ERBEÎNA FERECÊ … JI AŞÛRAYÊ HETA ERBEÎNÊ

| |times read : 395
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

 

ERBEÎNA FERECÊ … JI AŞÛRAYÊ HETA ERBEÎNÊ

 

Bi navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn

ERBEÎNA FERECÊ … JI AŞÛRAYÊ HETA ERBEÎNÊ

Ji Îmam Sadiq (s.x) wiha hatiye rîwayet kirin: “Dema  ku ezab, li ser Benî Îsraîl dirêj bû… çil rojan bi bal Xweda ve gale gal kirin û giriyan. Li ser vê yekê Xweda ji Mûsa û Harûn re wehî şand ku wan ji Firewn xelas bikin. Her wiha ezabê sed û heftê salan ji ser wan rakir. Erê, heger hûn jî wusa bikin, wê Xweda ferecê bide me jî. Lêbelê heger hûn wusa nekin, vêca wê kar bigihîje cîgeha xwe.”[1]

Birastî hêlek ji lezkirina ferec û pîrozî û xurtbûna Welî yê Xweda yê Bilindîn (selat û silava Xweda li ser bin) û sedemek ji sedemên vê ferecê di destên me de ye. Lewma ye ku Îmam Sadiq (s.x) me gazî bi bal pêkanîna erka xwe ya di lezkirin û pîrozî û xurtbûna wan de dike. Dîsa dibêje ku em berpirsiyarî ya xwe ya di belavbûna hîdayet û selah û edaleta di navbeyna mirovan de bînin cih, û wan ji zordestî û stem û êrîşan rizgar bikin. Ji bo vê yekê jî, pêwîst e em bi dergehê îlahî ve zare zar kalîn bikin û ji bona ev rewşa me ya xirab cihê xwe bide rewşeka qenc, xwe bavêjin dergehê Wî. Heger em vî karî nekin, ji xwe wê qeza û qeder derbarê wan û me de her û her carî bibe, lê wê ew guherîna cûra herî çêtir pêk bê. Vêca ji ber wan tiştên ku werin serên wan (s.x) emê bibin berpirsiyar. Lewra Ew (silavên Xweda li ser wan bin) di her hal û rewşê de, xwe teslîmî emrê Xweda kirine.

Birastî rojên Erbeînê ku bi Îmam Huseyn (s.x) ve têkilîdar in û ji roja Aşûra heta ziyareta Erbeînê berdewam dikin, Erbeînek e ku  ji bo vê gale gal û zare zarê pir munasib e, da ev bûyera Îmam Huseyn (s.x) bi dewleta edaleta îlahî ve were girêdan. Lewra ew, tijî xêr û bereket e û çavkanî ya hêzekê ye ku di destên hîdayetvan û aştîvanan de ye. Birastî ev dua û gale gal, şayan in ku werin îcabetkirin. Lewra wê bi deh milyonan mirov, ji her alî yên dinyayê bikevin rê û werin ziyareta Zerîha Şerefdar a wî, yan jî wê civatên matemên wî yên mibarek îhya bikin. Bêguman duayên ku di bin qubbe ya Îmam Huseyn (s.x) û di civatên matemên wî yên mubarek de tên kirin, wê werin qebûlkirin. Civîna van milyonan bi dilekî tijî bi îman (û hinek endamên ku bi awayekî îtaetkar xwe gihandine welatê evdîtî ya te û bi hêviyekê berê xwe dane îstîxfara te)[2] di van mekanên muqeddes û di vê dema bi şeref de, ji bo daxwaza karekî, layiq e ku lê were guhdarîkirin û were qebûlkirin.

Pêwîst e em bizanibin ku guhastina ziman bi peyvên duayê, heya ku bi îxlas û dilpakî re nebin heval û hundurê nefsê bi awakî herî qenc, neyê veguherandin û ji bo îslaha heqîqeta tekakesî û civakî, kêferat neyê kirin, bi tenê têrê nake.  Çawa di şîreta Pêxemberê Xweda (s.x.a) de jî hatiye: “Ji Xweda yê ku rebbê we ye, bi niyetên sadiq û tahir daxwaz bikin, ta Ew we, serfiraz bigerîne.”[3]

Muhemmed Yaqubî – Necef a Eşref

Şeva 9-ê ya meha Muherrem a sala 1441-ê k.h.

Beraberê 09/09/2019

  https://yaqoobi.com/arabic/index.php/news/6978.html

     



[1]. Tefsîra Eyyaşî, c. 2, r. 154, h. 49.

[2]. Beşek ji diaya Mîrê Bawermendan (s.x) ku bi diaya Kumeyl tê nasîn. 

[3]. Ji xutbeya Pêxember (s.x.l) ya ku di roja înê ya dawîya meha Şabanê de kerem kiribû.