Ew Serketin Ên Ku Bi Serîhildana Azadiya Îraqê Dest Ve Hat

| |times read : 403
Ew Serketin Ên Ku Bi Serîhildana Azadiya Îraqê Dest Ve Hat
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Ew Serketin Ên Ku Bi Serîhildana Azadiya Îraqê Dest Ve Hat

 

Bi Navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn

Li bawerî ya min de yek ji fêkiyên herî hêja, ku bi serhildana ciwanên hişmend û xoşewîst re di serhildana rizgarî de hatî bidestxistin, vegerandina nasnameya rastîn a neteweyî ye, ya ku ji hêla  tayîfeperest û  fesadkar û xwefirotiyan ve hatî perçiqandin, bi qasî ku em bêhêvî kirin ji saxvekirina wê ya dubare re û gelek ji zarok û lawên welat mecbûr kirin ji welatê xwe koç bikin, malbata xwe biterikînin, yad û bîrvemayî yên xwe bi xwe re bibin di halekî da ku çavên wan li dûmayî yên wan e. Lêbelê xortên egîd û wêrek di dilê hemî gelê Îraqê de şewqa vê mizgîniyê hil kir û bi ronahiya wê dilê wan ê sistbûyî şiyar kir û hemû gelê Îraqê tevî hemû reng û tayîfe yên xwe ve li bin dirûşmekî de kom kir, ew dirûşm hema welatek azad û serbixwe û berz e ku rûmeta zarokên xwe diparêze û ji wan ra çi niha û çi li pêşeroja xwe de bextewarî û serfiraziyê pêşkêş dike.

Me ji wan ciwanan hinek tişt dît ku dilê mirov xweş dike û mejî pê ronî dibe û wêneyê xwerû û rastîn ê Îraqê dîsa ji nû ve nîşanî alemê dide, Îraq a ku damezrênerê şaristaniyeyan e û nîşangeha zanist û zanyariyê ya hemû neteweyan e, me ji wan xortên egîd tiştek nedît xêncî fidakarî, cesaret û wêrekî, hişmendî, dilpakî û dilsozî, rêkûpêkkirina rol û erkan, daxwazkirina mafên biheq û redkirina neheqî û gendeliyê, ew jî bi rêbaz û awayek aştîxwaz û medenî. Ev taybetmendî û xesletan tenê li nav wê ummet û gelan da tê dîtin, yên ku Xuda xebata wan pîroz kiriye û mertebe ya wan bilind kiriye. Vêca eger ew ummet, serê xwe bitewîne û xwe stûxwar bike û bêhêvî bibe û xwe biçemîne, hingê fesadî û batil wê bikare wan û dubare ew dikevin bin barê stûxwarî û  jarî û qelsîtiyê û ji mafên herî bingehîn ê xwe tê bêparkirin, û ev hema ew e ya ku Pêxember (selam û selat a Xuda li ser wî û Ehlê Beyta wî be) di hedîsek xwe ya şerîf de kerem dike: “Pîroz û rizgar nabe ew ummeta ku mafê yê lawaz ji yê xurt negire, bêy ku yê lawaz bikeve ber dijwariyê”[1]

Ev e ku ez ji sala 2005-an û vir ve gazî dikim, dema ku min zordarî û neheqî ya aliyên siyasî yên otorîter dît, û min gazî gelê xwe û hişmendiya wan kir li ser daxwazên rast ên wê û nerazîbûnên di serokatiya wê de.

Ez bangî hukûmetê û serokên siyasî û leşkerî dikim ku fêm bikin ku ev xortên hanê dewlemendiya rastîn a welat in û ew in yên ku pêşerojek geş û xweş ji bo welêt misoger dikin. Tundî li vê dewlemendiya giranbiha nekin, çimko ev xort hema ew kes in ku bi terorê re rû bi rû bûn û li dijê wê sekinîn heta ku terorê bin xistin û şikandin û tevahiya cîhanê ji xirabiya wan terorîstan dûr xistin. Ev xort hema ew kes in ku têkil meş a Erbeînê[2] bûn û rûyê Îraqê li pêş çavê tevahiya cîhanê xweş û sipî kirin. Divê em guh bidin wan û guh bidin daxwazên wan û divê bilez însiyatif û karekî bêt kirin ta ku dilê wan aram bibe û hêviya wan nû bibe.

Lêbelê dewama li ser siyaset a zordarî û şîddet û tundiyê, ne tenê bikêr naye û tiştekî çênake, belku welat û mirovên wê berew kendala agirê ve dibe, û hûn nikarin wan xortan bişkînin, ew xortên ku ji mirinê narevin û sîngê xwe li ber guleyên tifingan tazî dikin.

Ez şîretê li xortan dikim ku aramiya întîfade û serîhildan a xwe biparêzin, mal û milkê giştî û xusûsî biparêzin, û êrîşî ti hêzên ewlehî an yên din nekin, ta ku piştgirî û hevalbendiya zêdetir li hundur û derveyî welêt bidest bixin, û xurifandina rêya serîhildan a we bi sabotajên ku ji aliyê dijber û dijminan ve radibe ji bo hilweşandina welat, dê teyîda xelkê ji we dûr bike û mafê we winda bike û we wek dijminên êrîşkar nîşan bide, naxwe agah û hişyar bin û çavê xwe vekin.

Êdî wext e ku partî û blokan ji vî gelê Îraqê şerm bikin û lêborînê ji vî gelî bixwazin, ku digel hemû dirûşmeyên xwe, sendîka û nijadên xwe ve derketine, di halekî da ku siyaseta wan ya fesadiyê û têkçûyîna wan ya nehsanî ya li rêvebirî û nîzama welatê da red dikin, bila ew xwe bidin alî da ji yên dî re zemîn bê çê kirin ta ku nifşek neteweyî ya jêhatî û dilsoz ji bo pêşvebirina welat rola xwe bigirin û bikevin cîhê xwe.

Ev serîhildan û hilperîn, bala û bilindtir e ji kaxezên xapînok ên sindûqên hilbijartinê ku qirar bû li gorî îrade û viyana gel be û yê tê hilbijartin nûnerê gel be! Eger em bawer bikin ku yên hatine serî û desthilatdarî gihaye wan bi rêka hilbijartinê hatine serî jî, ev serîhildan bixwe meşrûiyyeta wan ji wan dibe, çimko serkanî ya desthilatdariyê hema xelk bixwe ne û viyan a xelkê bi şert û merc e, ji destpêkê heta dawiyê, vêca eger xelk wê îradeya xwe ji wan vekişîne, hingê meşrûiyyeta yê desthilatdar jê diçe û dikeve.

Muhemmed Yeqûbî

Bajarê Necefê

30/10/2019



[1]- Wesaîl-uş Şîe, c. 16, p. 120.

[2]- Çile ya şehadeta Îmam Huseyn (s.x) ku gelek ji Musilmanan û peyrewên Ehlê Beytê ji ziyareta mezela Îmam Huseyn (s.x) re bi meş diçin. Wergêr