Welayet Fêkî ya Heccê ye

| |times read : 460
Welayet Fêkî ya Heccê ye
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Welayet Fêkî ya Heccê ye[1]

 

Zimanzan dibêjin ku peyva التَفَث tê wateya qirêjî û nepakiyê, li ser vê esasê ye ku قضاء التفث  tê wateya paqijkirina laş ji qirêjî û nepakiyan. Vê yekê nîşan dide ku heciyan li heccê de piştî pêkanîna menasikên heccê niyeta paqijkirina laş û bedenê xwe dikın ku bi pêkanîna kiryarên îbadî yên cûrbicûr û mehdudiyet û  astengiyên ku li îhramê ji wan ra heye, ji wan ra çêbûye. Hingê nehf û pirçên zêde ji laşên xwe paqij dikin, neynokên xwe jêdikin, porê xwe diqusînin û hwd. herçend dibe ku ev wate, ji hinek ji riwayetan hatibe girtin ku li meqamê şîrovekirina hinek ji mînakên wê ne.

Hinek dibêjin ku ev peyv ne peyvek Erebî ye, lê Hebrew / Îbranî ye, ku tê wateya hilgirtin (الإمساك) û girtin (القبض). Di vê rewşê de, wateya التفث qeyd û bend in, ên ku li ser hacî yê îhram girêdayî da ferz dibin ku li ser navê “muherremat ê heccê” tên naskirin, û qeza yê wan jî bi wateya temamkirin û xelaskirina wan e heta dawî ya menasik û emelên heccê. Xuda Teala dibêje: فَإِذَا قَضَيْتُم مَّنَاسِكَكُمْ Dema ku hûn menasikên xwe temam dikin ... (Beqere / 200). Ayetên dîtir jî hene ku qezakirina wan bi wate ya temamkirin hatiye, wek vê ayetê ku kerem dike: فَإِذَا قُضِيَتِ الصَّلَاةُ Gava ku nimêj tê kirin ... (Cume / 10), û her weha: وَقُضِيَ الأَمْرُ Û dema mesele pêk hat ... (Beqere / 210), فَلَمَّا قَضَى مُوسَى الأَجَ ... “Û dema Mûsa wê pêk anî” û hwd.

Bi rastî, dibe ku mirov her du tefsîr û şîrove jî qebûl bike û bi awayekî wan her du şîrove û wateyan li hev bîne, ku em bêjin ev ayet bi awayê kînaye ve behsa temamkirina menasikên heccê dike; ji ber ku ayet bi behskirina ji lazimê (jêkirina neynokan û kurtkirina pirçan û bîhnaxweş lêdan) qesta melzûmê kiriye. Bi awayekî ku menasikên heccê bi tevahî û hemû ferzên îhramgirêdanê ku pêşiya derketina ji Erefê li xwe ferz kirine, pêk bînin. Xuda yê Teala kerem dike:

الْحَجُّ أَشْهُرٌ مَّعْلُومَاتٌ فَمَن فَرَضَ فِيهِنَّ الْحَجَّ فَلاَ رَفَثَ وَلاَ فُسُوقَ وَلاَ جِدَالَ فِي الْحَجِّ... (البقرة:197(

“Demê Heccê, li mang / mehên diyarkirî de ye, vêca ew kesên ku Hecc li ser xwe ferz kirine, (divê bizanin ku) li Heccê de pêwendiya cinsî ya digel jinan û guneh û cîdal divê nebe … ” (Beqere / 197). Li ser vê esasê, wateya kelîme ya “التفث” ji fîîla mesderî ye, bi wateya derketina ji îhramê û derêxistina cilkê ye di piştî xelasbûna îhramê û paqijkirina tiştên ku di dema mesanikê de li ser laşên wan çêdibin.

Bi rastî, li riwayetan her du wate jî tên dîtin. Li riwayeta durust a ku ji Bezentî hatiye gêran, hatiye ku Îmam Riza (s.x) derheq wê ayetê da wiha kerem kir: “Qutkirina neynok û paqijkirina bedenê ji qirêjiyan û derketina ji îhramê ye”.[2] ” Gelek rîwayetên ji vê pêkê hene. Yek ji nukteyên edebî û wêjeyî ya pir balkêş li wan ayetan, bikaranîna kelîme ya “refs” ji girêdana îhramê re û “qeza-ut tefes” ji vekirin û derketina ji îhramê re ye.

Hecîvan, di roja dehê ya Zî-l Hîcceyê da, dema menasik û ferzên li Mînayê pêk anî û kevirê xwe li Eqebe yê Mezin de avêt û mûyê xwe li wêderê kurt kir û qurbanî da serjêkirin, hemû ew tiştên herambûyî li îhramê da, xêncî bikaranîna bîhna xweş û nêzîkiya bal jinê, hemû tiştên dî jêre helal û mubah dibin. Ku bîhna xweş jî piştî pêkanîna tewafa Heccê û nêzîkîkirina bal jinan jî piştî bicî anîna tewafa Nîsa, jêre mubah û helal dibe, lewra Xuda yê Teala, piştî ayeta “qeza-ut tefes”ê da kerem dike:  وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ Û bila sozên xwe bicîh bînin ... (Hec / 29), ango bila xwe bi wan emelan ve mijûl bikin, ew emelên ku ji ber îhram û pêkanîna menasika Heccê ji wan ra hatibû heramkirin, û li pey re weha ولیطوفوا بالبیت العتیق (Hec / 29) mebesta vê ayetê pêkanîna tewafa Heccê û tewafa Nîsa ye.

 

Ew a ku hat gotin wate ya zahîrî ya ayetên Quranê ye ku hemû kes berpeyvê wan in, lê wateyek batinî jî heye ku tenê yên taybet dikarin wê fêhm bikin, ango ehlê marîfetê. Zureyh ê Muharibî dibêjê ku Îmam Sadiq (s.x) derheq vê ayeê da kerem dike: “ التفث hema hevdîtin û dîdar a digel Îmam e”[3] Li Meanî-ul Exbar, Zureyhê Muharibî ji Ebdullah b. Sînan weha neqil dike ku: Min ji Îmam Sadiq (s.x) ra got: “Xuda li kitêba Xwe de ferman daye min û ez hez dikim wê fermanê bicî bînim”, Îmam kerem kir: “Ew çi ye?” Min got: “Vê ayeta pîroz e ku Xuda kerem dike: ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ  (Hec / 29). Îmam kerem kir: “لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ hema hevdîtin û dîdar a digel Îmam e û وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ  jî hema menasikên Heccê ye”. Paşê Ebdullah bîn Sînan got ku ez hatim bal Îmam Sadiq (s.x) û min jêre got, ez gorî te bim, ev ku Xuda kerem dike ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ  çi ye?” Îmam kerem kir: “Kurtkirina simbêl û jêkirina neynok û tiştên weha ne” Ebdullah got: “Ez gorî te bim! Zureyhê Muharibî ji me re got ku we gotiye ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ pêkanîna menasikên Heccê ye, gelo rast e? Îmam kerem kir: “Belê, Zureyh rast gotiye, ji Quranê re zahîr û batinek heye û ya ku Zureyh gotiye, mumkin e.”[4]

Ev tefsîr û şîrove bi tevahî rêk dikeve digel felsefe û feyde yên Heccê ku li ayeta pêşî de me bal wê ve îşaret kir, ango ayeta لِيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ. Lewra feyde yên manewî û rûhanî balatir û berztir e ji yên maddî û materiyalî. Ev yekê jî dest nakevê, xêncî bi dîdara digel îmamê ummetê û behremendbûna ji wî li wê derê pîroz û pak û ronahî û bêy hebûna sultexwaz û siyasetên wan ên xirab û qirêj. Ta vêca hecîvan bikarin xwe ji qirêjî û nepakî û nexweşiyn batinî pak bikin û ji destpêkirina jiyanek a nû û xwerî û vale ji qirêjiyên berê, xwe amade bikin, wek çawa riwayetên pîroz soza wê dane.

Li rîwayetekî ji Îmam Riza (s.x) hatiye ku wî hezretî derheq feyde û behreyên Heccê de xeber daye û hîkmeta wê şîrove kiriye û li gotina xwe de yek ji feydeyên wê hema dîdara digel îmam hesibandiye ku mirov bikare dîn û ol jê fêr bibe û bikare li dinyayê de wan amûjeyan belav bike. Îmam Riza (s.x) kerem dike: “Ferman hatiye dayin ji xelkê re ku Heccê pêk bînin, ta nêzîkê Xuda bibin û li nêzîkbûna bal wî bigerin û bi tewbeyê xwe ji gunehên xweyên berê paqij bikin û ji jiyaneka nû re xwe amade bikin” paşê Îmam wiha kerem dike: “Cuda ji wê jî, jibo fêrbûna dîn û neqilkirina rîwayetên îmamên Ehlê Beytê (s.x) li hemû deran bixebitin, Xuda yê Teala kerem dike: فلولا نفر من كل فرقة منهم طآئفة ليتفقهوا في الدين ولينذروا قومهم إذا رجعوا إليهم لعلهم يحذرون – Çima ji her cemaetekî, komekî (berew Pêxember) koç nakin, ta vêca agahî bi dest ve bînin derheq dînê de û vêca dema vedigerin bal qewmê xwe, hişyariyê bidin wan, ta belku (ji dijîtiya digel Xuda û cezaya wî) xwe bidin paş”. (Tewbe / 122).[5]

Ji ber vê yekê Îmam Baqir (s.x) dema dibîne ku pir kes ji vê rastiyê haydar nebûne û bala xwe nadinê, xemgîn dibe. Li kitêba Kafî de ji Ubeyde yê el-Hezza hatiye neqilkirin ku got: “Dema Îmam Sadiq (s.x) kiryar û reftara xelkê li Mekkehê da didît, min bihîst wiha digot: “Tiştê ku wan dikin, hema wî tiştî ye ku li demê cahiliyyetê da dihat kirin. Sond bi Xwedê, ew bi vê yekê nehatine fermankirin. Berevajî, ji wan ra ferman hatiye ku menasikên Heccê pêk bînin, sozên xwe bicîh bînin, nezrên xwe eda bikin, ji dîdara me ra werin bal me, ta hezkirin û alîkariya xwe ji me re nîşan bidin”.[6]

Naxwe, wateya rastî ya Heccê pêk naye xêncî ku îzhara welayeta Ehlê Beytê û nîşandana hezkirina ji wan ra bêt cî û em erkên xwe bicî bînin, yên wek duakirin ji Ehlê Beytê (s.x) re û vegotina fezîleta wan û hediyekirina sewaba karên xêr ji wan ra û gazîkirina xelkê bal peyrewîkirina ji Ehlê Beytê (s.x). Ji Îmam Baqir (s.x) hatiye riwayetkirin ku kerem kir: “Temambûna Heccê, bi dîdara digel îmam pêk tê”.[7]

Divê hecîvanê li îhramê de, li hemû menasikên Heccê de, welayet û serokatiya îmamên Ehlê Beytê (s.x) bi bîr ve bîne, û li demê îhramê de divê xwe ji hemû dilpêveman û dilgirêdanên ku pêşî li fermanberî û peyrewiya ji îmamê digirin, ji xwe dûr bike. Li wuqûfê de, xwe li beraberê îmamê da bibîne û li Sayê de, li nav beyna Sefa û Merwe de, xwe di halê çûyîna bal Îmam bibîne û bi serjêkirina qurbanî, xwe fêrî fedakarî ya ji Îmam re bike û ji bo pêkhatina armanca îlahî ya wan bixebite û bi avêtina keviran li Remyê Cemeratê da xwe dûr bike ji hemû zorbêj û taxûtên ku xwe li şûna îmamên Ehlê Beytê (s.x) da nîşan didin, hasilê kelam ev e ku divê mîhwer û tewera hemû îbadet û taetan, peyrewiya ji îmamê be.

Di kitêba el-Kafî de, bi awayên cûrbicûr ji Îmam Sadiq (s.x) hatiye riwayetkirin ku kerem kir: “Îslam li ser pênc tiştan hatiye avakirin: Nimêj, zekat, rojî, hecc û welayet. Û ser tiştekî ji wan bi qasî welayetê nehatiye tekîdkirin, lê mirovan xwe bi çarên pêşîn girtine û ya dî (ango welayetê) berdane.”[8]

Li rîwayeta ku ji Zurare hatiye neqilkirin, hingek gotinên dî lê hatiye zêdekirin, ku: “Min got: Kîjan ji van berztir û giranbihatir e? Îmam kerem kir: “Welayet berztir e, lewra welayet mifteya wan e û welî / îmam rênimûnker û rêberê bal wan ve ye” û her weha kerem kir: “Mifte û kilît û dergehê rîzayeta Xuda yê Mezin, hema fermanberiya ji îmamê ye, piştî naskirina wî”. Naxwe sirr û xefên veşartî yên manewî ya heccê û îbadetên dî, tenê li bin sîbera welayeta îmamên pak da tê naskirin, wek çawa azadî û kerameta însan û parastina kerameta wî tenê bi rêka îmamê pak û rêberî ya wan a pîroz û bi rêka cîgirên wan dest ve tê.

Nirx û fêkî ya rastîn a heccê, a ku divê mirov li pey wê bikeve, tenê bi bizavên bedenî û hereketa cismî li meşaîrê da dest ve naye, belku girêdayî bi vê çendê ye kanê gelo mirov çiqas xudan marîfet û agahî ye derheq îmamê xwe û derheq çawaniya fermanberiya ji wî. Bêguman ev mesele navbeyan mirovan da diguhere, jixwe hinek kes hene ku qet ti behre nebirine. Îmam (s.x) di derbarê van bêbehr û ziyankaran da wiha kerem dike: “Tu van kesên ku li halê telbiye (lebbeyk gotinê) de ne dibînî? Sond bi Xuda, dengê wan li bal Xuda kêmtir e ji dengê çarpêyan”.[9]

Li rîwayeta ku ji Fuzeyl hatiye neqilkirin da hatiye ku, Îmam Baqir (s.x) dema ku dît xelk li dora Kabeyê tewafê dikin, kerem kir: “Li demê cahiliyyetê de jî xelk weha tewaf dikirin. Di rastî da xelk hatine ferman kirin ku tewafê bikin û paşê berew me ve werin û welayet û meweddeta xwe ya ji me re diyar bikin û destê alîkariyê bidin me”. Piştre vê ayetê xwend: فَاجْعَلْ أَفْئِدَةً مِّنَ النَّاسِ تَهْوِي إِلَيْهِمْ Dilê hin kesan bi wan bişewitînin ... (Îbrahîm / 37). Di şiroveya vê ayetê da, li tefsîra Eyyaşî da hatiye neqilkirin ku Îmam Baqir (s.x) kerem kir: “Pêdivî ye ku xelk hecca mala Xuda pêk bînin û wê pîroz bikin û piştre werin pêşwaziya me, çimko em çira ya hîdayet a bi aliyê Xuda ne.”[10]

Di eslê xwe de, bêguman eger Hecc tenê li qalibê xwe yê zahirî de û dûr ji meseleya welayeta îmam be, nirx û feydeyek jêre tine û dûr ji armanca wê ya serekî ye. Ji Fuzeyl hatiye neqilkirin ku got, Îmam Sadiq (s.x) kerem kiriye: “Kesê ku îmamek jêre tinebe û di wî halî de bimire, mirina wî wek mirina wî mirina li ser cahiliyyetê ye û ti ozr û lêborxwestina kesî naye pejirandin xêncî ku ew îmamê xwe nas bikin”.[11]

Şerafet û pîrozahiya Mekkehê jî hema ji ber hebûna masûmekî pak e li wêderê û ji ber vê ye ku sonda ku bi Mekkehê hatiye xwarin, bi qeyd e, لَا أُقْسِمُ بِهَذَا الْبَلَدِ * وَأَنتَ حِلٌّ بِهَذَا الْبَلَد (Beled / 1 – 2)

Ji ber kerem û lutfa Xuda yê Teala li ser mirovan, hema hebûna îmamek pak li demê Heccê de ye ku hecîvan her sal li wêderê kom dibin ta dirûşmên îlahî pîroz bikin û nirxên manewî biparêzin û bikarin ji bereketa hebûna îmamê pak behremend bibin.

Ji Ubeyd ê kurê Zurare hatiye neqilkirin ku got: “Min bihîst Îmam Sadiq (s.x) weha kerem kir: “Birastî, mirov îmamên xwe wenda kirine, îmam di demê mewsîma Heccê de wan dibîne, lê ew wî nabînin”. Li kitêba Îkmal-ud Dîn da li ser gêrana cîgirê duyê yê Îmam Mehdî (s.x) ango Muhemmed bîn Osmanê Emrî da hatiye ku got: “Min bihîst digot: “Sond bi Xuda, ku îmam her sal li mewsîma Heccê da hazir e û xelkê dibîne û wan nas dike, di halekî da ku xelk wî nabînin û wî nas nakin”.[12]

Ji ber vê yekê ye ku Îmam Seccad (s.x) li pêş Yezîdê zalim da sekinî û eşkere got: “Ez kurê Mekkehê me, ez kurê Mîna me, û ez zarokê Zemzem û Sefa me”[13] Ango ez xwediyê van cihên bextewar û pîroz im, ez mîratberê wan yê rastîn im, û ez kurê pêkînerê Heccê ji demê Îbrahîm ê Xelîl heta demê Pêxember Îslam Muhemmed ê Mustefa (s.x.a) me, naxwe ez hêjatir û ewlatir im ji rêberiya ummetê re û welayeta wan ji min re ye.



[1]- 13/08/2019, Li beşa duyem a xutbeya cejna Qurbanê, ku di sala 1440-an de hatiye gotin.

[2]- el-Kafi, c. 4, p. 503, h. 12.

[3]- Men La Yehzuruh'ul Feqih, c. 2, p. 290, h. 1432

[4]- Meanî-ul Exbar, p. 340, h. 10.

[5]- Wesail-uş Şîe, c. 1, p. 11

[6]- Wesail-uş Şîe, c. 9, p. 57

[7]- Wesaîl-uş Şîe, c. 10, p. 255. Ebwab-ul Mezar, bab: 2, h. 12.

[8]- El-Kafi, c. 2, p. 18. Babetê Deaîm-ul Îslam, h. 1, 3, 5

[9]- Wesail-uş Şîe, c. 9, p. 57.

[10]- Tefsîr-ul Eyyaşî, c. 2, p. 333, h. 39.

[11]- Bihar’ul Enwar, c. 23, p. 89.

[12]- Wesail-uş Şîe, c. 11, p. 135. Ebwab-u Wucubî el- Hecc we Şeraîtuhu, bab: 46, h. 8-9.

[13]- Bihar’ul Enwar, c. 45, p. 138.