Dİ ÎSLAMÊ DE KARTÊKERÊN CÎHADÊ

| |times read : 415
  • Post on Facebook
  • Share on WhatsApp
  • Share on Telegram
  • Twitter
  • Tumblr
  • Share on Pinterest
  • Share on Instagram
  • pdf
  • Print version
  • save

Dİ ÎSLAMÊ DE KARTÊKERÊN CÎHADÊ

Digel Birêzîyek Mezin, Silav û Bereket û Nîmetên Xweda Li Ser We Bin

Di destpêkê de dixwazim xwe bi we bidim nasîn: ez zelamekî dînî me ku Iraqî û Mesîhî me û ji bajarê Mûsilê me, niha jî ez li Frenseyê li bajarê Parîsê dijîm. Di beşa zanînên olan de dixwînim ku wê pisporîya min li ser Zanîna Gotûbêjê Di Navbeyna Olan de be. Salek din dê sala dawîn be ku ezê belgeya masterê bistînim.

Teza mastera min wê li ser mijarê cîhadê di Îslam û Xiristiyanîyê de be. Birastî çawa cenabê we jî dizane ev mijar, mijarek tevlîhev e û bi gelemperî şaş û ji navgîniya xwe dûr tê fêm kirin. Midûrê min gelek bal kişande ser mijarê ku ez wê ne tenê ji hêla fiqha Sunî ve belkî di heman demê de ji hêla fiqha Şiî jî lêkolîn bikin.

Piraniya çavkaniyên min, pirtûkên Sunnî û çavkaniyên hêja yên Şiî ne, wek Bîhar-ul Enwar, Mîzan-ul  Hîkme, Men La Yehduruh-ul Feqîhu, el-Kafî û et-Tehzîb.

Ma çavkaniyên we yên din hene da ku ez ji wan sûd werbigirim? Ma şîretek we li min heye ku hûn ji min re bidin da ku lêkolîna min qenctir bibe? Ji bo vê yekê spasiya we dikim. Ez ji cenabê we dixwazim ku ji min re bêjin gelo di konsepta cîhadê de, di navbera fiqha Sunî û Şiî de ciyawaziyek heye yan na? Heger hebe, li anegora ramana we ew ciyawaziya çi ye?

Bi Navê Xweda

Selamun Eleykum we Rehmetullahî we Berekatuhu

 Ez vê roja jidayikbûna mezinê me Mesîh (s.x) ku sembolê hezkirin û evîn û dilnizmî û dûrî ji karên rezîl û ketî û xweperestî û xapandina bi şehwet û lezzetan e, li we pîroz dikim.

Bi xêr hatî birayê me û hevparê me di evîna me ya Iraqî ya li Mûsilê û hemî bajarên mezlûm ên Iraqê de, yên ku ji hêla hêzên zalim û koledar û zordar û hov û dîktatorîyê ve hatine dorpêçînkirin, ku Xwedayê bilindîn ji me û we û tevekê gelê me re bibe alîkar û Xwedayê bilindîn xem û kerbê ji me teveka dûr bigerîne.

Birastî pirtûk di vê lêkolînê de zêde nikarin arîkarîya te bikin, ji ber ku ew hewceyê xwendinek nû li anegora encamên zanyarî yên ku li dinyayê pêk hatine û di bin sîya veguherînên şaristanîyê de. Bi taybet jî piştî ku komên terorîst vê serenavê pîroz (cîhad) lewitandin ku Îslam ji kiryarên wan ên hovane dûr e.

Heke te ensîklopedîya Ehkamên Şerî ya ku bi gelemperî ji hêla fuqeha ve hatiye nivîsandin ji bo ku peyçûyên wan jê sûd werbigrin ku bi navê Peyama Pratîkî (Rîsale ya Emelîye) tên zanîn mitale bikira, ji xwe min jî ya xwe bi navê Rêyên Aşitiyê (Subûl-us Selam) bi nav kiriye, te yê bidîtaya ku beşa derbarê Cîhadê de tê de nîne. Ji ber ku ez dixwazim di derfetek dirêjtir de, û bi arîkarîya Xwedayê bilindîn vê lêkolînê li gorî vîzyonek nûjen û zexm û tije binivisînim.

Kurte tiştê ku min ji Qurana Pîroz û hadîsên şerîfên ji Masûman (s.x) di vî warî de fêr dibim ev e ku destûra şerkirin û kuştina ti kesekî ji însanan nayê dayin heya ku ew li ser rûyê erdê fesadê dernexe ku metirsî li ser jiyana mirovan û rêzika giştî ya civakî çêbike, yan jî kesek be ku pêşî li mirov bigire ku bawerî û rêûresmên xwe bi awakî azad bi kar bînin û ji bo tepisandina wan bixebitin û bi şîdetê wan ji ola wan dûr bigerînin.

Xwedayê bilindîn wuha ferman dike: وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّى لاَ تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ كُلُّهُ لِلّه Û bi wan re cengê bikin heta ku fitne nemîne û dîn bi temamî bibe yê Xweda. (Enfal/39). Dîsa wuha ferman dike: إِنَّمَا جَزَاء الَّذِينَ يُحَارِبُونَ اللّهَ وَرَسُولَهُ وَيَسْعَوْنَ فِي الأَرْضِ فَسَاداً أَن يُقَتَّلُواْ أَوْ يُصَلَّبُواْ أَوْ تُقَطَّعَ أَيْدِيهِمْ وَأَرْجُلُهُم مِّنْ خِلافٍ أَوْ يُنفَوْاْ مِنَ الأَرْضِ Bêguman cezayê kesên ku li dijî Xweda û Resûlê wî herbê dikin û ji bo li ser rûyê erdê fesadî derkeve kêferatê dikin, hema kuştina wan an heliqandina wan an jêkirina dest û pîyên wan bi awakî çepûrast an tebidkirina wan e. (Maîde/33). Bi vî rengî, şerkirin, amadekirin û êrîşbirina artêşên Îslamê, ne ji bo ku hêz û bandora xwe berfireh bikin an jî xenîmetan bidest bixin an jî kesekî neçar bikin li Misilmantîyê, dijane ji bo tefandina fitneya zordar û zordestan e ku zordestîyê li gelê xwe dikirin û azadîya ku guh bidin dengê rastiyê nedidane wan. Vêca dema ev asteng rabûn (wekî li dinyayê îroroj) êdî ceng ne caiz e. Lewra Xweda wuha ferman daye: لاَ إِكْرَاهَ فِي الدِّينِ Di dîn de cebr û îkrah nîne. (Beqere/ 256). Birastî ehlê pir dînên cûrbicûr di dewleta Îslamê de dijîn û ti kes nikare wan bide zorê li ser veguherandina dînê wan!

Ger nessên dînî bi cengkirina bi hinek kesan re wek mişrikan û xeyrên wan emir bikin, birastî ev yek, ne ku ji ber navên wan û mişrikbûna wan e, dijane ji ber kiryarên wan e ku heke dema ew êrişî ser gelên Îslamê bikin û bi darê zorê wan ji dînê wan dûr bixin. Bi her hal, peyv di vî warî de gelek dûvêdirêj e û min di piranîya pirtûkên xwe de behsa vê mijarê kiriye. Ez ji Xwedayê bilindîn hêvî dikim ku serkeftinê têxe para we!

Muhemmed Yaqûbî

25/12/2014