Pirsyar Derheq Dirêjkirina Demê Ziyareta Taybet a Erbeînê - Çile ya Îmam Huseyn (s.x)

| |times read : 417
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

Pirsyar Derheq Dirêjkirina Demê Ziyareta Taybet a Erbeînê - Çile ya Îmam Huseyn (s.x)

 

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Pirsyar: Demê Ziyareta Taybet a Erbeînê - Çile ya Îmam Huseyn (s.x)

Selamun Eleykum Seyda yê birêz, hêvî ev e Xuda yê Teala ezadarî û şîndarî ya we ya li ser musîbeta ku ser serwerê xortên biheştê, ango Îmam Huseyn (s.x) û ehlê beyt a wî (s.x) da hatî, qebûl bike. Em hemî pê dizanin ku ziyareta Îmam Huseyn (s.x) li roja Erbeînê (çile ya şehadeta wî) yek ji wan ziyaretên taybetî ye. Lê tiştê ku îro ji ber zêdebûna hejmara ziyaretkaran, diqewime, ev e ku hinek ziyaretkar li ser piyan û bi meş ve xwe digehînin mezela Îmam Huseyn (s.x) li bajarê Kerbelayê, û pêşiya roja Erbeînê ji wêderê vedigerin bi aliyê welat û mala xwe ve dikevin rê û gumana wan ev e ku ziyareta wan durust û binecî ye.

Niha pirs ev e, nêrîna we li ser vê mijarê çi ye û gelo ev ziyareta wan ji ziyaretên giştî tê hesabê, an jî hema ziyareta taybet a Erbeînê tê hesibandin?!

 

Bersîv:

Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

Selam û rehmet û bereketa Xuda li ser we be

Ez nerewa nabînim ku demê ziyareta taybet a Erbeînê ji roja Bîst-ê meha Seferê berfirehtir be; çimko bajarê Kerbelayê li şert û mercên niha da, nikare hemû ziyaretkaran (ku hejmara wan zêdetir ji deh mîlyon kesan e) hilgire û ew nikarin li roja Bîst-ê meha Seferê ziyareta xwe ya taybet di wê rojê tenê da pêk bînin. Lewra demê ziyareta Erbeînê, ji şeva pêşiya roja Bîst-ê (şeva nozdehê) heta du şev piştî wê (şeva bîst û yekê) û belku jî ji rojek pêştir an jî zêdetir ji rojekî, heta demê ku di çavê xelkê da ziyareta Erbeîn tê hesabê, dibe ku berdewam be.

Me ev di pirtûka xwe ya bi navê Fiqh-ul Xilafê da, derheq meseleyên Heccê da diyar kiriye. Me li wir got ku jibo pêkanîna hinek îbadetên taybet ku demek kurt an teng ji wan ra maye û hemû nikarin wan îbadetan di dem û wextê xwe yê taybet da pêk bînin, hingê demdirêjikirin û berfirehkirina demê, li gorî qanûnên olî û şerî heya roja din an zêdetir ji demê diyarkirî caîz û rewa ye.

Li gorî destûra ku ji îmamên Ehlê Beytê (s.x) gihaye me, eger demê wuqûf a li Muzdelife jibo pêkanîna emel û îbadetan teng be, hingê mirov dikare li Mezemeynê[1] wuqûf bike an ser çiyayekê da jor da biçe,  ku her du cuda ne ji wê cîhê taybet û diyarkirî jibo wuqûf a ku ji Meş”er-ul Heramê ra heye.

Hatiye ku ji Îmam Sadiq (s.x) hat pirsîn: “Eger deşta Muzdelîfe ji haciyan ra teng be û cîhê sekinînê nebe, hingê divê em çi bikin?” Kerem kir: “Bila ser çiya ya Mezemeynê da jorda biçin”.

Di rîwayetek din de hatiye ku jê hat pirsîn: “Eger li sekinîna wuqûfê da xelk zêde bin û cîhê sekinînê tinebe, hingê divê em çi bikin?” Kerem kir: “Bila ser çiya da jor ve biçin.”[2]

Em vê meseleyê wek – piştî diyarkirina netaybetî ya wê -  burhanekî dizanin ji zanîna rewabûna sekinîn a li Erefeyê li roja Neh-ê Zî-l Hîcce li beraberê dadgerên amme ya wî welatî, di halê ku derheq bingehên dînê da em li hev nekin û dijîtiya me bikin.

Di her hal û karî de, guman a baş derheq Xuda û Pêxemberê Wî (s.x.a) û Ehlê Beyta wî ya pak û paqij (s.x), dike lazimê xwe ku ozr û lêborîna me ya derheq pêşêxistin û derengêxistinê da qebûl bikin, lewra “ozr û lêborîn li bal mirovên kerîm û qenc, tê pejirandin û qebûlkirin” vêca çi bigehe dora Xuda yê mezin ku Kerîm ê mutleq û bêmînak e.

Cuda ji wê jî, li rîwayetekî de hatiye ku: “Birastî kiryar û emelan girêdayî bi niyyet û viyanan e”[3] û “Kesê ku ji kiryara qewmekî hez bike, wê digel wan heşir bibe”[4] û ceza û kirha wan dibe behra wî jî.

Muhemmed ê Yeqûbî

14-ê Sefer-ul Ehzan

 Sal a 1441-ê k.h



[1]- Navê derekî ye li navbeyna Erefe û Meş”erê

[2]- Wesaîl-uş Şîe, 14/19, Ebwab-ul Wuqûf Bî el-Meşer, Babê 9, hedîsa 1, 2.

[3]- Bîhar-ul Enwar, c. 70, r. 210.

[4]- Bîhar-ul Enwar, c. 65, r. 131.