Niyazmendiya Mirovahiyê Bo Îmam Elî kurê Ebû Talib: Dengê Edaletê yê Mirovahiyê (1)

| |times read : 409
Niyazmendiya Mirovahiyê Bo Îmam Elî kurê Ebû Talib: Dengê Edaletê yê Mirovahiyê (1)
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Niyazmendiya Mirovahiyê Bo Îmam Elî kurê Ebû Talib: Dengê Edaletê yê Mirovahiyê (1)

Bi Navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn

Fikra "pevçûna şaristaniyê" li navbeyna hukûmetên rojava yên zorbêj ket holê, piştî hilweşîna Yekîtiya Soviyetê û derketina nîşanên dabeşbûnê wekî dijberê wan, û îdeolojiya wan li ser bingeha hebûn an avakirina dijminek rastîn an xeyalî hatibû avakirin ku gelên xwe qanî bikin derheq polîtîkayên xwe yê hovane û dijberîkirina mafên herî bingehîn ên mirovan, da vêca bikarin serwet û heyîna gelan dabiqurtînin û li xwe zêde bikin û yên dî bêpar bihêlin û serweta wan bibin. Bi vî rengî niyeta xwe diveşartin û xwe baş nîşan didan ji xelkê xwe re, di halekî da ku gelê xwe dixapandin.

Li pey wê, destpêkirin û vê carê Îslamê wekî dijminê xwe nîşan dan, vêca gotin tehlûke û xeter e, zêde hişyarî dan xelkê ku hay ji wê bimînin, û gotin ku pêwîst e em li ber Îslamê bisekinin, û agirê wê fîtneyê jî bi destê Siyonîstên ku naxwazin Musilman û File nêzîkê hev bibin, geş û gur bû; çimko ew, Îslam ji hebûna xwe ra xeter dizanin, û hemû hewl û xebata wan li ser vê bû ku nakokiyê navbeyna wan da çêkin, bi rastî tenê ew di dilê xwe de dijatî û dijminatiya Îslam û Musilmanan çandine, qey ne navbeyna Musilman û Mesîhiyan da dijminatiyekê rastîn tine, ma ne ev ayeta pîroz weha kerem dike: “Tu dibînî ku dijwartirînê xelkê li dijatiyê da hema Cihû / Yehûdî ne û yên muşrik, û tu dibînî ku nêzîktirinê wan li hezkirina ji bawerdaran, ew in yên dibêjin Em Nesranî (Mesîhî) ne, Qissîs û Ruhbanê wan hene, ew xwe mezin ranagirin” (Maîde – 82)

Mixabin, her du mezheb ev rastiya hanê paşve kişandine, û ew di pevçûnan de xwe pûç kirin, lê ez nîşanên hişmendiyê di cîhana misilman û xiristiyan de li ser vê komploya siyonîstan dibînim. Ew fehm kirin ku nêzikbûna du şaristaniyan mimkun e û civîn nêz e, û ku ev pevçûn dawî jêre tine, û ji vê hişmendiyê re nîşan hene, wekî encamên anketa ramana herî dawîn a Ewropî, ku eşkere kir piraniya wan bersiv dane ku saziya Siyonîst yekem çavkaniya fikar û terorîzmê ye li cîhanê, li ser vê yekê jî em dengdana zêdetir ji bajarek li Belçîka û Kanadayê dibînin ku daxwaza birîn û qutkirina têkiliyên bi Îsraîlê kirin.

Dagîrker û zorbêjan hewil dan ku hegemonya û desthilatdariya xwe li ser cîhanê bi zorî çêkin, bi taybet li ser Rojhilata Musilman ji ber serwet û dewlemendî yên wê yên hêja û cîhên wê yên stratejîk, ên ku ji bo berjewendîyên wan ra esas û xîm e. Ev bû ku hatin û îstîlaha “cîhanîbûn”ê avêtin holê ku bi wê hemû alemê li gorî dilê xwe bimeşînin, dixwazin ku dinya hemû wek çawa wan dixwazin fikir bike û bimeşe û bizavê bike û bijî. Ev mentiq û helwesta mustekbir û zorbêjan a her û her e, çawa ku Quran kerem dike, Fîrewn got: “Ez nîşanî we nadim xêncî wê ya ku ez dibînim” (Xafir / 29). “Ma gelo mulka Misrê ne ya min e û ev çemên ku li bin piyê min re diherikin, ma hûn nabînin?!” (Zuxruf / 51). Li gorî wan, divê kes ji gotina wan dernekeve û muxalefeta wan neke û ji bandora wan dernekeve û ji feyde ya wan dûr nekeve, eger kesekî dûr bikeve, malik lê xirav dikin; jibo pêşîlêgirtina wan kesan, aletên leşkerî û cengî wezîfedar kirin ku xwe bigehîne heçî kesê xwe ji wan dûr dike, her wiha bingehên aborî ava kirin ku digehe hemû welatan û wî welatî li bin barê deynê da diperçiqîne ku rêya xelasî jêre namîne û her li dora wan dizivire, ev e ku êdî ew serbixwe nabin û viyana wan ne ya wan e, vêca çanda xwe ya wêranker bi aliyê me de şandin û jêre hinek dirûşm danîn ku em xwe bi wan bigirin û li pey wan bikevin û xwe bi bîr û hizr û rewş û rêbaz û şêweya wan ve bigirin, piştî ku ji xwe re mûm û finda ecêbmayînê vêxistin û ser xwe çûn ji ber serketina wan a îlmî û teknolojîyî, û hewil dan ku vê yekê bikin nîşan ji serketina rewşenbîrî, exlaqî û civakî ra, û me rût bikin ji wê hêz û xurtaniya ku me li vê babetê da heye, hesûdiyê dikin û vê serfirazî û serketinê ji me re naxwazin.

Ji ber vê yekê fikirvanên me neçar in gelek gavan bavêjin:

1- Vebijêrîna du şaristaniyan ji hevdû re û zanîna rastiya her yek ji wan; bi hemû rengê wê ve, wek hêman, armanc, mekanîzmên wan û hwd, ew gavek mezin û destpêkek girîng ji civîna wan şaristaniyan e.

2- Nîşandan û berpêşkirina model û mînakên bêkêmasî yên me, nasandina kesayetî ya wan û analîzkirina wê û nirxandina wê, destnîşankirina nuqteyên berz û bilind ên wan, ku mînak û pêşnumayên wusa pir zêde ne, elhemdulîllah. Yê yekemîn, hema sertirîn û balatirînê mexlûqatan, Hz. Muhemmed ê Mustefa, Pêxemberê Îslamê ye (s.x.a) û li pey re Mîrê Bawerdaran Îmam Elî (s.x) bira û nefsa Pêxemberê Îslamê ye (s.x.a) û her weha îmamên Ehlê Beytê û yaranên wan ên biqedr in; çimko li cewherê mirovan da ye ku ji hêla sembolên navdar û mezin ve têne bandor kirin û dikevin bin tesîra wan û li pey wan dikevin, Qurana Pîroz li ser vê şêwe û rêbaza girîng li perwerdehiyê de, ku heman peyketina li dewsa mînakên bêkêmasî ye, weha kerem dike: “Ji we re di Pêxemberê Xuda de mînakek baş heye, ji wan kesan re ewên hêvî hene bi Xuda û roja qiyametê”. [Ehzab / 21]. Heke em uswe û mînak û pêşnumayek wusa ji mirovan re peyda nekin, ew dê li pişt modelên rola sêwirandî wekî modelên werzîşî û yên hunermend û hwd da disekinin û li pey wan dikevin.

3 – Divê em zimanê diyalog û hevpeyvînê fêr bin, zimanê nîqaşa digel yên dî hîn bin, em fêr bibin ka çawa emê rêya durust bi aliyê aqil û dil û canê wan peyda bikin. Vêca çênabe ji kesekî Ewrûpî re di ku li dinya û dinyaperestiya xwe de noqî bûye, were şirove kirin ku sedema şoreşa Îmam Huseyn (s.x) li dijî Yezîd ew bû ku Yezîd şerab û ereq vedixwar, bi mehremên xwe re dizewicî û direqisî û yê wek Îmam Huseyn (s.x) nabe ku digel yê wek Yezîd beyetê bike, çimko ewê Ewrûpî li vê meselê de ti pirsgirêk nabîne, çimko armanca wî ya li vê dinyayê hema keyfxweşî û lezzetê ji dinyayê ye, wek eşqbazî û vexwarina ereq û şerabê û leystin û mûsîqî û hwd. Lewra serîhildana Îmam Huseyn (s.x) jêre bêwate û pûç e, lê heke Yezîd wek mêrkujê xwînmijê ku mirovekî rêzdar bi neheqî kuştiye jêre bêt nasandin, Yezîd ê ku pêşî li azadiya xelkê digirt û malê wan didizî û ji keyfa xwe re xerc dikir, bi neheqî dewlemend bûye û bi zorî xwe kiriye serokê xelkê û şûrê xwe daniye ser stûyê wan bêyî ku xelk an nûnerên wan jê razî bin, hingê wê ji wî Ewropî re bibe sedemek ji bo şoreşê, ew zelal û bibandor e.

Van ramanên ku min pêşkêşî we kir, Profesor George Jardak di pirtûka xwe ya bi navê “Dengê Dadmendiya Mirovahiyê” de berhev kiriye, ew kesek Xiristiyan e ku giregir û mezin ê Îslamê yê herî girîng nas kiriye, ew kesê ku destê rîsalet û pêxemberiyê wî çêkiriye û mucîzeya wî wek mucîzeya Quranê ye, ev e ku tê gotin: “Quran digel Elî ye û Elî digel Quranê ye”, li bin sîbera Quranê da jiya û pir jê îlham girt û bi gotara xwe ya dilkeş Quran ji me re şîrove kir, bi fikrek têkil zewqê. Herçend cenabê Jardak hema hema pêncî sal pêşiya niha da vê pirtûkê nivisiye û têde pir behsa mafê mirovan kiriye, yên wek azadî û dadmendî û edalet û serîhildana li dij zulmê û behsa şarezayetî û xweşikahî û xîmên esasî kiriye û me lêkolînek analîtîk pêşkêşî me kir ku ji rêzê di wergera mirovan de û rêvebera wan çû. Ku mirov ji mirovahiyê bêpar bim û ronahiya wî ronî bike ku bigihîje tevahî mirovahî û dadmendiya xwe û mirov pê kêfxweş dibe.

 

 Muhemmed Yeqûbî

Bajarê Necefê

16/1/2004