MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SOZA ÎLAHÎ Bİ DESTHİLATDARÎ Û HÊZDARÎYÊ

| |times read : 397
MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SOZA ÎLAHÎ Bİ DESTHİLATDARÎ Û HÊZDARÎYÊ
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Bİ NAVÊ XWEDA

MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: SOZA ÎLAHÎ Bİ DESTHİLATDARÎ Û HÊZDARÎYÊ

Merce yê dînî Şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be) ji hemî komelên gel xwest ku digel xetereyan û talûkeyên giran ên ku ew pê re rû bi rû bimînin jî, dîsa hêvîdar bin û sebrê bînin, û wî soza serkeftin û pêşerojek pêşkeftî da wan, heger ew bi berdewamî, bi zanyarî û dilsoz xebata xwe bidomînin. Cenabê wî kerem kir ku kartêkerên vê hêviyê; operasyonên ku ji aliyê her çekdar ên me ve ji her cûre, û qehremanên Tevgera Heşdê Şabî û karwanên piştevaniya lojîstîkî hatine kirin, bi taybet jî di şerên vê dawiyê de li Mûsilê ne, ku serkirdeyên artêşa dewleta herî hêzdar a dinyayê di demên nûjen de, ev yek pejirand ku ev şer ji bo her arteşa cîhanê dijwar bû. Lê bi awakî azadane û moralekî bilind û fedekarî ji bo mirovahiyê bi xwe pêk hat, bêyî ku ji ol, mezheb û neteweya wî were pirsîn.

Cenabê wî di axaftina xwe ya salane de bi dehhezaran kesên ku gihîştin bajarê Necef a Eşref, di salvegera mirina Hz. Fatima Zehra (s.x) de, pesnê rewşa geştir a hişmendiyê û hişyarîya gel kir û behsa pêşeng û pêdiviyên qonaxa mewcûd dazanîn. Wî, pêgirî kir û got ku xwedûrîya ji her tiştê ku vê tevgera bextewar, ji pêşketina bi bal tekamûlê ve bi ewiqîne wek neguhdariyê, hilweşandin, belavbûn, pevçûnan û noqbûna di batil de, şopandina şehwetan û hewayên nefsê her pêwîst e. Dîsa hişyarî da ku li pêşber planên dijminan haydar bin û xwe jê biparêzin, ku birastî planên wan pir in û xeternak û tevlihev in, lê ji serokatiya baş û ehlên besîretê ne veşarî ne.

Nivîsara tevahî ya axaftinê weha ye:

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُم فِي الْأَرْضِ Xweda soz daye kesên ku ji we îman anîne û emelên salih dikin, ku bêguman wê wan li ser rûyê erdê bike desthilatdar.

Soza Îlahî Bi Desthilatdarî û Hêzdarîyê

Xwedayê Bilindîn û Jorîn weha ferman dike:

وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُم فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ وَلَيُمَكِّنَنَّ لَهُمْ دِينَهُمُ الَّذِي ارْتَضَى لَهُمْ وَلَيُبَدِّلَنَّهُم مِّن بَعْدِ خَوْفِهِمْ أَمْناً يَعْبُدُونَنِي لَا يُشْرِكُونَ بِي شَيْئاً وَمَن كَفَرَ بَعْدَ ذَلِكَ فَأُوْلَئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ

Xweda soz daye kesên ku ji we îman anîne û emelên salih dikin, ku bêguman wê wan li ser rûyê erdê bike desthilatdar. Çawa ku kesên berîya we desthilatdarî kir behra wan û dînê ku jê razî bû, ji wan re qewî gerand û piştî metirsîyê, ewlehî û asayîş da wan, îbadeta min dikin û ti kesî ji min re nakin şerîk. Bêguman kesê piştî niha bikeve kufrê, hema ew fasiq in û hew. (Nûr/55).

Bawermendan di jiyana xwe de ji hêla dijmin û dijberên xwe ve ji aliyê fikir û baweriyê de têne xistin bin gelek zextan. Dibe ku ev zext wek armancbûna ji kuştin, jibergirtin, zîndan û terorê bin, û dibe ku ew di şiklê pirsgirêkên civakî, rêşaşîyên exlaqî, gumanên di baweriyê de bin, dibe ku birçîbûn, bloka aborî, nehiştina mafê jiyanek azad û bi rûmet û hwd. de bin jî.

Dijmin û neyar dev ji van kiryarên xwe bernadin, yên ku carna gelek şêwazên tund ên hişk, û carnan jî ên nerm û nermîn di xwe de digrin. Heya ku ew li ser bawermendan bi ser kevin, wan têxin bin pergala xwe, wan ji bawerî û exlaqê wan dûr bikin, projeya reformê ya wan xera bikin û têkbirina nasnameya wan bi awayê globalîzasyona ku ew îro jê diaxivin, pêk bînin, wê her û her li ser van kiryarên xwe bidomînin. Xwedayê bilindîn dibêje: وَلاَ يَزَالُونَ يُقَاتِلُونَكُمْ حَتَّىَ يَرُدُّوكُمْ عَن دِينِكُمْ إِنِ اسْتَطَاعُواْ Heta ew, we ji dînê we nevegerînin, heke ew bikarin bikin, wê her û her bi we re şer bikin. (Beqere/217). Dîsa kerem dike: وَلَن تَرْضَى عَنكَ الْيَهُودُ وَلاَ النَّصَارَى حَتَّى تَتَّبِعَ مِلَّتَهُمْ Heta ti, nekevî pey dînê wan, ne Cihû (Yehûdî) û ne jî Fileh (Mesîhî) qet ji te razî nabin! (Beqere/120). Ew li ser bingeha xweperestiyê, xwequretîyê, hezkirina ji dunyayê, lipeyçûna şehwet, û çavnebariya ji bawermendan li ser paqijbûna wan û bilindî û dûrbûna wan ji rezîlî û şaşiyan, dikevin rê û bi bawermendan re rikeberaniyê dikin. Xwedayê bilindîn weha kerem dike: وَدَّ كَثِيرٌ مِّنْ أَهْلِ الْكِتَابِ لَوْ يَرُدُّونَكُم مِّن بَعْدِ إِيمَانِكُمْ كُفَّاراً حَسَداً مِّنْ عِندِ أَنفُسِهِم مِّن بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمُ الْحَقُّ Gelek mirovên ji Ehlê Kîtabê, piştî ku heq ji wan re eşkere bûye, ji ber hesûdî û çavnebariya xwe, pir dixwazin ku piştî bawerî û îmana we, we vegerînin û careke din we bikin ji kafiran. (Beqere/109).

Ji bo serkeftina planên van dijminên derveyî, ji nava civaka Misilmanan jî, hinek bêaqil, durû, munafiq, nezan, daxwazvanê dunyayê û evdên şehwetan hene ku alîkariya wan dikin.

Vêca di bin van zextan de, bawermend di rewşek mertirsî, tirsnak û bêhêvîtiyê de li ser serkeftina projeya hîdayet û reform û islahê de dijîn. Hema di heman demî de ev soza Xwedê ya ku di ayeta mezkûr de dabû, ji bo wan rehet bike û xwebaweriya wan ji nû ve nûve bike û di dilê wan de xweşikbûn û hêviyê tov bike heya ku ew jî, li ser baweriya xwe bimînin û li ser domandina mîsyona xwe bidomînin, tê û wan teqêz dike. Hema birastî jî, guman tune ku ev soz rast e û wê her û her pêk were, lewra: وَعْدَ اللّهِ حَقّاً وَمَنْ أَصْدَقُ مِنَ اللّهِ قِيلاً Soz a Xweda heq e, gelo kî ji Xweda, rastgotir e! (Nîsa/122), لَا يُخْلِفُ اللَّهُ وَعْدَهُ Xweda, ji soza xwe dernakeve. (Rûm/6), إِنَّ اللّهَ لاَ يُخْلِفُ الْمِيعَادَ Hema bêguman Xweda, li ser soz û qewlê xwe dimîne. (Reid/21).

Erê, welew hinek caran be jî, dibe ku teheqquqa vê soz a îlahî pir dirêj bidome. Ji ber ku avakirina civakek baş, hewcedarî xebatek hêja û xizmetek dilxwaz, digel bîhnfirehî, sebirkirin û hevgirtinê, û pêwîstê wextekî ye ku merc û şert û hêmanên wê karibin pêk werin. Vêca bawermend neçar in ku xebata xwe bidomînin û berpirsiyariyên xwe jî, bi cih bînin, lê ew ji dema encamê an di lezkirina pêk hatina wê de, neberpirsiyar in.

Sozê ku ev ayet a li Medîneyê nazil bûye, ew destnîşan kiriye, ayetek ku berê li Mekkeyê hatibû nazilkirin jê behs kiriye.[1] Çawa ku ev gotina Xwedayê bilindîn jî vê wateyê di xwe de digre: وَنُرِيدُ أَن نَّمُنَّ عَلَى الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْأَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ أَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِثِينَ، وَنُمَكِّنَ لَهُمْ فِي الْأَرْضِ Me xwest em li kesên li ser rûyê erdê bindest in û perçiqînê, minetekê bikin û em wan bikin rêber û pêşîvan, û em wan bigerînin waris tê de, û wan li wê deverê qewî û bi cih bikin. (Qises/5-6). Vêca te dî ku Misilman di wê demê de hijmarek hindik bûn ku Qureyşîyan leqayî wan dihatin û li wan sikence dikirin û wan dorpêçîn dikirin û dest datanîn ser mal û milkên wan û wan dikuştin. وَاذْكُرُواْ إِذْ أَنتُمْ قَلِيلٌ مُّسْتَضْعَفُونَ فِي الأَرْضِ تَخَافُونَ أَن يَتَخَطَّفَكُمُ النَّاسُ فَآوَاكُمْ وَأَيَّدَكُم بِنَصْرِهِ وَرَزَقَكُم مِّنَ الطَّيِّبَاتِ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ Bînine bîra xwe ew dema ku hûn kêm bûn, û li ser rûyê erdê binketî bûn, hûn ditirsiyan ku xelq we biqefêlin û bibin! Vêca Xweda we hewand û bi alîkariya xwe piştevaniya we kir û ji tiştên helal û baş, riziq li we kir, da ku hûn sipasî û şikriya wî bikin. (Enfal/26). Xweda bi van tiştên di ayetê de hate behskirin soz da Mominan:

1- Desthilatdarî ya di axê de ev e ku divê îmkanatên maddî û manewî yên ku dikarin bialîkariya wan, axê ji nû ve ava bikin û jiyanek birûmet ji bo tevahiya mirovahiyê peyda pêk bînin, di destên mominên salih û emelker de bin.

2-  Hêzdarkirina dîn jî ev e ku ew dînê Xwedayê bilindîn, ji bo wan qebûl kiriye, ku Îslam e, qewî bibe û radestê Xwedayê bilindîn bibin: وَرَضِيتُ لَكُمُ الإِسْلاَمَ دِيناً Û ez ji bo we dîn, ji Îslamê razî bûm. (Maîde/3). Hêzkirina dîn bi rehberdan û îstiqrara wî di dil û nefsan de, û gava ku ew xwediyê nirx û serweriyê be li ser pergal, qanûn û destûrên ku digel kêmasî û kêmkariyê ji hêla mirovan ve hatine destnîşan kirin pêk tê.

3- Azadî ya di îmanê de bi bawerîyên rastîn, bi pêkanîna îbadetek xalis ji Xwedayê bilindîn re, û redkirina tevekê hempa û şirîkan, çi ji potên kevir an mirovî an taxûtî an şehwet an netewperestî an jî kevneşopî bin. Ev jî, bi ewlehî ya ji tirsê, û rabûna zixtan û terorê, û jinavçûna bandora guman û jirêderketinê re hevaltiyê dike.

Ev desthata di dunyayê de ye, vêca li axretê, ji xwe Xweda bi pêkhatina soz a xwe te huşyar dike û dibêje: وَقَالُوا الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي صَدَقَنَا وَعْدَهُ وَأَوْرَثَنَا الْأَرْضَ نَتَبَوَّأُ مِنَ الْجَنَّةِ حَيْثُ نَشَاء فَنِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ Û dibêjin: hemd ji Xweda re be ku soz a wî bi me re dabû, pêk anî û me gerand kir waris li ser rûyê erdê, û me di beheştê li cihê em dixwazin de bi cih dike! Birastî mukafat û ecra emelkeran çi qas xweş e! (Zumer/74). 

Lê soza îlahî, ji bo bidestxistina van tiştan ne tenê bi îdîaya îmanê an jî bi tenê bi praktîzekirina îbadet û sembolên eşkere ye, bêyî ku ew, veguherîneke livdariyek bibandor û domdar ku ji bernameyek yekpare ya jiyanê dest pê dike, û di hemî karên jiyanê û hûrgiliyên wê û di hemî wargeh û tevgerên mirovan de, û di heman demê de di hest, hetsyarî û meylên wî de jî, referansê bi tenê dide dînê heq, pêk bîne. Her weha Xweda dike ronahîya çavên xwe, û mebesta wî ya tenê, hema pêkhatina rizayeta Xwedayê bilindîn e, û xwedûrkirina ji liberrabûna wî û xezebê wî ye. Ji ber vê yekê, di ayetê de gotiye ji we negotiye we hemiyan, lê hin ji we yên ku van taybetmendiyan di xwe de kom kirine.

Lê ew kesên ku bi Îslamê ve girêdayî ne, û dibe ji mirovê ku bi Ehlê Beyta Pêxember (s.x.l) ve jî girêdayî bin, û heta dibe ku nimêj bikin û beşdarî revêkirina rêûresmên dînî jî bibin, lê li mirovan zordariyê bikin û destbavêjin mafên wan û ji wan bistînin, û emrê bi qencîyê nekin û ji xeraviyê jî men nekin, û nehêlin ku ehkamên Xwedê Teala di darazî û bûyeran de  werin tetbîqkirin, birastî ew nakevin bin bi vê soza Xweda. Ji ber ku axaftin û xîtab, ji yên ku îman anîne û kirinên salih pêk tînin, û heqiyê şîret dikin û tebatê tewsiye dikin re ye: قَالَتِ الْأَعْرَابُ آمَنَّا قُل لَّمْ تُؤْمِنُوا وَلَكِن قُولُوا أَسْلَمْنَا وَلَمَّا يَدْخُلِ الْإِيمَانُ فِي قُلُوبِكُمْ Bedewiyan dibêjin ku me îman aniye. Ji wan re bibêje; we îman neaniye, lê bibêjin ku em teslîm bûne, lewra hêj îman, neketiye qelbê we de. (Hucûrat/14).

Ji Pêxember (s.x.l) hatiye rîwayetkirin ku ew digel Eshabên xwe rûniştibû. Nûçeyek ji kesekî ji wan re hat ku jina wî zarokekî aniye dunyayê. Vêca rûyê wî zelamî guherî û mirûskê wî tirş bû. Pêxember (s.x.l) derheqê buyerê de jê pirsî, wî got: dema ez ji mal derketim, jina min di ber êşîkên zayînê de bû. Niha ji min re xeber anîn ku qîzek aniye dunyayê. Pêxember (s.x.l) jê got: ev çend sal in ti Misilman bûye? Wî got: hivdeh sal in. Pêxember (s.x.l) kerem kir: di hemiyê vê demê de, îman neketiye qelbê te![2]

Ev mirov, her çend ew ji kesên ku ji berê ve ketiye Îslamê û ji muhacirên ku xeter û tengasiyan kişandine jî, lê ev hestên dilî yên wî, ew ji rastiya îmanê dûr kirine, her çend bi eşkere momin be jî.

Hevalên hêja:

Ev desthilatdarî û hêzdarbûn, ne hewce ye ku bi karanîna hêz û rêveberiyê re têkildar û heval be û wan bidestve bîne, belê, her çend hêz û rêveberî di nav wan hêmanan de ne, ku ji bo gihîştina armanca bilindîn, hema wesîle ne, ne armanc in. Birastî hêz û rêveberî, ji wê amadehiya ku Xwedayê bilindîn emrê bi amadekirina wan kiriye ne: وَأَعِدُّواْ لَهُم مَّا اسْتَطَعْتُم مِّن قُوَّةٍ Û Heta hûn dikarin li dijî wan, hêzdar bibin. (Enfal/60).

Ya ku di bicihanîna soza îlahî de balkêş e, pêkhatina encamên ku ayetê behsa wan kiriye ne. Her çendî Hz. Zehra (s.x) û Îmamên Masûm (s.x) di zordestiyek berdewam û daîmî de bûn, û di binçaviyek bê eman de bûn jî, lê ew, bi awayekî vebirî ji kesên ku bi ayeta soza îlahî hatine armanckirin  in. Pêxember (selam û bereketa Xwedê li ser wî û malbata wî) vê rastiyê bi awakî eşkere û zelal piştrast kiriye, dema ku beriya mirina xwe malbata xwe (s.x) civand û ji wan re got: Birastî mustezaf û ketî yên piştî min hûn in. Bêguman bi vê wateyê tişta dihat armanckirin ev bû, kesên mustezaf ên ku bi vê soza îlahî ya ku bi mizgîniya desthilatdarî û hêzdarî, û waristiya rûyê erdê murad in, hema hûn in. Welew li ser destê neviyê wan Mehdî yê Mewûd (Xwedê fereca wî zû bike) be jî! Mîrê Bawermendan di hinek peyvên xwe de wuha kerem dike: Em li ser wê soza Xwedayê bilindîn in ku daye me û ferman kiriye: وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ.... Xweda soz daye kesên ku ji we îman anîne û emelên salih dikin...[3]

Her çi li anegora zahir Hz. Siddîqe ya Tahîre Fatima Zehra (s.x) jineke mustezaf û ketî bû ku mafên wê hatibûn binpêkirin û mêrê wê, ji heqê xwe hatibû dûrkirin û ti alîkarî û berevan jê re tunebû jî, lê ew (s.x), li pêşber dijberekî ku di çekan de nixumîbû û bi alîkarên ku amade ne her tiştê, bi suwal û cewab pêk bîn, bi wêrekî, îstîqrar, xwebawerî û razîbûna ji encamê, rawesta û wuha got: mizgîn li we! Wê şûrekî tûj we qir bike û  pirêza we li hev bicivîne. Wey li we! Hûn bi kûve diçin, birastî hûn kor bûne! أَنُلْزِمُكُمُوهَا وَأَنتُمْ لَهَا كَارِهُونَ  Vêca bêyî ku hûn bixwazin, qey emê we li ser wê bidin zorê! (Hûd/28).[4]

Birastî ev ziman, ne zimanê zindaniyekî qels e, lê zimanê pêbaweriya serkeftinê ye, ku têkbirina dijminê xwe bi teqezî dibîne û li ser encamên xirab û çarenûsê hişyarî dide wan.

Keça wê Zeyneb ya hişmend (s.x) ev bawerî ya bi soza îlahî ji wê, bi warisî wergirt û ji Yezîdê taxût, zordar û mexrurê bi serkeftinek derewîn re got: Vêca hîleya xwe bike, kêferata xwe berfireh ke, helwesta xwe pêk bîne! Hema ez bi Xweda kim, tê nikaribî navê me ji nav bibî, û wehya me bimrînî, û negihêyî bilindiya me û tê nikaribî vê şerm û arê ji ser xwe rakî! Ray û ramana te pûçîyaye, rojên te hijmarî ne û civînên te têkçûyî ne, di wê roja ku gazîker wuha bang dike: أَلاَ لَعْنَةُ اللّهِ عَلَى الظَّالِمِينَ  Hema bila lanet û qeda ya Xweda li ser zaliman be. (Hûd/18).[5]

Gelî bira û xwişkên hêja:

Îroroj, em bi eşkere gelek elametên zehf dibînin ku vê sozê îlahî bicîh dikin. Ku  ev dînê Xweda jê razî ye, li ser hemî rejîmên pozîtîvîst ên çêkirî serkeftî kiriye û bawermendên salih, hêzdar û desthilatdar kiriye, bi karibûna beşdariya wan di avakirina erdê de ji bo berjewendiya tevahiya mirovahiyê pêk bînin û rêya hîdayet û selahê ji wan re sererast bikin. Ji van elametan in:

1- Gihîştina dengê Ehlê Beytê (s.x) bi hemî gelan re, ji bo ku beşerîyet, prensîbên rûmetdar ên mirovahî yên ku ew (s.x) dixwazin damezrînin, nas bikin ku ev, bû wesîleya pejirandinek berfireh a vê mekteba bextewar, di nav gelan de û daxwazek zêde ya xwepêvegirêdayî wê.

2- Zêdebûna asta wêrekî û fedakariya di rêya Xweda û parastina muqeddesan û bidestveanîna înîsiyatîf û gavavêtinê û hesta berpirsiyariyê di nav bindestan de. Birastî ev hemî di operasyonên ku ji aliyê her çekdar ên me ve ji her cûre û qehremanên Tevgera Heşdê Şabî û karwanên piştevaniya lojîstîkî hatine kirin, bi taybet jî, di şerên vê dawiyê de li Mûsilê eşkere bûne, ku serkirdeyên artêşa dewleta herî hêzdar a dinyayê di demên nûjen de, ev yek pejirand ku ev şer ji bo her arteşa cîhanê dijwar bû. Lê bi awakî azadane û moralekî bilind û fedekarî ji bo mirovahiyê bi xwe pêk hat, bêyî ku ji ol, mezheb û neteweya wî were pirsîn.

3- Zêdebûna rewşa hişyarî û hişmendiyê di nav gel de û pêhesîna pirsgirêkên vê qonaxê û pêdiviyên wê. Ev rewş, her çend hêj di destpêka xwe de be jî, lê bi îzna Xweda mizgîniya xêrê dide.

4- Derketina nîşanên qelsbûn, bêtifaqî û perçebûnê di nav welatên zordar û koledar de û zêdebûna pirsgirêkên wan ên ku nekarin çareser bikin. Lewma ji bo ji wan xelas bibin, hewl didin ku van pirsgirêkan têxin nav welatên din.

Gelî bawermendan:

Ji bo beşdarîbûna di bicîhanîna vê sozê îlahî de û temamkirina wê, bi derketina xilaskarê mirovahiyê, mayînde yê Xweda,  yê ser rûyê erdê û hûccetê wî yê li ser mirovan, Îmamê me Mehdî yê Mewûd (canên me jê re gorî bin), pêdivî ye ku em ji bo domandin û bihêzkirina van nîşanên hatin gotin, her tiştên ji destên me tên bikin. Birastî ayetek pîroz yekê din behsa taybetmendî û kiryarên kesên li ser rûyê erde desthilatdar û hêzdar dibin, dike ku Xwedayê bilindîn wuha dibêje: الَّذِينَ إِن مَّكَّنَّاهُمْ فِي الْأَرْضِ أَقَامُوا الصَّلاةَ وَآتَوُا الزَّكَاةَ وَأَمَرُوا بِالْمَعْرُوفِ وَنَهَوْا عَنِ الْمُنكَرِ وَلِلَّهِ عَاقِبَةُ الأُمُورِ Ew kesên ku heger em wan li ser rûyê erdê desthilatdar û bihêz bikin, wê nimêjê bikin û zikatê bidin, emrê bi qenciyê û nehya ji xeraviyê bikin. Birastî dawiya karan di destê Xweda de ye. (Hec/41).

Her weha divê em ji her tiştê ku ji vê tevgera bextewar re, di çûna bi ber kemalê wê de dibe asteng, wek neguhdariyê, perçebûnê, belavbûnê û pevçûnan, noqbûna di batil de û li peyçûna xwestek û şehwetan xwe biparêzin. Dîsa divê em ji kiryarên dijminan haydar bin û li ser wan hişyar bin ku ew pir in, xeternak in û tevlihev in. Lê ew yek, ji serokatiya aqil û bêhêzên gelan neveşarine. Dijmin ji belavkirina fisq û fesadê, û dûrkirina Misilmanan ji hêmanên nasnameya wan ya bawerî û exlaqî, dest bi karê xwe dike û bi veguherandina nirx û ramanan bi dawî dike. Bi vî rengî, karekî wusa dike ku Misilman, ji ragihandina nasnameya xwe û daweta bal projeya xwe şermê dike, û bi girêdan û entegrasyona di projeya dijminan de serfiraziyê dibîne.[6]

Hema birastî ev e tiştê ku Pêxemberê Xweda (s.x.l) di hedîsa meşhur de ummeta xwe li ser hişyar kiriye ku gotiye: gelo dema jinên we xerav bibin û cewanên we bikevin fisqê, hûn emrê bi qencî û nehya ji xeraviyê nekin, hûnê çawa bikin! Jê re hate gotin: wê ev tişt bibin, ya Resûlê Xweda? Wî (s.x.l) kerem kir: erê, û ji vê jî xeravtir, dema we emrê bi xeraviyê û nehya ji qenciyê kir, hûnê çawa bikin? Jê re hate gotin: ya Resûlê Xweda, wê ev tişt bibin? Wî (s.x.l) kerem kir: erê, û ji vê jî xeravtir, dema we qenciyê xeravî û xeraviyê jî qencî zanî, hûnê çawa bikin?[7]

Birastî ev tengasî û pêkolînên dijmin, berpirsiyariya me pirtir dikin. Bila mominan û bawermend ji vê sozê îlahî biryarê, himmetê û hêzek bêsînor, ji bo domandina xebata mîsyonî ya xwe wergirin heta ku ev soza îlahî pêk were, bi îzna Xwedayê bilindîn. يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِن تَنصُرُوا اللَّهَ يَنصُرْكُمْ وَيُثَبِّتْ أَقْدَامَكُمْ Ey ew kesên ku îman anîne, heger hûn alîkariya (dînê) Xweda bikin, wê ew jî alîkariya we bike û piyên we sabit bihêle. (Muhemmed/7). إِنَّهُمْ يَرَوْنَهُ بَعِيداً، وَنَرَاهُ قَرِيباً Hema Birastî ew, vê yekê dûr dihesibînin, lê em wê, nêz dibînin. (Mearic/6-7).

 



[1]. Wekî vê gotina Xwedayê bilindîn:  وَلَقَدْ كَتَبْنَا فِي الزَّبُورِ مِن بَعْدِ الذِّكْرِ أَنَّ الْأَرْضَ يَرِثُهَا عِبَادِيَ الصَّالِحُونَ Birastî di Zebûrê de piştî behsa Zikrê, me nivisandibû ku wê evdên min ên salih bibin waris li ser rûyê erdê. (Enbiya/105) û ev gotina Xwedayê bilindîn: وَلَقَدْ سَبَقَتْ كَلِمَتُنَا لِعِبَادِنَا الْمُرْسَلِينَ ، إِنَّهُمْ لَهُمُ الْمَنصُورُونَ، وَإِنَّ جُندَنَا لَهُمُ الْغَالِبُونَ Birastî derbarê evdên me yên şandî (Pêxemberan) de ev gotina me pêş ketiye ku wê her ew bibin ji alîkarbûyan, û hema bêguman eskerên me ne, yên serkeftî. (Safat/171-173).

[2]. Buyer, di hinek çavkaniyên wekî: Wesaîl-uş Şîe, c. 15, r. 101, h. 2. de hatiye rîwayetkirin ku li anegora lêkolîna xwe, min dawîya hedîsê peyde nekir.

[3]. Nehc-ul Belaxe, ji peyvên Wî (s.x) yên li Emerê lawê Xetab kiriye dema ku derbarê çûna Îraqê ji bo cenga bi Farisan re pê re mişêwre kiriye.

[4]. Îhtîcac a Tebersî, c. 1, r. 140.

[5]. Ji bo çavkaniya xutbeyê bnr: es-Sehîh Mîn Meqtel-î Seyîd-îş Şuheda we Eshabîhî, 1125.

[6]. Li vir mînakek e ku ew dixwazin pêk bînin ji we re berpêş bikin ku, ez vê mînakê ji xwendin û wergerandina yek ji birayan - koçberê Iraqî yê li Hollenda bi navê Eziz Difaî - li pirtûkê (Jinavbirina Iraqê: Planek Hevgirtî Ji Bo Rakirina Iraqê û Çandinek Din), nivîskarê vê pirtûkê, wê wekî serlêdana pirtûkek berê ya bi navê (Fêmkirina Xeravî û Şerê: Dersên Ji Bosneyê) di derheqê wate û wêje ya (Îmhakirina Şerê û Xirabiyan) de tîne. Tê de wuha hatiye: Wêrankirina hemî nirxên hêja, jinavbirina hevkarî û têkiliyên cîranti û taxenişteciyê, û avakirina pergalek ji astengên fîzîkî, psîkolojîk û olî, û hakimkirin û kontrolkirina guman û tirsa ji yên din, û ya herî xetertir jî ev e ku standardên derbeya nirxan de biguherînin ku hişmend û jêhatî bêaqil, rûmetdarê efîf, pîs û qiret bidin nîşandan. Ji ber ku ew di nav cejna talankirina emwalê giştî de beşdar nabe. Her weha diz, dibe kesekî qenc û kesê bi şeref, dibe neqenc, û gelek nakokiyên din ên ku pergala nirxên exlaqî û polîtîk di bera xwe de berevajî dikin, bi planek hevrêz a kiryarên cihêreng ên ku armanca wê têkbirina bingehên bingehîn ên civakê ne.

[7]. Wesaîl-uş Şîe, kîtab-u el-Emr-u Bî-l Marûfî we-n Nehy-u Enî-l Munkerî, Ebwab-ul Emrî we-n Nehyî we ma Yunasîbuhuma, bab. 1, h. 12.