Teqlîdkirina Ji Merce’ek Wefatkirî
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê
Teqlîdkirina Ji Merce’ek Wefatkirî
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Ez ji wan kesan im ku ji Seyyid Muhemmed Muhemmed Sadiq ê Sedr (x.r) teqlîd dikin. Lêbelê min piştî wefata wî dest bi teqlîdkirina ji wî kir, li gorî fetwaya wî ku mirov dikare ji serê ewil ji wî teqlîdê bike, çi sax be û çi mirî be; û derheq meseleyên ku nû derdikevin, ez ji cenabê we teqlîdê dikim. Gelo şêweya teqlîda min durust e an ne?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Caîz nîne ku mirov serê ewil ji merce’ekî wefatkirî teqlîd bike, an jî piştî wefata wî li ser teqlîda xwe bimîne, xêncî ku merce’ekî dî ku sax e û hemû şert û mercên îctîhadê di wî da hene, ruxset û îznê bide. Em jî caîz dibînin ku ji hukmên fiqhî yên seydayê me yê mezin cenabê şehîd Sedr (x.r) bêt teqlîdkirin di meseleyên ku me li rîsale ya xwe ya fiqhî (Subul-us Selam) da nenivîsiye, û di meseleyên ku îxtîlaf hene an meseleyên nû ne, hûn dikarin ji me teqlîd bikin.
Muhemmed Ye’qûbî