MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SAZÎ Û DEZGEHÊN XWE YÊN ZANİSTÎ Û ÇANDÎ, Jİ BO Dİ NÛVEKİRİN Û DEWLEMENDKİRİNA PIRTÛKXANEYA ZANÎNGEHA MÛSİLÊ DE HEVPAR BİBİN XİSTE ÇALAKÎYÊ

| |times read : 414
MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SAZÎ Û DEZGEHÊN XWE YÊN ZANİSTÎ Û ÇANDÎ, Jİ BO Dİ NÛVEKİRİN Û DEWLEMENDKİRİNA PIRTÛKXANEYA ZANÎNGEHA MÛSİLÊ DE HEVPAR BİBİN XİSTE ÇALAKÎYÊ
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Bİ NAVÊ XWEDA

MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SAZÎ Û DEZGEHÊN XWE YÊN ZANİSTÎ Û ÇANDÎ, Jİ BO Dİ NÛVEKİRİN Û DEWLEMENDKİRİNA PIRTÛKXANEYA ZANÎNGEHA MÛSİLÊ DE HEVPAR BİBİN XİSTE ÇALAKÎYÊ

Cenabê merce yê dînî şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be), sazî û navendên xwe yên çandî û zanistî û lêkolînî, ji bo arîkarîya bi pirtûkxaneya navendî ya Mûsilê û pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê xiste hereketê û destur da ku bi temamê hêza xwe, di nûvekirin û dewlemendkirina wan bi pirtûkan kêferat û hevkarîyê bikin da nûavakirina wan, pêk were û zirarên wan werin tamîrkirin. Cenabê wî ev yek, wekî nîşaneya herî girîng a pîrozbahiya serkeftinê û rizgarkirina bajarê Mûsilê ji komên tawanbar hesibandin. Ji xwe îro hate daxwuyandin ku bi hêz û fezla Xweda hêla rojhilatê bajarê Mûsilê bi awakî kamil hatiye ji terorîstan hatiye paqijkirin.

Wî hişyarî da ku sabotaj û texrîbên bawerî, rewşenbîrî, civakî û exlaqî, ku ji hêla terorîstan ve li bajarên ku wan dagirkiribûn de pêk hatine, ji wêrankirina maddî û fizîkî, û dagirkirina leşkerî pirtir tevlihev û xeternaktir e, û ku azadkirina mirovan ji rizgarkirina axê zehf dijwartir e ku hewceyê demek dirêj e, ji bo paqijkirina pergala çandî û ronakbîrî û reformkirina jîngehê exlaqî û bawerî, bi taybet jî, di nav ciwan û zarokan de. Vêca pêkanîn û berpêşkirina pirtûkên mûtedîl û rêgezên hêja yên mirovahî û doktrîn û bawerîyên xwedayî, beşek girîng a pêvajoya rizgariya mirovan in.

Cenabê wî bangî hemû sazî û dezgehên zanistî kir ku beşdarî vê prosesa pîroz bibin. Dîsa cenabê wî yê birêz, bang li her du hukûmetên navendî û herêmî kir da ku girîngîya pêwîst ku ev prose hewcedar e bidinê. Birastî xweyê serkeftinê Xweda ye û hew.

Ofîsa Daxwuyandina Cenabê Merce yê Dînî Yaqûbî (Sîya Wî Berdewam Be)

25 Rebîusanî 1438

24/01/2017