Hukma Heyzê
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Heyzê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Ez jinek im ku destpêka edeta min a mehane (heyzê) rêkûpêk û di wextê xwe da ye. Lêbelê rojên wê diguherin, carinan kêm û carinan zêde dikêşe. Hinek caran bi qasî du rojan zêde xwîn diherike û di roja çaran da qet xwîn nayê û tê eserek jê namîne. Paşê piştî wê bi qasî sê heta pênc rojan û di her rojekî da carek xwîn dibînim ku bi rengê sor ê vekirî ye. Vêca li ser vê esasê divê ez kengê nivêj bikim û rojî bigirim?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Heyz ji demê ku xwîn tê dîtin dest pê dibe û dema nayê dîtin, xilas dibe. Herçend kêm an zêde be jî. Eger xwîna ku tê dîtin bi qasî be ku her û her çêdibû (zêdetir ji rojekî) û paşê bi qasê nuqteyek an tiştek hûr xwîn bibîne, hingê divê navbeyna ferzên îstîhaze û terkkiriyên heyzê da ihtiyat bike, wek çawa me li rîsaleya xwe ya Subul-us Selamê da bi hûrî û kûrî şîrove kirî.
Muhemmed Ye’qûbî