Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Alastin a Kûçik
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo lêketina zimanê kûçikê li cilik an bedenê mirov, sedema necisbûnê ye? Rêka paqijkirina wê necasetê çi ye?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Kûçik yek ji wan tiştan e ku zatê necaset tê hesabê, vêca eger derekî yê kûçikê bi şilatî li cilik an bedenê mirov bikeve, necîs dike ku bi şoştinê beden an cilik paqij dibe û necaset jê diçe.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Paqijî ya Sabûn a Dervehaniyî
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Hinek ji cûreyên sabûn û rûnên kozmetîk hene ku rûna heywan têde hene, û ew rûn ji heywanên ku ne li gorî hukmên Îslamî hatine serjêkirin, dest ve tê. Vêca hinek kes hene ku bi necîsbûna wan nizanin û bikar tînin. Gelo eger sabûn û rûnên têde bi awayek kîmiyayî bên xwerîkirin, çêdibe ku em wan sabûn û rûnan bikar bînin an ne?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Eger ne li ser zenn û guman be û bivebirî û yeqîn bêt zanîn ku sabûn û kreman têde rûna heywanên ku ne li gorî hukma Îslamê hatine serjêkirin, hatiye dest, hingê ew necîs e. Vêca eger van sabûn û kreman bi rêka emeliyat a kîmiyayî bên veguhrandin bi awayekî ku ji halê xwe yê serekî derkevin, hingê paqij dibin. Paqijbûna wan jî li ser esasê îstîhalê/veguhastinê ye, wek çawa ku xemr/şerab bi veguhastina kîmiyayî dibe sihik û paqij dibe. Herçend eger sabûn û krem hukma necasetê hebin jî, mirov dikare piştî sûdwergirtinê ji wan, cîhê wan bi avê bişû û ji necaseta wan paqij bike.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Av a Mezî Li Eşqbaziyê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo hukma wê madde ya ku ji organa cinsî / zayendî ya mêr di halê eşqbaziyê da tê xwarê û diherike, ew madde ya çilî ya ku wek avê ye çi ye? Gelo eger li cil û bergan bikeve, necîs dike? Gelo destnimêj pê dişikê?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Wan avên weha, paqij in û destnimêj pê betal nabe.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Krêmên Ciwankarî Yên Dest û Rû
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Çawa ku tê zanîn, di demê sermayê da, hinek ji xelkê zêde û bi dewam krêmên ser û rû bikar tînin (wek wazilîn û hwd.) û li dest û rûyê xwe didin da ziwa nebe. Eger kesekî kêmtir an zêdetir ji du seetan pêşiya destnimêjê krêmê li dest û rûyê xwe da be, gelo dikare destnimêjê bigire an pêwîst e wê krêmê ji ser dest û rûyê xwe paqij bike?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Eger ew krêma ku li ser dest û rûyê xwe daye, pêşî li gihana avê bo çermê wî/wê nagire, dikare destnimêjê bigire, lêbelê eger ew kirêm çermê wî/wê dadipoşîne û pêşî li avê digire, hingê pêdivê ye krêm ji ser dest û rûyê xwe rake û paqij bike.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Hukma Heyzê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Ez jinek im ku destpêka edeta min a mehane (heyzê) rêkûpêk û di wextê xwe da ye. Lêbelê rojên wê diguherin, carinan kêm û carinan zêde dikêşe. Hinek caran bi qasî du rojan zêde xwîn diherike û di roja çaran da qet xwîn nayê û tê eserek jê namîne. Paşê piştî wê bi qasî sê heta pênc rojan û di her rojekî da carek xwîn dibînim ku bi rengê sor ê vekirî ye. Vêca li ser vê esasê divê ez kengê nivêj bikim û rojî bigirim?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Heyz ji demê ku xwîn tê dîtin dest pê dibe û dema nayê dîtin, xilas dibe. Herçend kêm an zêde be jî. Eger xwîna ku tê dîtin bi qasî be ku her û her çêdibû (zêdetir ji rojekî) û paşê bi qasê nuqteyek an tiştek hûr xwîn bibîne, hingê divê navbeyna ferzên îstîhaze û terkkiriyên heyzê da ihtiyat bike, wek çawa me li rîsaleya xwe ya Subul-us Selamê da bi hûrî û kûrî şîrove kirî.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê
Teqlîdkirina Ji Merce’ek Wefatkirî
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Ez ji wan kesan im ku ji Seyyid Muhemmed Muhemmed Sadiq ê Sedr (x.r) teqlîd dikin. Lêbelê min piştî wefata wî dest bi teqlîdkirina ji wî kir, li gorî fetwaya wî ku mirov dikare ji serê ewil ji wî teqlîdê bike, çi sax be û çi mirî be; û derheq meseleyên ku nû derdikevin, ez ji cenabê we teqlîdê dikim. Gelo şêweya teqlîda min durust e an ne?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Caîz nîne ku mirov serê ewil ji merce’ekî wefatkirî teqlîd bike, an jî piştî wefata wî li ser teqlîda xwe bimîne, xêncî ku merce’ekî dî ku sax e û hemû şert û mercên îctîhadê di wî da hene, ruxset û îznê bide. Em jî caîz dibînin ku ji hukmên fiqhî yên seydayê me yê mezin cenabê şehîd Sedr (x.r) bêt teqlîdkirin di meseleyên ku me li rîsale ya xwe ya fiqhî (Subul-us Selam) da nenivîsiye, û di meseleyên ku îxtîlaf hene an meseleyên nû ne, hûn dikarin ji me teqlîd bikin.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê
Jin û Teqlîdkirin
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Jinikeka mêrkirî heye ku ji ti kesî teqlîdê nake, çimko xwendin û nivîsandinê nizane, lêbelê dibêje mêrê min derheq hukmên fiqhî da çi bêje, ez bi ya wî dikim. Nêrîna we çi ye?
Bersîv:
Hema ev qas ji wê ra bes e, eger mêrê wê li ser huccetên şer’î hukmên fiqhî jêre bêje û bi awayek durust hukmên fiqhî jêre neqil bike.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Ketina Nav Şikê Derheq Ferzbûna Xuslê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo xusla wî kesê ku derheq cenabetbûna xwe da dikeve şikê, dîsa divê destnimêjê bigire? Her weha eger jinikekê xwe xuslê bike û xwe bişû û dûv re hinek ronav jê biherikin, hingê hukma wê çi ye?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Eger derheq cenabetbûnê da bikeve şikê, xusil/xweşûştin ne ferz e û vêca eger xusil bigire, şûna destnimêjê nagire. Ji wê jinikê ra jî xusilkirin, ne pêwîst e.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Îctîhad û Teqlîdê
Pêwîst e Ji Yê Zanatir Bêt Teqlîdkirin
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo zanatirbûn şert e ji merce’ê teqlîdê ra? Ango piştî îmamên pak, jibo bijartina rêber û rênasekî da pêwîst e şertê zanatirbûn di wî da hebe derheq îstînbat û îctîhadkirina fetwayên şer’î da, an ne pêwîst e? Sedema pêwîst bûn an nebûna wê çi ye?
Bersîv:
Bi Navê Xuda yê Dilovan û Dilovîn
Em şerta zanatirbûna merce’ê teqlîdê di meseleyên ku îxtîlaf têda hene (ku wan meseleyan ne kêm in) pêwîst dizanin, vêca eger te nekarî yê zanatir nas bikî, dikarî ji wî yê li gumana te da zanatir e, teqlîd bikî.
Muhemmed Ye’qûbî
Pirsa parve bikin
Fetwayên Fiqhî - Hukmên Teharet/Paqijiyê
Tevhevbûna Îstîhaze û Heyzê
Cenabê seyda yê mezin Ayetullah Yeqûbî (x.g)
Selam û rehmeta Xweda li we be!
Pirsyar:
Gelo di çi mercî da xwîna ku jin dibîne heyz tê hesabê? Di çi demî de pêkanîna xuslê ferz e? Çimko min bihîstiye dibêjin eger xwîn kêm biherike, xusil ne pêwîst e, vêca gelo eger di vî halî de xusil ferz e, ew xwîn hema heyz e?
Bersîv:
Bi navê Xudayê Dilovan û Dilovîn
Nîşanên xwîna ku wekî heyz tê hesabe, ev in:
1- Rengê xwînê, sor û tîr be û dema diherike dişewitîne û dêşîne.
2- Demê wê ne kêmtir ji sê rojan e û ne zêdetir ji deh rojan e.
3- Navbeyna demê heyzdîtina berê û ya niha qet nebe deh roj navbir hebe.
4- Xwîn li serê wextê xwe da biherike, derheq jinikên ku di serê her demekî taybet da heyzê dibînin.
Eger xwîna ku dibîne, ne wiha be, hingê li ser hukma îstîhaze têt hesabê. Heyz û îstîhaze her yek ji wan hukmên xwe yên taybet hene ku li rîsaleya îlmiyye ya me da ya bi navê Subul-us Selamê da bi hûrî û kûrî jê hatiye axaftin ku li ser înternetê ber dest e.
Muhemmed Ye’qûbî