Lîstika Domîno û Tawla Li Qehwexaneyan
Pirsyar:
Cenabê seyda yê mezin Ayatullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Di demên dawî de, lîstika Dominoes (bi kurtî Domîno) li taxên me pir populer û zêde bûye, hinek ji qehwexaneyan jibo behre û kar a zêdetir, vê lîstikê teblîx dikin û ciwanên me jibo kêfxweşî û derbaskirina wextê xwe, diçin qehwe û vê lîstikê dileyizin; vêca gelo:
1- Hukma leyistin a Domîno bi awayê xelatkirin û cezadan û bêyî wan çi ye?
2- Hukma pere û diraf wergirtina xwediyê qehweyê ji muşteriyan jibo lîstikê çi ye?
3- Hukma têketin û rûniştina li qehwexaneyên ku teblîxa vê lîstikê dikin çi ye?
4- Ger lîstikên wiha bêne heramkirin, hingê divê îmandar û bawerdar çi bikin?
5- Di dawiyê em daxwaza hinek şîret û nesîhetan ji we dikin.
Komek ji xortên herêma Cîsan
Bersîv:
1- Lîstikên ku xelat û ceza têda hebin ji nezer olî ve hemû qumar tên hesabê, herçend ku yê li lîstikê da xelat an pereyek neyê dayîn jî li gorî riwayeta ku ji Îmam Kazim (s.x) hatiye gêran: “en-Nerd we eş-şetrenc we el-erbetu eşer bi menzîletîn wahîdetin, we kullu ma qumere bihî fehuwe meysirun” – “Tawla û şetrenc û lîstika çardehê, hemû wek hev in û yek tên hesabê û heçiyê ku têda xelat û ceza (jêbirin û jêketin) hebe, meysir (ango qumar) e.” Û ayetên pîroz û gelek ji hedîsan hukma herambûna meysirê beyan kirine. Xuda li Quranê kerem dike: “Ya Eyyuhellezîne amenû înnema el-xemr û we-l meysir û we-l ensab rîcsun min emel-îş şeytan fectenîbuhu le’ellekum tuflîhun * înnema yurîd-uş şeytan en yûqîe beynekum el-îdawete we-l bexzae fî-l xemr we-l meysir we yesuddukum en zîkrîllah we en es-selatî fehel entum muntehûn” – “Ey gelî kesên we bawerî aniye, şerab û qumar û senem û ezlam (cûreyek ji falê) pîs in ji kiryarên şeytanê ye. Ji wan xwe dûr bikin ta ku rizgar bibin. Şeytan dixwaze bi rêka şerab û qumar li nav we da dijminî û kîne bicîh bike û we paşda bide ji bîrveanîna Xuda û ji bicî anîna nimêjê. Gelo (tevî wan ziyan û fesadî û tevî evqas nehyê) hûne xwe bidin paş?” (Sûretê Maîde / 90-91).
2- Pere, diraf û ucret wergirtin jibo lîstikên heram, heram e û dirafên ku tên girtin agirek dijwar e li zikê da.
3- Rûniştina li civatên bêhûde û lehwê, heram e -çi bileyzin, çi neleyzin-. Xêncî ku jibo neyha ji kirêtiyê û pêşîlêgirtina wan lîstikên heram be; li gelek ji riwayetan ji rûniştina li wê cûre civatan nehya rûniştina li wan civatan hatiye kirin, û her wiha tê gotin ku eger ezabekî li ser wê civatê bê, hemû li ber wê ezabê dikevin. Di riwayetekî ji Îmam Sadiq (s.x) hatiye ku kerem kir: “Men celese ela el-le’b feqed tebewwe’e meq’eduhu mîn en-nar we kane eyşuhu zalîke hesretun eleyhî yewmel qiyame we îyyake we mucalîset el-lahî el-mexrûr bileîbîha fînnehu mîn el-mecalîs elletî qed bae ehluha bisexetîn minellah yeteweqqeûnehu kullu saetîn feyeummuke meehum.” – “Kesê li civatekî da rûnê ku dileyizin, rûniştingeha wî tejî dibe ji agirê û ew jiyana wî ya li wêderê li roja qiyametê jêra dibe sebebê hesretê. Qet ti carî digel bêhûdekarê lîstika wî bûye sebebê serxweçûna wî nerûne, çimko birastî civatên ku dibe xebeza îlahî di her an û demekê da bi ser wan da bêt, wê te jî li ber xwe bigire.”
4- Wezîfe û erka bawerdaran ev e ku emrê bi qenciyê û nehya ji kirêtiyê bikin, kirêtiyan nas bikin û ji qenciyan veqetînin û paşê hewil bidin ku kirêtiyan jinav bibin. Divê ti car digel kirêtiyan hevrê nebin û çavê xwe li ber wan negirin. Herçend pêwîst e mirov bi nermî û dilnizmî û exalqê qenc û şîret û bi bîrveanîna Xuda li ber wan bisekinin û kirêtiyan jinav bibin. Divê xwe ji dijûn û piçûkkirin û lomekirinê paşda bigirin; çimko dibe ku bandora wê bervajî be û bibe sebebê dijminî û kîneyê.
5- Ez xudanê qehwexaneyan gazî dikim bal teqwatiyê û divê bizanin ku qezenc û kar, wan berew pêkanîna karê heram ve nekişîne. Çimko Xuda rizq û qûtê bendeyên Xwe rêdike û şûna zerer û ziyana wan tejî dike. Xuda kerem dike: “Men yetteqîllah yecel lehu mexrecen we yerzuquhu min heysu la yehtesib” – “Kesê teqwatiya Xuda bike, Xuda rêya xilasiyê jêre çêdike û ji cîhê ku qet gumana wê jî nake qût û rizqê didiyê.” Divê zemîneyên gunehê ji qehwexaneyan bên rakirin û tiştên helal ku dibe sebebê meyla muşteriyan bicî bikin, wek televizyonê û nîşandana şebekeyên kêrhatî û her wiha danîna kitêb û kovar û nivîsên bikêr.
6- Li ciwanên ku demên xwe yên hêja bi lîstokên wiha re derbaz dikin ez şîretê dikim ku bi pêkanîna karên heram xwe neêxin ber agirê dojehê û nebin ji ehlê agirê û şûna lîstikên wiha, xwe mijûlê karên bikêr û hêja bikin, wekî çalakiyên civakî û xizmeta bo xelkê. Seredana dost û xizmê bikin, niyaza xelkê rakin û têkil civatên hêja û bikêr bibin, an jî derheq pirsgirêkn civakî nîqaşê bikin û bi vî awayî qehwexaneyan bikin cîhê ku pirsgirêkên civakî têda tên axaftin û bîr û hizir tên zanîn. Bila ti xebat û çalakî, ewan ji nimêja bi wext û nimêjên cemaetê li mizgeftan mehrûm neke, ku lezzet û behreyekî jê bibin, birastî lîstokên pûç û bêhûde ti car lezzet û behreyek wiha nagehîne mirov.
Muhemmed Ye’qûbî
12-ê Cemadî-us Sanî ya sala 1435-ê k.h.
Beraberê 12/04/2014