MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: Jİ HEMÎ TİŞTÊN KU PARÇEBÛN Û BELAVKİRİNÊ TÎNİN XWE DÛR KİN

| |times read : 353
MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: Jİ HEMÎ TİŞTÊN KU PARÇEBÛN Û BELAVKİRİNÊ TÎNİN XWE DÛR KİN
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Bİ NAVÊ XWEDAYÊ DİLOVAN Û DİLOVÎN

MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: Jİ HEMÎ TİŞTÊN KU PARÇEBÛN Û BELAVKİRİNÊ TÎNİN XWE DÛR KİN

Cenabê Merce yê Dînî Birêz Ayetillah-il Uzma Şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya berdewam be)

Selamun Eleykum we Rehmetullahî we Berekatuhu

Pir caran xuya dibe ku hinek kes dev davêjin hinek sembolên olî û dînî û înkar dikin. Vêca helwesta we ya li pêşber vê rewşê çi ye?

Bi Navê Xweda

Eleykum Selam we Rehmetullahî we Berekatuhu

Helwesta me li ser vê kiryarê eşkere û zelal e, ji ber ku me di demên cihêreng de û di vegotinên cûda yên xwe de, pêşiya van kiryaran girtiye. Birastî ev yek, li dijî jîn û jiyana Îmamên Masûm (s.x) û rênîşandanên wan ên li Şiîyên wan e. Guman tune ku ev yek bi xwe re parçebûn, jiberhevketin, nakokî û nîzaê çêdike ku Xwedayê bilindîn vê yekê bi vê fermanê xwe qedexe kiriye: وَلاَ تَنَازَعُواْ فَتَفْشَلُواْ Bi hev re nîzaê nekin, hûnê ji ber hev bikevin. (Enfal/46). Çi qas beşdarîyên navbera her du firqeyan mezin û zêde bibin, hewce ye ev mijar pirtir were liberçavgirtin. Heke ev beşdarîyên me yên pir jî, nikaribin rêzik û seffên me bikin yek, bila dijminê hevbeşê me yê ku dixwaze me ji ber hev bixe û rihmê li me neke û tevekê muqeddesatên me binpê bike û heramên herî mezin murtekib bibe, me bikin yek û yekîtîya me pêk bîne!

Xweda li ser her karî mustean û alîkar e.

Muhemmed Yaqûbî

15 Cemadîsanî 1436