MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: GİRÎNGİYA PARASTINA RÊZİKA CİVAKÎ YA GİŞTÎ Û ROLA FEQÎH YA TÊ DE

| |times read : 392
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

BI NAVÊ XWEDA

MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: GİRÎNGİYA PARASTINA RÊZİKA CİVAKÎ YA GİŞTÎ Û ROLA FEQÎH YA TÊ DE

Fuqeha bi gelemperî, zêde behsa serenava (parastina rêzika civakî ya giştî) dikin û bi wê, li ser ehkam û bendên giştî îstîdlalê tînin. Birastî ev serenav, di rîwayetên şerîf de nehatiye, lêbelê fuqeha vê serenavê wek serenavek berfireh ku tevekê berjewendîyên giştî û saziyên ku ji van berjewendîyan berevanîye dikin ku Şariê Pîroz girîngî daye wan, di xwe de digre, bikar birine. Ji ber ku rêkûpêkkirin û rêxistina kar û barên mirovan û başiya jiyana wan û nûvekirina welêt û berfirehkirina ewlehî, aramî û bextewariyê tê de ne.

 Birastî ev girîngîdayîn, di gelek rîwatan û di babên kitêbên cûrbicûr de hema diyar e. Wekî mîsal; kitêba el-Arazî ve-l Mezarietî, el-Mekasib, el-Emru-l bî-l Marûfî ve-n Nehyî enî-l Munkerî, el-Ehkamu-l Muşterekat yên wek av, çavkaniyên xwezayî, rêyên giştî, erd û hwd. Lêbelê, fuqeha wateya van rîwayetan di qanûn, rêzikname û teoriyên di siyaset, aborî, civaknasî, rêveberiya dewletê û hwd. de sererast nekirine û bikar nebirine, bitenê wan wek hinek meseleyên fiqhî ku di kitêbên fiqhî de belav bûne anîne ziman û hew. Belê, çawa tê dîtin, birastî binyata van meseleyan di bîrebêjîya fuqeha de hebûye û li anegora wê binyatê pêşve çûne ku wê wek Parastina Rêzika Civakî ya Giştî binav kirine. Vêca em hêvîdar in ku ev nifşa hişmend bi berhevkirin û paqijkirina van pirsgirêkên cûrbicûr, vê rêzik û pergela Îslamî ava bikin.

Ev delîl, wekî delîlê parastina rûmeta mirovan û delîlên tewhîdê, ji delîlên hakim û desthilatdar in li ser delîlên din, wek destûr û qanûnek esasî ku li ser hemû qanûnên din hakim û desthilatdarî  dike, û nahêle ku ti qanûnekî dijberî wê, were derxistin. Wekî mîsal; Ger damezrandina projeyek ku ji bo jiyana mirovan pêwîst e wek rêyek giştî, bi îstîmlakkirina hinek milk û akarên taybet ve were girêdan ku xweyên wan akaran jî, firotana wan red dikin, wê hingê wê feqîh, digel redkirina xweyên van milkan jî, van milkan bide dewletê û mafê milkîyeta xweyên van milkan ji destê wan derxe û bihayê firotanê ya guncan bide wan. Vêca ew nikarin bi hinceta ku ev milkê wan yê taybet e û çi bixwazin dikarin pê bikin, xwe ji firotina van milkan bidin paş ve. Ji ber vê yekê, yekem gava ku ji hêla Mîre Bawermendan (s.x) ve hate avêtin piştî hilkevtina xilafetê, tevnegirtin û destdayînsera hemû dirav û erdên ku Ûsman bi neheqî dabû xizmên xwe û hinek mirovên hêzdar. Lewra ev ji fonên gelemperî bûn û mafê kesî tune ku dest bide ser wan, bitenê ji bo lêkirin û nûkirinê tên şixulandin.

Hebûna vê prensîbê delîl e ku Îslam, ji bo nûavakirina jiyanê û avakirina civakek dilxweş û rehet û welatek bextewar, dînê dewletê ye û dînê rûmet û dadê ye, û ne dînê înzîvayê û paşvexistin û paşvexistinbûnê ye! Ji ber vê yekê, amûrên wê tevekê sedemên damezrandina dewletek bi rûmet û mirovek azad û baş, di xwe de digrin. Xweda yê bilindîn wuha ferman dike: هُوَ أَنشَأَكُم مِّنَ الأَرْضِ وَاسْتَعْمَرَكُمْ فِيهَا Ew e ku we ji axê afirandiye û dîsa we tê de dijîne. (Hûd/61). Dîsa hemî astengên ku pêşiya vê yekê digrin jî, ji nav dibe. Lewra Xweda yê bilindîn wuha ferman dike: وَلَقَدْ كَرَّمْنَا بَنِي آدَمَ Bê guman me rumet daye zarokên Adem. (Îsra/70). Ji ber vê yekê jî, yek ji mezintirîn heraman di Şerîetê de, hema bêhêzkirina rêzika civakî ya giştî û çêkirina kaosê, û sabotaja saziyên dewletê yên sivîl û leşkerî, û sedembûna metirsîn û tirsa mirovan û windakirina ewlehî û aramiyê ye. Lewra di van karan de liberrabûna li dijî îradeya Şariê Muqeddes heye.

Îmaman (silav li ser wan be) şagirdên xwe perwerde dikirin ku cudahiyê di navbera dewlet û desthilatê de bikin, nepejirandina desthilata neheq û zordar û ne nepejirandina meşrûbûna wê, hewce nake ku êrişî saziyên dewletê yên ku karûbarên giştî yên wekî tenduristî, perwerdehî, şaredarî, rê, parastina sînorên derveyî, ewlehiya navxweyî û destkeftiyên mirovan û hwd. were kirin. Bîrastî Îmaman (silav li ser wan be) bi pêşigirtina li wan tiştan razî nedibûn. Ew di astek mezin a rûmetî, hestek berpirsiyariyê, fedakarî û exlaqê hêja de bûn. Digel ku rayedaran her rengên kuştin, girtin, binçavkirin, ragirtin û birçîbûnê ji wan re rewa didîtin jî, lê ew dîsa jî di parastina berjewendîyên giştî û rêzik û pergala giştî ya civakî de dilsoz û dilpak bûn.

Min di pirtûka bi navê (Rola Îmam di Jiyana Îslamî de) gelek delîl li ser vê yekê destnîşan kiriye. Wekî mînak; Îmam Seccad (s.x) ku ji bo pêşxistina plansaziyekê ji bo bidestxistina pereyê dewleta Îslamî sikkeyekê saz dike û pêşkêşî Abdulmelikê lawê  Merwan dike, piştî gefa şahê Romê, yê ku diravê welatê wî di berhema aborî de kara bû. Dîsa diaya Îmam Seccad (s.x) ji bo ertêşên ku li ser sînorên dewleta Îslamî hatine bicîh kirin, hema ev jî delîlek din e li ser vê yekê. Ji xwe berî vê yekê şîret û rêberiya Mîrê Bawermendan (s.x) û dilsozîya wî li ser xelîfeyên berîya wî û gelek delîlên din jî hema vê rastîyê dipeyitînin.

Ji ber girîngiya van ehkamên girîng, ev ji hêla Şariê Pîroz ve hatî dayîn ji feqîhê ku mercên feqahetê di xwe de civandiye, da serokatîya kar û barên mirovan pêk bîne. Bitenê ew dikare pozîsyona rast ji mirovan re diyar bike, lewra ew xweyê zanînek zêde û besîretek tuj û paqijîyek hêja û zanyarî û hişmendîyê ye. Me berê jî gotibû ku feqîhê ku mercên feqahetê di xwe de civandibe, rêveberê encamên mekanîzmayên ku jê re dibêjin demokrasî ye û kare wan binirxîne, dîsa bi fermandayîn, daxwazkirin, rênîşandan û îrşadkirinê xwediyê mafê vetoya qanûnên ku rêgez û daxwazên mirovahîyê yên bilindîn binpê dikin. Ji ber ku ew yekem parastvan û berevanê berjewendîyên evdên Xweda û welat e. Vêca heke parlemento biryar da, wek mînak, biryarek ku feqîh tê de binpêkirina mafên giştî dibîne, feqîh dikare wê biryarê betal bike, û ti kes nukare ku bi karanîna ramana piraniyê û hwd. wê biryara nerasta parlementoyê pêk bîne. Mesela heger wan kesên di parlementoyê de biryar dan ku ji bo endamên parlamento û rayedarên dewletê mafê xwestina xelatan bi dest bixin, vêca ji xwe birastî girtina van mafên wusa, ne li anagora şerîetê ye, û her wuha awayên bi destxistina diravên giştî bi rêkên neqanûnî jî nemeşrû e!

Muhemmed Yaqûbî

21 Şaban a 1438

18/05/2017