنْسَانُ مِنْ عَجَلٍ سَأُرِيكُمْ آيَاتِي فَلَا تَسْتَعْجِلُونِ Însan ji ecele û lezê hatiye afirandin, ku ezê di nêz de ayetên xwe nîşanî we bidim, vêca hûn li min ecelê nekin. (Enbîya/37).

Cenabê wî (sîya wî berdewam be) berdewam da ku vê wateyê zelal bike û got: divê mirov ji bo mebest û armancan bi bîhnfirehî tevbigere û dilpak be û verast bike ku yên meşrû û saf û paqij ji wan pêk werin. Birastî ji Pêxemberê Îslamê (s.x.l) weha hatiye rîwayetkirin: bêguman ecel û lezgînîyê mirovan biriye helakê, heke mirovan tebatê bikirana, ti kesek ji wan helak nedibûn.

Cenabê wî mînakek li ser ecelekirina nebaşa însan anî ku bi vî rengî bû: Kesê dixwaze dewlemendiya xwe zêde bike, dikeve rêça xayîntî û diziyê û wergirtina diravên giştî û amûrên din ên neqanûnî ve. Mînakek din jî, ya xort û qîzên ciwan e ku di damezrandina têkiliyên hestyarî yên derveyî çarçoweyên qanûnî yên olî û civakî de hewl didin û lez dikin e. Vêca jin dikevin nav nêçîra xapandinê û wan dixapînin û dev ji wan berdidin. An jî, hin karmendên dewletê danûstandinên mirovan asteng dikin da ku wan bi xapandinin û bertîla ji wan bigrin, vêca heke wê danûstandinê bi hêsanî û bi dilxweşîyê pêk bianîyana, dibe ku ew mirov, li ser dilê rihet û bi dilxweşî, tiştek wek xelatê bide wan û nehêle ku ew bikevin heramî ya ku tê de lez dikirin.

Bi Navê Xweda

Cenabê merce yê dînî Şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be), di xutbeya duyem de ev hedîsa ku ji Îmam Zeynilabidîn (s.x) hatiye û tê de zare zar kiriye anî ziman ku gotiye: îlahî, ti xwedûrkirina ji xanîyê xapandinê (dinya) û xwenêzkirina bi bal xanîyê berdewamîyê (axiret), û berîya hatina mirinê xweamadekirina ji mirinê re bikî nesîbê min!

Cenabê wî gelek hedîsên şerîfên ku di wan de behsa xweamadekirina ji mirinê re tê kirin berpêş kir... yek ji wan jî ev hedîs e ku ji Mîrê Bawermendan (s.x) hatiye ku kerem kiriye: kesê aqilmend divê di vê dinyayê de ji mirinê bitirse û xwe jê re amade bike, berîya ku here dinyayek ku wê tê de mirinê xwezî bike lê mirin tê de peyde nake.

Dîsa cenabê wî hin ayetên ku dibêjin amadebûna mirinê û ne nefretkirina ji çûna hizûra Xweda, nîşana rastîya îmanê û evîna Xwedê ye, destnîşan kir. Ku Xweda Ezze we Celle ferman daye: قُلْ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ هَادُوا إِن زَعَمْتُمْ أَنَّكُمْ أَوْلِيَاءُ لِلَّهِ مِن دُونِ النَّاسِ فَتَمَنَّوُا الْمَوْتَ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ Bibêje: ey ew kesên ku yehûdî û cihû ne, heke ji bilî xelqê bitenê hûn guman dikin ku hûn dostên Xweda ne, vêca mirinê daxwaz bikin, heger hûn ji rastgoyan bin! (Cumue/6).

Di çarçova daxuyaniya xwe de cenabê wî (sîya wî berdewam be) behsa ka meriv çawa xwe ji mirinê re amade dike, anî ziman û behsê rîwayetek ku ji hêla hin pirtûkên exlaqî ve hatiye destnîşan kirin û hinek paragrafên wê di hinek rîwayetan de hatine ku însan, li gorî qonaxên rêwîtiya axiretê, bi wan re rûbirû dibe, berpêş kir: kesek hate cem Resûlê Xweda (s.x.l) û xwezîya mirinê kir...[1]

Piştî bidawîbûna her du xutbeyan, cenabê wî berê xwe da koma bawermend û mirîdên ku beşdarî nimêjê bûbûn, û pîrozbahiyên xwe berpêşî wan kir.

Ji bo temaşekirina tevekê xutbeyê, herin li ser lînka jêrîn:

https://youtu.be/Rks5Uzo5OCE



[1]. Têkilîya rîwayetê:

http://shiaonlinelibrary.com/%D8%A7%D9%84%D9%83%D8%AA%D8%A8/1624_%D9%85%D8%B3%D8%AA%D8%AF%D8%B1%D9%83-%D8%B3%D9%81%D9%8A%D9%86%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%A8%D8%AD%D8%A7%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%B4%D9%8A%D8%AE-%D8%B9%D9%84%D9%8A-%D8%A7%D9%84%D9%86%D9%85%D8%A7%D8%B2%D9%8A-%D8%A7%D9%84%D8%B4%D8%A7%D9%87%D8%B1%D9%88%D8%AF%D9%8A-%D8%AC-%D9%A1%D9%A0/%D8%A7%D9%84%D8%B5%D9%81%D8%AD%D8%A9_493