Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Kurteyek ji jiyan û kesayetiya zanayê mezin Seyda Şêx Muhemmed Yeqûbî (x.g)
Şêx Muhemmed kurê Şêx Mûsa kurê Şêx Muhemmed Elî kurê Şêx Yeqûb kurê Hac Cefer
Ayetullah Seyda Şêx Muhemmed Yeqûbî li spêde ya roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed (s.x.a) ango li meha Îlon a sala 1960-ê da jidayîk bû. Ew li malbatekî da mezin bû ku li zanist û edeb û dîndarî da binavûdeng bûn; hinek kesan li malbata wî da, li raman û edeb û xîtabetê da serpêş bûn; yên wek bavê wî cenabê Şêx Mûsa, ku rêvebirê kovara binavûdeng a “el-Îman”ê bû, her wiha kalkê wî cenabê Şêx Muhemmed Elî, bi nasnavê “Şeyx-ul Xuteba – Mezinê Xetîban” û bapîrê wî yê ji aliyê diya wî cenabê Şêx Mehdî û kalkê wî cenabê Şêx Yeqûb ku ber destê şêxê pir zana cenabê rehmetiyê Şêx Cefer ê Şûşterî û rehmetiyê Şêx Huseynqolî yê Hemedanî, di mekteba îrfan û exlaqê da perwerde bûbûn.
Ji ber pêwendî û têkiliya ku bavê wî li xebatên dînî û civakî û siyasî bi şehîd Seyyid Mehdî yê Hekîm ji neviyên seydayê mezinê Şî~e, yanî Seyyid Muhsin ê Hekîm (x.r) ku hingê rêberê dînî û civakî ya xelkê Bexdayê bû, çûn Bexdayê û li wêderê bicîh bûn.
Şêx Muhemmed ê Ye~qûbî, ji zarokatiya xwe ve digel meseleyên ol û dînê nasyar bû; dema bavê wî li civatan da xutbe dixwend, cenabê wî baş guh dida û ji ber dikir û dema dihat malê, hûr û kûr xutbeya bavê xwe ji dayika xwe re vedigot. Bavê wî bi jîrbûna wî hesiya bû û ji alim û zanayan ra digot.
Cenabê seyda, pêşiya 10 saliya xwe dest bi xwendina kitêban kir û li pey lêkolînên kûr û dûr nivîsarekî bi navê “el-Xemr Umm-ul Xebaîs – Şerab Koka Xirabiyan” nivîsî. Ev hingê bû ku hêj negiha bû temenê ruşdê û herçiqas ser emrê wî re diboriya ewqas jî kitêbên ku dixwendin kûrtir dibûn.
Li destpêka dehsal a 1970-ê da û li karbetaliyên havînê, cenabê wî beşdarê medreseyek biçûk bû li taxa Ubeydî li Bexdayê, ku ew medrese ji aliyê rehmetiyê Seyyid Elî yê Elewî hatibû avakirin.
Seyda Şêx Muhemmed ê Yeqûbî, li Bexdayê xwendina xwe ya zanîngehê xilas kir û di sala 1982-ê da dîplomaya lîsansa xwe ya endazeyarî ya sîvîl û şarsazî ji zanîngeha endazeyarî ya Bexdayê wergirt. Li gorî zagonan, pêwîst bû wekî eskerekî têkil artêşê bibe; ev hingê bû ku di navbeya Îran û Îraqê da şer gur bûbû û dibû ku cenabê wî berew qada cengê ve rêkin. Lêbelê terbiyeta wî ya dînî bû sedem ku xwe nede bin ala sîtemkaran û heta ji demekî kurt ra jî nebû ji wan û li mala xwe da rûnişt, herçend ku ev biryar dibû ku bibe sedema kuştina wî, çimko nîzama Be~s a Îraqê li hemû tax û kolanan da, bi taybet li Bexdayê li pey derdestkirina wan kesan bû ku ji eskeriyê direvin, û sîzaya wan jî hema kuştina li ber çavê xelkê bû.
Cenabê seyda, hemû dem û wextê xwe bi xwendin û lêkolîn û bîr û hizrê ve diborand û paş demekî dest bi nivîsînê kir, wek nivîsîna kitêba “Dewr-ul Eîmme Fî Heyat-il Îslamiyye – Rola Îmamên Ehlê Beytê (s.x) Li Jiyana Îslamî”. Herçend ku li wan demên dijwar, kes nebû ku bi jîrîtî û îstîdad a cenabê wî bihesê, lêbelê bi lutf û kerema Xuda, li sala 1985-ê da bi navincîtiya hinekan, rêkekî veşartî jêre vebû ku tevî Seyyidê Şehîd Sedrê Duyê (r.x) pêwendî û têkiliya wî çêbû. Li encama vê têkilî û pêwendê, çend pertûk û nivîsar li babetên ramanên Îslamî û exlaq û tehzîba nefsê da hat nivîsandin, ku li du pertûkên “eş-Şehdî es-Sedr Kema E~refuhu” û “Qenadîl-ul Arifîn” çap bû û bi berçavgirtina ramanên cenabê seyda, rehmetiyê Şehîd Sedrê Duyê, ensîklopediya mezin a “Mawera-ul Fiqh” û kitêba “Nezret-un Fî Felsefet-îl Ehdas nivîsandin.
Piştî bidawî hatina ceng a di navbeyna Îran û Îraqê, di sala 1988-ê da çû bajarê Necefê û bi keçika şehîdê serhildanê Ellame Seyyid Muhsin ê Xurefyî re zewicî.
Li sal a 1991ê da li Kerbelayê beşdariya întîfaze û serhîldanê kir û tevî mucahid û têkoşerên bajarê Necefê, bi berevanî ji bajarê Kerbelayê li beraberê êrîşa hêzên taybetê serokkomariya Îraqê ber xwe da; lêbelê mucahîdan cenabê wî tevî sîvîlan berew Necefê vegerandin, bi vî awayî derfeta têkoşîn û xebata çekvanî nebû para wî. Cuda ji vê, xwe ji belavkirina peyaman û dayîna daxuyaniyan neda paş û bi vî rengî alîkariya serhîldanê dikir û manewiyeta têkoşeran jor ve dibir ku hinek ji daxuyaniyên wî li nav mezargeha Îmam Elî (s.x) hatin xwendin.
Piştî bey~etkirina şoreşgeran digel Şehîd Sedr ê Duyê (x.r) ser navê rêberê serhîldan û şoreşê, û hema rojek pêşiya derdestbûna wî, Şehîd Sedr, pênc deste yên navendî û encumen ji rêvebiriyê ra diyar kirin û Ayetullah Şêx Ye~qûbî jî wek berpirsyarê siyasî û bangeşeyî bijart. Lêbelê wan desteyên navendî nekariyan xebata xwe bidomînin, çimko hêzên taybetê serokkomariya Îraqê, rojekî piştî wê civînê ser Necefê êrîş bir.
Cenabê Seyda, li destpêka sala 1992-ê beraberê meha Şe~ban a sala 1412-ê k.h, cil û bergê dînî li xwe kir û şaşika wî ji bi destê Ayetullahê mezin, rehmetiyê Seyyid Xuyî (x.r) hat danîn.
Cenabê Seyda, yekemîn berevan û alîgirê Şehîd Sedr ê Duyê (x.r) bû û dema Şehîd Sedr ê Duyê doza merce~iyyeta xwe diyar kir, hema cenabê seyda li destpêkê da jê berevanî kir. Heta ku Şehîd Sedr e Duyê bixwe li hinek gotinên xwe de ku hatiye qeydkirin vê yekê tîne zimanê û li ser vê esasê, cîgehekî taybet li bal wî hebû. Cenabê seyda, gelek ji xelkê bal merce~iyyeta Şehîd Sedr ê Duyê gazî kirin heta ku bangeşeya wî bilind bû û alîgirên wî berfireh bûn û Şêx Ye~qûbî li pilleya duyê piştî Şehîd Sedr cîh girt.
Şehîd Sedr, piştî damezirindana medrese û zanîngeha “Camî~et-us Sedr ed- Dîniyye” cenabê seyda wekî rêvebirê wê bijart û diyar kir. Amanca wê hema pêkanîna pêwendî navbeyna medrese û zanîngehên akademîk bû û Şehîd Sedr kesekî xêncî cenabê seyda ji vî karî ra şareza nedidît. Çimko cenabê seyda hem li zanîngehê hem jî li medreseyê de xwendî bû; dema Şehîd Sedr vê erk û berpirsyariyê dida cenabê seyda, hema li wêderê li sala 1419-ê k.h, vê mesele anî ziman.
Şehîd Sedr (x.r) bi caran ser vê mesele axaftiye, ku hinek ji gotinên wî li pêşgotina kitêbên “el-Muşteq Înd-el Usuliyyîn” û “Qenadîl-ul Arifîn” da heye û pênc heyvan pêşiya şehadeta xwe û hema li tarîx a 5-ê Cemadî-us Sanî ya sal a 1419-ê k.h, cenabê Şêx Ye~qûbî wekî cîgirê xwe destnîşan kir û bijart. Ewî vê meseleyê di hevdîtinek digel xwendekarên zanîngeha es-Sedrê anî ziman ku dengê wî hatiye qeydkirin. Ewî wiha beyan kir:
“Niha ez dikarim bêjim ku ji medreseya me tenê hema cenabê Şêx Muhemmed Ye~qûbî berendam e ku eger merce~iyyeta wî bêt pejirandin, hingê piştî min ew şayanê rêvebiriya vê medreseyê ye.”
Seyda ji ber heya û edeba xwe û jibo rêzgirtina li medreseyê, ji îlankirina îctîhadê xwe paşda girt, lêbelê dîsa jî dest bi weşandina behsên îstîdlalî kir ya ku li sala 1420-ê k.h, nîvîsî bû. Li pey vê bû ku Ayetullah Giramî ku ruxseta îctîhadê ji Ayetullah Muntezirî wergirtibû, îctîhada seyda di sala 1424 k.h, beraberê sala 2004 z., îlan kir. Her wiha merhûm Ayetullah Muhemmed Sadiq Tehranî (x.r) ku ruxseta îctîhadê ji merhûm Ayetullah Xoyî (x.r) wergirtibû, û yên dî îctîhada seyda pejirîn û teyîd kirin.
Seyda, ti caran xwe ji Şehîd Sedr cuda nekir û heta dema dawîn a wî digel wî bû û li sala 1999-ê z. piştî şehîdbûna wî û du kurên wî, ber bedenê wan ê pak, îmamtiya nimêja meyyitê kir û li wê roja pir dijwar û li nav xeleka xizmetkarên nîzamê ku bi çek û sîleh sekinîbûn, hevrê digel çendek ji alîgirên Şehîd Sedr, bedenê wî sipartin axê û veşartin.
Seyda, piştî şehadeta Şehîd Sedr, rêvebiriya bizav û tevgera Îslamî ku bi destê Şehîd Sedr birê ketibû û paygehên xelk ê alîgirê Şehîd Sedr têda cîh girtibûn, li xwe girt û ji ber ku nîzama Be~sî hemû navgîn ên Şehîd Sedr wek nimêja Înî qedexe kiribû, seyda bi şêwe û rêbazên nû wê tevgerê didomand.
Xwendevanî ya Wî Li Medrese
Bi berçavgirtina zanîna wî ya pir zêde ya zanistî û çandî, bi destûra rêvebirê medrese ya “Camî~et-un Necef ed- Dîniyye” cenabê Seyyid Muhemmed Kelanter, seyda dersa xwe ya medreseyê ji setha navîn (ango “Şerh a Lum~e” û “Ûsûl a Fiqh a Muzeffer”) dest pê kir û xalên xwendekariyê bi têkoşîn û xebatek zêde borandin. Tevî şewqa zêde ya ku ji aliyê Şehîd Sedr ê Duyê hest dikir, hevrê digel domandina xalên bilind a zanistiyê, beşdariya dersa bilind a fiqhî ya Şehdî Sedr dikir. Bi vî awayî li behsa ûsûl a lefzî ji sala 1414-ê k.h, heta demê şehadeta wî di sala 1419-ê k.h, beşdariya dersa Şehîd Sedr dikir. Her wiha li behsên ûsûl a emelî ya Ayetullah Muhemmed Îshaq ê Feyyaz li navbeya salên 1417 heta 1421-ê k.h, diket dersê û li bal Ayetullah Seyyid Sîstanî li salên 1415 heta 1420-ê k.h, dersa fiqhê dixwend û her wiha li bal rehmetiyê Şehîd Mîrza Elî yê Xerewî (x.r) li navbeya salên 1416 heta 1418-ê k.h, şagirdî kir û hemû dersên wan nivîsî.
Seyda, hêca salek ser beşdarbûna wî ya li medrese ya Necefê neborî bû ku dest bi gotina dersên pêşekî/muqeddematê kir, paşê jî dest bi gotina dersên dî li xalên navîn (wek Lum~e û Ûsûla Fiqhê) û pey re jî xalên bilind (wek Mekasîb-ul Muherreme û Kîfayet-ul Ûsûlê kir). Xeleka şagirdan li dersa wî ji geştirîn xelekan bû û zêdetirîn behreyên zanistî dida wan.
Seyda li meha Şe~ban a sala 1427-ê k.h, dest bi dersgotina xalên balabilind li dersa xaricê fiqhê kir, ewî meseleyên fiqhî ya ku nakokî têda hebûn, kir xîma dersdayîna xwe û meseleyên kûr ên zanistî ya ku bûbû sedema nîqaşa nav ehlê fiqhê da, dinirixandin heta ku meseleyan geş bike û li ser balkêşiya dersên xwe ve zêde bike. Hema niha zêdetirê ji 125 zana û seydayên medreseyan beşdariya dersa wî dikin.
Seyda, heta niha gelek ji meseleyên girîng ên îlmî û emelî (zanistî û kiryarî) daye ber pênûsê û nivîsiye û wan meseleyan li kitêbek bi navê “Fiqh-ul XîlafÎ li 7 cîldan ku 45 mijaran têda ne, weşandiye. Yek ji taybetiyên beyana wî, diyarkirina nêrîna mezin û giregirên zanayan e, zanayên medrese ya Necef û Qomê; çi yên borî û çi yên hevçerx.
Seyda fetwayên xwe li kitêbek bi navê “Subul es-Selam – Rêkên Aşîtiyê” nivîsiye. Cîlda wê ya yekem li sala 1430-ê h.k, hat weşandin ku hukmên îbadetê dihewîne. Ev kitêb pir cararan çapa wê hatiye dubarekirin. Seyda niha mijûlê xilaskirina beşa duyem ji ehkaman e ku derheq mu~amîlatê da ye û kêm maye bikevê bin çapê. Her wiha seyda rîsaleyekî îlmî û kamil nivîsiye derheq menasika Heccê da ye, ev rîsale bi caran hatiye çapkirin.
Berhem û Pertûkên Seyda:
Fîqh-ul Xîlaf; heta niha 7 cîld ji vê hatiye çapkirin. Ev berhem behsên xaricê fiqhî dihewîne ku cenabê seyda li Necefê da ders gotine.
2- El- Fîqh el- Bahîr Fî Sewm-îl Musafîr: Kitêba fiqhî ya îstîdlalî ya kûr e.
Xitab-ul Merhele; 7 cîld ji vê berhemê hatiye çapkirin. Ev berhem hemû peyv û daxuyanî û nêrînên seyda ber xwe digire ku li qewimîn û bûyerên cûrbicûr li nav civakê da û her wiha şîret û pêşniyariyên wî ji bo xelkê Îraqê ji demê rêvebiriya wî ya tevgera Îslamî û piştî şehadeta Ayetullah Şehîd Sedr ê Duyê li sala 1999-ê z., hatine gotin.
El-Uswet-ul Hesene Lî el-Qade we-l Muslîhîn: Cîldek tenê ye ku sîre û rewişta Pêxemberê Îslamê (s.x.a) û Ehlê Beytê (s.x) beyan dike. Şêweya vê pertûkê, şêweyek analîzî û tehlîlî ye; her wiha hinek şîret û îbretgirtina derheq qewimînên wê demê jî dihewîne.
Dewr-ul Eîmme Fî el-Heyat el- Îslamiyye: Di cîldekî da û bi awayek analîtîk û dahûrînî, sîreya îmamên Ehlê Beytê (s.x) û amanca wan a hevpar ku bo pêkhatina wê xebitîne, vedikolîne. Li vê pertûkê da hinek ji şîroveyên Şehîd Sedr ê Duyê jî hatiye.
El-Me~alîm el- Musteqbîle Lî el- Hewzet-ul Îlmiyye: Di cîldekî da hatiye çapkirin.
6- Er- Riyaziyat Lî el- Feqîh: Pertûkek taybet û bêmînak e ku li cîldekî da hinek meseleyên matematîka girêdayî bi meseleyên fiqhî li babetên cûrbicûr da lê dikolîne.
7- El- Muşteq Înd-el Ûsûliyyîn: Di cîldekî û li du beşan da, teqrîrata dersên ûsûl a Şehîd Sedr ê Duyê (x.r) li behsa muşteqqê da ye. Şehîd Sedr ê Duyê, vê behsê li naveroka pertûka Menhec-ul Ûsûlê da weşandibû.
8- Eş- Şehîd es- Sedr es- Sanî Kema E~rîfuhu: Di cîldekî da Şehîd Sedr dide nasandin û bîranên xwe ya digel wî û her wiha name û gotûbêjên xwe li wê de aniye ku navbeyna salên 1985 û 1986-ê z. da hebûne.
Qenadîl-ul Arifîn: Di cîldekî da behsa nameyên hatî-çûyî navbeyna wî û Şehîd Sedrê dike li babetên tehzîba nefs û rêwingiya berew Xuda; naveroka vê kitêbê vedigere bal sala 1987-ê z. da.
Selaset-un Yeşkun: Ev kitêb di cîldekî da hedîsa şerîfa şîkayeta Qur~an û mizgeft û Îmam Elî (s.x) dike. Her yek ji wan bi awayek cuda jî hatiye çapkirin.
El- Fîqh-ul Îctîmaî: Ev kitêb li sê cîldan da bersîvên ku seyda bo pirsyarên civakî daye, dihewîne. Ev kitêb li ser esasê nêrînên seyda yên li “el- Usus el-Amme Lî el- Fiqh el-Îctîmaî” da ye.
12- Nehn-u we-l Xerb (Em û Rojava).
13- Mîn Wehy-il Xedîr
14- Fîqh-u Xelebet-ul Camîat
15- Ji bilî kitêbên jorî, pertûk û cizokên pir zêde bi destê seyda hatiye nivîsandin ku di vê kurteyê da nayê guncandin.
Ji ber ku civaka me ya îro pir niyazmendê pertûk û cizokên zanistî û îlmî ye, seyda destûr da hinek ji alim û zanayan ku dest bi nivîsandina kitêban bikin. Ew jî bi vî awayî ye ku seyda rêbaz û rêk û ramanê bi awayek giştî ji yekî ra şîrove dikir û dema ew dest bi nivîsandinê dikirin çavdêrî dikir heta bigehê encamê. Çimko seyda li beraberê dijwarî û pirsgirêkên ramanî û exlaqî ku roj bi roj zêde dibin, didît ku niyaz e meseleyên wiha bên çareserkirin û pêkanîna wê bi tenê jî çênabe. Ji aliyekî dî ve jî xebitandina îstîdad û şarezakirina yên dî, pêdivê bû. Wan berheman zêdetir ji 100 eser in û hemû jibo pêkanîna niyaz û çareserkirina pirsgirêkên ku seyda pêwîst dizaniya hatine amadekirin.
Bi sedan axaftinên exlaqî û ramanî û civakî li munasebetên cûrbicûr ji seyda hene ku gelek ji wan hevrê digel nêrîna siyasî ya seyda derbareyê qewimînên cûrbicûr û her wiha şîret û we~zên wî li pertûka “Xîtab-ul Merhele”yê da li 7 cîldan hatiye çapkirin.
Bername û Projeyên Seyda:
Baweriya Seyda ev e ku bername û çalakiyên merce~iyyetê divê bi rêka saziyan ve pêk be, ne bi rêka ferd û kes ve. Bi taybet di demê ku zemîneyên xebat û bizavê piştî hilweşîna nîzama Seddam li meha Sefer a sal a 1424-ê h.k, hat amade kirin, kariyan bernameyên xwe yên Îslamî bêsînor bidomînin û pêk bînin.
Seyda piştî hilweşîna nîzama Seddam, dest bi avakirina saziyên dînî kir û li ser vê esasê konferansa tesîsa “Camî~et-ul Fuzela”yê li 30-ê Nîsan a sala 2003, beraberê meha Sefer a sala 1424 k.h, li dar xist.
Koma wan ji zana û seydayên medreseyan pêk tê ku xebat û têkoşîna wan a civakî hebûye û berê xwe didin tevgera ramanî, ta her yek ji wan bikare di beşek ji çalakî û têkoşînîn çandî da karîna xwe nîşan bide û berpirsyariya wê li xwe bigire.
Destpêka wan çalakî û xebatên pîroz ji aliyê feqiyên zanîngeha Sedr a dînî bû ku zanînên dînî û terbiyetî û exlaqî û ramanî ya xwe li bin çavdêriya seyda Şêx Yeqûbî wergirtibûn.
Seyda li roja Înî beraberê roja 22-ê meha Seferê li sala 2003-ê z., seredana Bexdayê kir û sê rojan li wêderê ma û nimêja Înî li herêma pîroz a Îmam Kazim (s.x) pêk anî û li wêderê hezaran kes ji xelkê civiyan û li wê herêma şerîf derheq daxwaziya wan a durust hay da wan û wan nasyar kirin. Û gazî wan kir ku li roja Duşem a heftiya dî berew meydana Fîrdews a li navenda Bexdayê da xwenîşandanê li dar bixin û daxwazên xwe bînin ziman. Ew xwenîşandan a biheybet bi têkiliya komên xelkê ku bi qasê çendîn kîlometran bû, hat li dar xistin.
Seyda li seredana xwe ya Bexdayê, digel rewşenbîr û mamostayên zanîngehan hevdîtin pêk anî û peyrewên xwe ji avakirina partiyeka siyasî re vexwend, ta piştî hilweşîna nîzama Seddam, ji cîbicîkirina amancên Îslamî û netewî ku bi rêka partiya Fezîletê hatibû nivîsandin xebatê bikin. Niha ew partî li bizava siyasî ya Îraqê de rolek çalak dileyze û li meclîsa Îraqê da çend kursî û nûner hene.
Seyda derheq rêkûpêkkirin û birêxistina komên civakî, yên wek mamosta û xwendekarên zanîngehan (Yekîtî ya Zanîngehiyan) û yekîtî ya koma endazeyarên Îslamî û her wiha encumena “Benat-ul Mustefa” ya jinikan pir xebat kir. Seyda hêj jî alîgiriya wan dike.
Saziyên Civakî:
Bi lutf û kerema Xuda, cuda ji Koma Zanayan, saziyên dî jî xebatê dikin, yên wek:
1- Camîet-us Sedr ed- Dîniyye (Zanîngeha Sedr a Dînî), ku tevî binzincîrên xwe ve hejmara wê digehê 20 sazî, ku medreseya dînî jî ku li bin çavdêriya medreseya îlmiyye dixebite û têda zêdetir ji 2000 feqî di halê xwendin û lêkolînê da ne.
2- Zanîngeha ez-Zehra: Tevî 14 binzincîreyên xwe ve li hemû bajarên mezin da, zanîngehek e wek Zanîngeha Sedr ê, ferqa wê tenê ev e ku taybetê jinan e û têda zêdetirê ji 100 kesan dersê dixwînin.
3- Sazî ya Teblîxî ya Îslamî: Yên wek kanalên televîzyonî ya en- Neîm û el- Bîlad ku ji Bexdayê belav dibe û kanala el- Emel ku ji Besrayê û kanala Subul-es Selam ji Nasiriyye.
4- Bi dehan sazî û sazûmanên dînî, çandî, civakî û mirovperwer.
5- Civîna Seyyidên Elewî, bin navê “Neqabet-us Sadat el- Elewîyyîn Lî Rîayet-î Zurriyyet-î Resûlullah” û rêzgirtina wê li navbeyna xelkê
Yek ji bername û çalakiyên dînî yên dî jî birêxistina merasîma ziyareta Fatimiyye, berew mezara Îmam Elî (s.x) li roja 3-ê ya Cemadî-us Sanî ye. Ev merasîm, jibo saxvekirina heqîqeta şehadeta Hz. Zehra (s.x) ye. Li vê merasîmê da gelek ji xelkê ji bo geşkirina meseleya Fatimiyye û nîşandana bandora wê ya bihêz, beşdarî dikin. Li vê merasîmê bi dehan hezar kes ji ehlê îmanê berew mezara Îmam Elî (s.x) dikevin rê û cenabê seyda jî derheq şehadeta banûya mezin a Îslamê û her wiha pirsgirêkên civakê diaxive û xutbe dide. Yekem car ev merasîm li sala 2006-ê z., da hat lidar xistin.
Cenabê seyda her wiha piştî hilweşîna nîzama Seddamê, li roja Aşûrayê jibo saxvekirina besîreta Huseynî, mamosta û xwendevanê zanîngehan li hev dicivandin, ku bi qasî 20 hezar kes beşdariya wê dikirin. Ev mesele heta çend salan dewam kir.
Jibo agahiya zêdetir derheq kesayetî û jiyana seyda, hûn dikarin berê xwe bidin hinek kitêbên ku wî bixwe nivisiye; yên wek:
1- Eş- Şehîd es- Sedr Kema E~rîfuhu
2- Qenadîl-ul Arifîn
3- Eş- Şêx Mûsa el- Ye~qûbî
4- Xîtab-ul Merhele
5- El- Me~alîm el- Musteqbeliyye Lî el- Hewzet-îl Îlmiyye