Hz. Ayetullah Yeqûbî: Musîbeta Aşûrayê bi bûyera hatî serê ezadarên Tuweyrîcê dubare bû

| |times read : 417
Hz. Ayetullah Yeqûbî: Musîbeta Aşûrayê bi bûyera hatî serê ezadarên Tuweyrîcê dubare bû
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Hz. Ayetullah Yeqûbî: Musîbeta Aşûrayê bi bûyera hatî serê ezadarên Tuweyrîcê dubare bû

Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Musîbeta Aşûrayê bi bûyera hatî serê ezadarên Tuweyrîcê dubare bû.

Meseleya şehadeta pirtir ji sî kesan û birîndarbûna sedan kesan ji ezadaran û hejêkerên Îmam Huseyn (s.x) ku di halê ezadarî ya Tuweyrîcê bûn li rex dergahê meqbereya Îmam Huseyn (s.x) dilê me tejî kol û xem kir û musîbetên Aşûrayê dîsa bi vê bûyer û qewimîna dilsoj, dubare bû.

Ji Îmam Mehdî, serwerê xwe ku xudanê ezayê ceddê xwe yê xerîb Îmam Huseyn (s.x) e, dixwazin ku hemû wan ezîzan bêxe ber lutf û kerema xwe û em daxwaziya xêr û bilindbûna mertebeya wan ji Xuda dixwazin û ji paşvemayî yên wan ra sebr û sewaba mezin û ji birîndaran ra daxwaza şîfa û selametiyê dikin; ew ezîzên ku ji hevderdiya digel Îmam Mehdî (s.x) hatibûn û jibo alîkarî û îzzet û kerameta wî ra dua dikirin.

Hêvî ev e berpirsyar û karbidestan li edakirina heqê şehîdan û her wiha birîndaran û tesellî ya wan û kêmkirina êş û kola wan da, qusûr û kêmasiyê nekin; ku “Xuda alîkar e û Ew baştirîn serwer û alîkar e”.

Muhemmed Yeqûbî

Necef a Pîroz

10-ê Muherrem a sala 1441-ê k.h,

Beraberê

10/09/2019