MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: BANGA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYÊN CIVAKÎ Û PIŞTGIRIYA XEBATA DILXWAZÎ ​​DIKE

| |times read : 385
MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: BANGA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYÊN CIVAKÎ Û PIŞTGIRIYA XEBATA DILXWAZÎ ​​DIKE
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

MERCE YÊ DÎNÎ YAQÛBÎ: BANGA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYÊN CIVAKÎ Û PIŞTGIRIYA XEBATA DILXWAZÎ DIKE

BI NAVÊ XWEDA

6 MEHA REMEZAN A 1438 PÊŞEM

01/06/2017

Merce yê dînî Şêx Muhemmed Yaqûbî (sîya wî berdewam be) ji bo avakirina  çalakîyên civakî, û tevgerî û xizmeta dilxwazî handan da. Wî kerem kir ku  hikûmet di bicîanîna erkên xwe li hember saziyên ku têkiliya wan rasterast bi hewcedariyên hevwelatiyan ên wek tenduristî, perwerdeyî, şaredarî û saziyên din heye da ku hewcedariyê bigihîne cîyê wan de, bi avakî eşkere kemasîyan dike û nukare pêk bîne. Digel ku ev hewcedarî li ser jiyana rojane ya welatiyan bandor nîşan didin jî.

Ev yek di hevpeyvînekê Wî Hezretî (sîya wî berdewam be) digel şandên ji hêla hejmarek rêveberên dibistanan ve li seranserê parêzgeha Necef, ku ji bo zîyaretê wek şandekê hatin serdana ofîsa merce yê dînî birêz Yaqûbî (sîya wî berdewam be) de hate ziman. Ev sazî ya ku wek Destê Spî (Yedî Beyza) tê nasîn, ji ber ku bi alîkarî û rênîşandana birêz Yaqubî (sîya wî berdewam be) hatibû avakirin, şandeyan jî, li ser arîkarî û pêşvedana wî derheq dibistanan ji bo domandina nûavakirin û rehabîlîtasyon û peydakirina pêdiviyên pêwîst ji bo domandina pêşkeftina perwerdeyê li parêzgeha Necefê, spasî û malavahîyên xwe jê re pêşkeş kirin.

Şêh Yaqûbî (sîya wî berdewam be) jî di vê civînê de gazî kur û qîzên welatê me yê hêja û delal kir ku li ser asta takekesî û civakî (di forma sazî, rêxistin, komele û hwd.) de beşdarî hevgirtin û mildanmilêhev û belavkirina çanda (hûn hemî şivan in) bibin û di arîkariya hevûdu û pêkanîna çalakiyên karûbarê cûrbecûr ji bo sivikgerandina barên li ser piştên birayên xwe û dûrkirina zehmetîyan ji wan de bilezin. Dîsa kerem kir ku di vî warî de bila kes pişta xwe bi dewletê qewî neke, lewra nekarebûn û qelsîya dewletê hema eşkere û eyan e.

Wî Birêzî (sîya wî berdewam be) her wiha derbarê bêrêzî, bêçaretî û guhnedana êşên mirovan de hişyarî da û kerem kir ku dest ji hewildana sivikgerandina barên gel bi her avahî, neyê berdan. Lewra heger ev yek bicire, wê civak wijdan û hişmendiya xwe hûnda bike û bi vî rengî wê ev yek me têxe nav gelên ku ji hêla manewî ve mirîne, neûzu bîllah.

Belê, birêz merce yê dînî Şêx Yaqûbî (sîya wî berdewam be) li ser hewcedariyên civakê, gelek axeftinên wî yên cûda hene, ku li ser bûyerên cûrbecûr hatine berpêş kirin. ji wan in:

1- Gazîya ji bo vejîna pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê û Pirtûkxaneya Navendî ya Mûsilê.

http://yaqoobi.com/arabic/index.php/permalink/6393.html

2- Huseyn (s.x), vebişirîna xwendekarekî ye ku ji bo çapkirin û belavkirina pirtûkên xwendekaran û nûavakirin û pêşvebirina dibistanan keniyaye.

http://yaqoobi.com/arabic/index.php/permalink/6318.html

3- Hesen (s.x), şahîya sêwîyekî ye ji bo lênihêrîna zarokên sêwî û bicîhanîna hewcedariyên wan.

 Û hinek mijarên din.

http://yaqoobi.com/arabic/index.php/permalink/6469.html