Dİ DİL Û MEJİYÊ XWE DE EVÎNA WELATPARÊZİYÊ Jİ NÛ VE ZİNDÎ BİKİN
BI NAVÊ XWEDA
Dİ DİL Û MEJİYÊ XWE DE EVÎNA WELATPARÊZİYÊ Jİ NÛ VE ZİNDÎ BİKİN
26 Zîlhîcce 1437 Çarşemê
28/09/2016
Merce yê Dînî birêz Şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be) gazî tevekê gelê İraqê bi giştî, û ciwanan bi taybetî kir ku evîna welatparêzî û xwedêgiravîyê di dil û mejiyên mirovan de piştrast bikin û li hemberê kesên ku dixwazin ruhê hevwelêtîbûnê belav bikin û welêt perçe bikin û welat ji berhev bixînin û belkî jî hin perçeyên welêt wek di ber xayîntîya xwe ya bi axa xwe û gelê xwe re, diyari vî welatî an wî welatî bikin, rawestin û tekoşînê pêk bînin.
Wî Cenabî li ser pêşwazîkirina girseyek mezin a xwendekar û ciwanan de got: Divê em li pêşber kesên ku dixwazin evîna welatparêziya me ji me bistînin û di cihê wê de dilsozîya olî, mezhebî, etnîkî, neteweyî, erdnîgarî û qebîletî û hwd. ragihînin da ku nasnameya welêtî ji me bigrin û gel bi van nakokiyên marjînal mijul bikin û her wuha rewşeka jiberhevketin, perçebûn û bihevketinê damezrînin da ku karibin gel hêsan bikin bin kontrola xwe û wan li anegora berjewendîyên tekakesî yên van serok û koledarên cengan bixin livdarîyê û bigihîjin armancên axayên xwe yên dijminên berjewendîyên gel û welat, haydar û hişyar bin û li dijî vê yekê hewl bidin.
Belê birastî em dîndar in, lê li anegora bîr û bawera me têkiliya dînî, mezhebî an neteweyî nabe asteng ji têkilîya wetenî re. Ji ber ku dîn, tenê bi welatekî ku wî diparêze û ew tişta ku jê re lazim e, berhev dike û wî hemêz dike û jê berevanîyê dike, li ser pîyan dimîne. Vêca peyam Îslamê ya berdewam wek mîsalekê bide berçavên xwe, ji ber ku dema di serê destpêka wê de wetenekî Misilmanan tunebû û ew komeka pir hindik bûn û bindest û mehrûm bûn! تَخَافُونَ أَنْ يَتَخَطَّفَكُمُ النَّاسُ فَآوَاكُمْ وَأَيَّدَكُمْ بِنَصْرِهِ Hûn ditirsiyan ku mirovan bi çembile we bigrin û we birevînin, vêca Xweda penah da we û bi nusreta xwe we hêzdar gerand. Enfal/26. Lêbelê dema ku Pêxember (s.x.l) koçî Yesrîbê kir û welêtekî Îslamê çêbû û Yesrîb wek Bajarê (Medîne) Resûlê Xweda (s.x.l) hate navdan, dewleteka Îslamê pêk hat û çepereka wê çêbû û per û baskên xwe bi ser temamê Girava Ereban de veda û bi rojhilat û rojavayê dinyayê ve berfireh bû. Belê têkilî û xwedanîya bi welêt ve, nabe asteng ji têkilî û xwedanîya ji dîn re, dijane wê hêzdar dike û reh û kokên wê kûrtir dike. Niha di vê meselê de hinek hedîsên şerîf jî hatine rîwayetkirin ku ji Mîrê Bawermendan (s.x) wuha hatiye gêran: welêtan bi hezkirina wetenan ava dibin.[1] Dîsa jê (s.x) hatiye rîwayetkirin ku wuha kerem kiriye: ji qencîya mirov e ku li ser welatê xwe dike nalîn.[2] Di Sefînet-ul Bîharê de wuha gotiye: hatiye rîwayetkirin ku: hub û hezkirina weten, ji îmanê ye.[3]
Têbigihin ka mirovên ku welêt ji wan re nîne çawa di nav kesên din de dihelin û nasnameya wan jinav diçe her wekî ku ti nasnameyek wî nîne, fitreta wan diguhere û ji nirx û prensîban dûr dikevin, dema dest ji hezkirina welatparêzi û xizmeta ji miletê xwe vedikişênin.
Birastî ev rewşa fitrî di hebûna ajalên ku hiş û mejû jê re nîne de jî heye, vêca wê çawa bi însanê ku xweyê hiş û bîrewerîyê ye re tunebe! Mesela hinek masîyên ku li Atlantîka Bakurê dijîn, bi hezar kîlometreyan koçî başûra wê dikin, li wê deverê avis dibin û dizên, piştre dê û bav dimrin lê masîyên nûzayî di heman rêya bav û dayikên xwe de vedigerin welatên xwe yê eslî ku derbarê wî de ti tiştekî nizanibûn û dê û bavên xwe jî qet nedîtibûn.
Yek ji bazirganên genim ji min re got ku genimek heye bi navê (Hertman) û êmê çûkên ku li welatekî mezin dibin e, û bihayê kîloya wî genimî du hezar dînar e. Vêca hin bazirganan cûrek din a heman genim li hin welatên cîran bi bihayê yek hezar dînar dîtin û ji ber vê yekê ew import kirin û hêvîya gelek qezencê kirin. Lêbelê mesela dijwar ev bû ku dema xwedîyên çûkan ev genim danîn ber çûkan, ew ne xwarin û berên xwe jê dagerandin, û tenê genim û êmê welatên xwe qebûl kirin.
Min ji vê çîrokê şîret û dersek di hezkirina welatparêziyê, têkilî û xwedanîya wî û wefadarîya pê û bi ehlê wê re wergirt. Vêca bila serokên welat û bi taybet jî hinek (kesên doza netewbûnê dikin) yên ku ew tişta kêm û kêmasî bi tişta zêde û qenctir guherandine û ji welatê xwe û xweyê nîmetên xwe re wefadar nînin, qenc bîr bibin û bifikirin!