Tevhevbûna Îstîhaze û Heyzê
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Tevhevbûna Îstîhaze û Heyzê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo di çi mercî da xwîna ku jin dibîne heyz tê hesabê? Di çi demî de pêkanîna xuslê ferz e? Çimko min bihîstiye dibêjin eger xwîn kêm biherike, xusil ne pêwîst e, vêca gelo eger di vî halî de xusil ferz e, ew xwîn hema heyz e?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Nîşanên xwîna ku wekî heyz tê hesabe, ev in:
1- Rengê xwînê, sor û tîr be û dema diherike dişewitîne û dêşîne.
2- Demê wê ne kêmtir ji sê rojan e û ne zêdetir ji deh rojan e.
3- Navbeyna demê heyzdîtina berê û ya niha qet nebe deh roj navbir hebe.
4- Xwîn li serê wextê xwe da biherike, derheq jinikên ku di serê her demekî taybet da heyzê dibînin.
Eger xwîna ku dibîne, ne wiha be, hingê li ser hukma îstîhaze têt hesabê. Heyz û îstîhaze her yek ji wan hukmên xwe yên taybet hene ku li rîsaleya îlmiyye ya me da ya bi navê Subul-us Selamê da bi hûrî û kûrî jê hatiye axaftin ku li ser înternetê ber dest e.
Muhemmed Ye’qûbî